Nivîsar

Ji tevgera xwendekarên Kurd ya dervayi welat rûpelek

Ji tevgera xwendekarên Kurd ya dervayi welat rûpelek
(KSSE-AKSA-SOKSE) û yên dîn!

Gelî nistimanperweran! Komcivîna (kongreya) xwendevanên Kurdistan di ew rojên li pês me de li Hewlêrê kom dibe. Her saziyek Kurdistanî di dîroka Kurdistanê de cara yekem e, ku ji her alî û perçeyî Kurdistanê dicivin hev. Ew tê wê wateyê ku Kurd ber bi netewe bûnê diçin. Ji bo kesên emrê xwe nêzîkî 70 salî Kongreya “Netewî ya Xwendewanê Kurdistan” an jî “Konferansa Netewî ya Kurdistan” ku li vê havînê ji aliyê hemî Kurdistaniyan ve bêye darxistin, ji bo ew bûyerên girîng çend salan berê, raman kirina pêk hatina wan, wek xewn û xeyal bû. Lê ew xeyal û xewn îro ber bi rastiyê dimese û diçe. Sî salî li ber vê Seyda Cigerxwîn ji min re gotî bû: “Ez jî dizanim roj yê bê, Kurdistanê çê be. Lê ez dixwazim wê bibînim!..”

Serokên Kurdan yê bi rûmet, heke netewa Kurd wana bi serê xwe tenê nehêle, bi yekîtiya hêzên Kurdan, di ew rojên li pês me de bê guman Kurdên bibin xwedan dewlet û azad bin. Ew roj ne dûr in. Lê wek Seyda Cigerxwîn gotî, kalemêr an jî pîrejinên Kurd dixwazin wan rojan zûtir bibînin û di nav wan rojên azad de jî bijîn!..

Rêxistina Xwendewanê Rojhilatê Kurdistanê bi mebesta gotûbêj kirina karûbarên rêxistinên xwendewanên ji her çar parçê Kurdistanê, bi mêvandariya ofîsa sekretariya Yekitiya Xwendewanê Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kombûnek amade kirin. Di vê kombûnê de, ew dixwazin damezrandina Kongreyekî Netewî ya Xwendewanê Kurdistanê amade bikin. Li hevîdtinê de, ku nûnerê xwendewanê Yekitiya Xwendewanên Kurdistanê, Elî Zîrke û Elî Himetî amade bûn. Wan li ser hin mijarên weke dema darxistina kongreyê, pêkanîna konferansa xwendewanan li her çar paçên Kurdistanê hate gotûbêj kirin. Di vê civînê de ciwanên partiyên weke (Hizba Demokrat ya Kurdistanê, Komeleya Soresger ya Zehmetkêsên Kurdistanê, Hizba Demokrata Kurdistanê, Komeleya Zehemtkêsanê Kurdistanê, Saziman Xebatê ya Kurdistanê, Yekitiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekitiya Soresgerên Kurdistanê besdar bûn. Di ew mehên pês me de, Kongreya Netewî ya Xwendewanê Kurdistan bi gelemperiya xwe ji çar perçên Kurdistanê yê pêk bê!..

Li welat yekîtiya tevgera xwendewanên Kurdistan, ew ber bi xurt bûn û yekbûna xwe her dimese. Di aliyê dîn de dîroka Tevgera Xwendekarên Kurdistan ya dervayî welat jî gelek kevn e. Ez dixwazim di vê gotarê de hinek li ser wê rawestim û behsa wê bikim. Dema Komela Xwendekarên Kurd li dervayî welat hat damezrandin, di nav wê de bes xwendekar tenê nîn bûn. Bes navê komelê “Komela Xwedekaran” bû. Lê di nav wê de doktor, endezyar û karmend jî hebûn. Bi kurtahî navê wê, navê tevgera xwendekaran li dervayî welat bû. Lê wê wek karê partiyek bike, wê ew kara dikir. Komele, komeleyek Kurdistanî bû. Ji bo vê ye, ku karê wê dikirî, wê hemî Kurdistan temsîl dikir. Di karên dibûn de hêmî Kurdên li dervayî welat besdar dibûn. Di nav endamên wê de berpirsiyarên hêmî rêxistin û partiyên Kurdistanê yên li der ve heyî hebûn. Lê wan di nav komela xwendekaran de, bes tenê wek endamê Komela Xwendekaran, karên komelê dikirin.

