Ewên ku ji dîroka xwe ditirsin, di nava rastîyan da wunda bibin
Newroz Bawer
Sevên Tarî avisî tîjkên roja ges in.
Her dema ku tevgera kurd ber bi asoya serkevtin dice, li ser parastina destkevt û hevgirtina hevxebatî ya navxweyî da pêgir dibin, di cepê dagirkeran da tevgereke hov û dijî Kurd bilind dibe.
Bê guman desthelatdarên dewleta Komara Tirkîyê li ser bûyera Roboskî yê, gelek vekirî û zelal pêgirbûne li wê dîroka xwe ya ku li ser xwîn û wêranî û inkar û pisavtina netewe û kêmnetewên ne Tirk û ne îslamî da nisan dide.
Serokkomar û serok wezîr û bi gistî wezîr û gezîr û fermander û pasa û walî û aqilmed û oldar, bi kurtî rast û çepên kemalîst , li ser kustin û mafnenasîna netewa Kurdan da hevdeng in.
Bi gotineke dinê nevîyên wezîrê navdarê Tirk Mamud Esad Bozkurt, her îro jî li ser kar in û wê stirana xwe bi rengekî din û bi dengekî dinê distirên.
Her wekû hûn jî dibînîn Idrîs Naim Sahîn wezîrê navxweyî yê Tirkîyê kustin û qetlîyama Roboskî yê rewa dibîne û gefên xwe berdewam dike.
Serokwezîr dibêje : ‘Her beravêtinek, bûyera Roboskê ye ‘. Her wusa ev cenabê dibêje kêsa Kurd nemaye û hindek girîkên hevwelatîya Kurda heye û em wana jî safî dikin,’
Ez vê careke dine jî dubare bikim, ew helwêsta ‘ Belê, le ne bes e ‘ li hemberê pêngavên kû AKP avêtinî da rast û di cih da dibinim û mirov dibê rastîya bibîne û bi hunera mumkîn tev bigere.
Her gaveke ku di xizmete pêsve birina demokratize kirina civatê be û di rêka çareserîya girpêçkên sîyasî û civakî û netewî û çandî û çînayatî û cinsî da be, em pistgîrî bibin û wana wek destkevt bibînin, her wusa li dijî kiryar û helwêstên ne demokratîkî û soven û dagîrkerî da berxwe bidin û helwêsta xwe bi zelalî nîsan bidin.
Ne her rojekê li bayekê lî miqamekê bibêjin.
Xweragirîya peykerê mirov ne li ser kezî û hestîyan lesê disekin, belkû li bawerî yê ye.
Dema xewn û bawerî û hîvên mirov wunda be, ew nikare berxwe bide û hebûna xwe beyan bike.
Dema ku pêlên xebata gelê kurd, xwe li singe berê qela û bejina desthelatdarên dewletên dagirker dikeve, dewletên dagirker, bê rawestan li ser pelixandin û ji beravêtina bizava rizgarîxwazîya netewa Kurd, bi hevra diêwirin û hevxebata xwe nîsan didin.
Helwêsta serokwezîrê Iraqî Nurî El Malîkî û Helwêsta Îdrîs Naîm Sahîn û Cenabê Qasimpasayî, desthelatdarên Tahran û Samê, wek em dibînîn her yêk tist e.
Her çiqas bi zimanên Erebî, Farsî û Tirkî bê gotin , her yêk tist e.
Eger ku Erebên Sîa îslamî be, Tirkê henfî mezehbê Islamî be, Ecemê fêhlbaz be. Her yêk gotinê dibêjin.
Ew jî li ser vê biryara xwe mukur dibin Ku kurd nebine deshelatdar û Kurdistan rizgar neb e.
Kurd di welatê xwe da qedera xwe bi destê xwe birêve nebin, Azad û bextewer nebin.
Mafê çarenîvîsa xwe bi destve ne înin.
Desheltdarên Samê li ser xetên basura Kurdistana Azad da 15 xortên Kurd kustine, ev nuçe di van rojan da belav bûye. Tawanê wan xortana, ew e ku naxwazin bibine serbazên leskerê Baasîyan û direvine Kurdistana Azad.
Serokê Meclîsa rikeberên Suryê, Burhan Xelîyûnî jî ev dijminkarîya li hemberê Kurda beyan kiribû gotibû li Suryê Kurdistan nîne.
Belê wekû em dibînîn deshelatdar û rikeberên wan dewletên kû Kurdistan di nav xwe da parvekirîne û li qeyd û benda dayîne, hema yêk reng û deng in.
Em pir dilgerm û bi serbilind in ku di Basura dilêr û azad da, yêkgirtina Kurda û helwêsta deshelata sîyasî ya hukumeta herêma Kurdistan ê û bi gistî bizava pir bi hesta netewî ya gelê me lî Basûrê, li hemberê Bexda û misoger bûna wan li ser parastina destkevtên netewî da.
Eger ku em kurd di mala xwe da tifaq nebin û rêzên xwe paqij nekin û li hev bawer nebin, wê terzên wek Mahmud Esed Bozkur û El Malîkî û hevbîrên wana wê her ya xwe bikin.
Ew jî pelixandina tevgera Kurd a û nenasîna mafê çarenivîsê ye.
Newroz Bawer