Lê li welat di ew mercên dijwar de, ku di nav welatê perçe perçe bûyî de, komelên xwendekarên Kurd ne serbest bûn. Yên serbest jî, ew zû dihatin qedexe (yesex) kirin. Lê basurê welat azad bû vir de, dengê xort û xwendekarên Kurd li welat her ku diçe xurttir û bilindtir dibe. Ji van çalakiyan mînakek balkês ya xwendekarên Kurd li pês Konferansa Kongreya Kurdistan Ya Netewî, ew jî dixwazin ji her perçeyê Kurdistan “Kongreyekî Netewî ya xwendewanê Kurdistanê” pêk bînin. Cara yekemîn e, ku kongireyek wusa yê li Hewlêrê bêye damezrandin. Kurd pêwist e, ku qedrê ew rojên hêja bizanin û jê sûdên mezin bigirin!..

Ji bo kesên agahiya xwe li ser “Komela Xwendekarên Kurdistan” çi li welat û çi li dervayî welat nîn e, ez dixwazim bi kurtahî li ser wê tevgerê çend gotinan kurt bêjim. Di vê nivîsê de bêtir dixwazim li ser tevgera xwendekarên Kurd ya li dervayî welat rawestim. “Kongreya Netewî ya Xwendewanê Kurdistanê” ya ji hemî besên Kurdistan li ser ew xaka welatê azad pêk tê, bê guman ew bi qedr û qîmet e. Pêwist e, ku xort û xwendekarên Kurd qedrê wê bastir bizanin.

Dîroka xwendekarên Kurd li dervayî welat cara yekem 10 heya 16 ê Tebaxê sala 1956 an, li Komara Dewleta Federal ya Elmanyê li bajarê Wiesbadinê dest pê dike û heya roja îro tê. Komela Xwendekaran û damezrandina wê destpêkê de bi navê “Komela Çandî ya Xwendekarên Kurd li Ewrupa” bû. Di kongreya sala 1958 an pêk hatî de, navê komelê bûye ” Komela Xwendekarên Kurd li Ewrupa” yanî bi kurtahiya xwe “KSSE”. Komelê heya salên 1970 yî li dervayî welat Kurd û Kurdistan daye nasandin. Di salên 1960 î de bes li dervayî welat rewsenbîr û xwendekarên Kurd hebûn. Ji wan salan sunda gelek karkirên Kurd ji bo kar hatine dervayî welat. Jimara karkirên Kurd di destpêkê de bi hezaran bû. Lê îro ew jimar bi malbetên xwe ve gîhîstiye zêdetir milyonek Kurd.

Di salên destpêkê û heya bigir di salên dawî de jî li ser komela xwendekarên Kurd tesîra PDK, YNK û Partiya Komunîst ya Iraqê hebû. Pasê di sala 1979 an de Federasyona Karkirên Kurdistan li bajarê Frankfurt/main hat damezrandin sunda, di nav komela xwendekaran de hevalên Riya Azadî jî cihê xwe digirtin. Di wan salan de, Komela xwendekarên Kurd bi nîv resmî, karê partiyên Kurd jî bi endamên wan ve, wê di nav xwe de dihewand.

Di sala 1975 an de tevgera Kurdistana Basur têk têkçû. Li welat çawa tevger têk çû, wê tesîra xwe li dervayî welat, li ser komela xwendekaran jî kir. Di sala 1975 an de bi zirûfên siyasî komele bû du besan. Besê yekem ji alîgirên PDK wek navê xwe yê berê KSSE hîstin û karê xwe wusa berdewam kirin. Besê duwem alîgirên YNK (PUK) bi hevalbendên KOMKAR ve komelek dîn bi navê “Komela Xwendekarên Kurdistan Li derveyî Welat” bi kurtahî navê xwe “AKSA” saz kirin. Lê belê di navbeyna ew salan de, her partiyek Kurd, wan ji xwe re komeleyek xwendekarên Kurd li dervayî welat ava kirî bûn. Jimara komelên xwendekarên Kurd, dema civîna yekîtiya xwendekaran li Berlîna Rojava di roja 18.12. 1986 an de bûyî, bi jimara çendek komelên xwedekaran yên dervayî civînê mayîn, ew gihîstî bûn 10 komeleyan. Ew civîn bi navê “Komakurd” hatî bû vexwendin (dawet kirin). Lê komelek wusa resmî nîn bû û nehatî bû damezrandin. Çi mixabin di wan salan de, serê brakujî karesetên giran xistî bûn nav hêzên welatparêz. Wana gazî hev û du jî bikirina, lê ew nadiçûn civînên hatin gazî kirin de besdar bibin. Di wan salan de, hevalbendên Riya Azadî li ser welatparêzên Kurd gelek tesîrên bas dikirin. Ew bi karên xwe yên bi rûmet dihatin nasîn û dihatin pejirandin. Li ser gazîkirina ew komeleya li jor hatî bi navkirî, wê bi 7 komeleyên dîn ve civîna yekîtiya xwendekarên Kurdistan li dervayî welat, li bajarê Berlinê pêk anîn. Di kongreya bûyî de, berpirsiyarên rêvaberiya PDK, YNK yên li welat hatî bi berpirsiyarên KOMKAR û PSK ve jî rolekî erênî (p0zîtîf) lêyîstin. Keda wan jî tevî kongreya Yekgirtina Komeleyên Xwendekarên Kurd yên li dervâyî welat bû. Ji ber ku ew hêzên siyasî dubendî xistî bûn nav refên komelê. Lê di navbeynê çendek salan de, wan sasetiyên xwe dîtin û bi pêsniyazên xwe yên ji bo berpirsiyarên komela xwendekaran kirî re, ew bûn alîkar û di dawî de yekitiya xwendekaran hat damezrandin.

Ji bo lêkolîner û dîroknivîskarên Kurd, ez dixwazim navê wan komelên di civîna Berlinê de yên besdar bûyî carek dîn binivîsim û rêz bikim. Di ew civîna bûyî de 8 komeleyên xwedekaran ew bûn:

1. Komela Xwendekarên Kurd li Ewrupa” (KSSE-Navend Berlin).

2. Komela Xwendekarên Kurd li Ewrupa” (KSSE-Navend Prag).

3. Komela Xwendekarên Kurdistan Li derveyî Welat” (AKSA)

4. Komela Xwendekarên Kurdistan Li derveyî Welat” (AKSA-Navend Berlin)

5. Lawanî Sosyalîstî Kurdistan Li dervayî Welat

6. Xwendekarên Azadîxwazên Kurdistan Li Dervayî welat (KOMAKURD)

7. SOKSE

8. UKSYE

Di nav komeleyên li jor hatîn nivisîn de AKSA Navend Berlin, ew bi KOMAKURD ve nêzîkî hev û du bûn. KSSE-Navend Berlin bêtir ji alîgirên PDK pêk dihatin. KSSE-Navend Prag jî, ji endamên Partiya Komunist Ya Iraqê û alîgirên wan pêk dihat. KSSE Navênd Prag wê demê navenda Komelên Xwendekarên Cîhanê jî li Pragê bû. Ew hevalên hêja û çalak li Pragê, wana berpirsiyariya Komelên Xwendekarên Cîhanê jî dikirin. Ji ber ku pir caran endamên komelên xwendekarên Kurd, wana dem dem di civînên partiyên Kurd de jî ciyê xwe bi navê partiyên xwe digirtin.

Ji salên 1975 an sunda alîgirên Partiya Karkerên Kurdistan, wana jî bi navê xwendekarên Kurd li dervayî welat komeleyek xwe ya xwevdekaran çêkirin û bi çalakiyên xwe, ew îro jî navê xwe didin bîhîstin. Lê komeleyên li jor hatin bi nav kirin, wan yekitiya komeleyên xwendekarên Kurd saz kirin sunda sist bûn û dest ji karê xwendekarî berdan û bûn endamên partiyên Kurd. Di ew salên dawî de, ne navê Komela Xwendekarên Kurd li Ewrupa (KSSE) û ne jî hêzêk rêk û pêk, ew karê Komela xwendekarên Kurd ya berê dikirî heye. Komelên xwendekaran yên îro karê xwe dikin, ew di bin hêza partiyeke de karê xwe dimesînin. Lê karê KSSE dikirî, dema partî û komelên karkirên Kurd li dervayî welat nîn bûn, wê karên girîng dayî bûn ser sanê xwe. Dema partî û komelên karkirên Kurd li dervayî welat bûro û sazî û komele vekirin, wê demê rola Komela Xwendekarên Kurd hindiktir bû. Komelên xwendekarên Kurd yên dîn nû vebûyîn jî, wana tu caran nikarî, ku rola KSSE lîhîstî bileyzin. Ji ber ku berpirsiyariya hemî hêzên Kurdistanê, ew komelên nû ava bûyîn, wana nikarî bu, ku wê temsîl bikin…

Li welat ew yekîtiya xwendekaran ya ku ji çar perçên Kurdistanê pêk bê, ew hat damezrandin sunda, ewê tesîra xwe bê guman li dervayî welat jî bike. Wê demê KSSE, an jî Komeleya Xwendekarên Kurdistan ya îro li dervayî welat heyî, an jî hene yên li hev dicivin û yekitiya xwe pêk tînin. Wê demê komela xwendekaran dikare ku rola xwe ya xwendekarî di nav tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de bileyze û li dervayî welat ew karê xwe wek destpêka Komela Xwendekarên Kurd li Dervayî Welat bimesîne…

A. BALÎ HAN

(Lêkolîner)

20.04.2012

A. Balî Han

Balkêş e ?
Close
Back to top button