Ma Kurd Parsekin
Salihê Omerî
Parsek tê mana ku li parsê digere, desê xwe vedigire ji nav gel-xelkê pere, xwarin, cila dide hevdû û destê xwe jî hvedigire li ber vîyalî û wîyalî, ji bo ku jiyana xwe bidomîne. Bi gotinek dindê parsek ew kesên ku mal û milkê wan tune, xaka wan tune ji wanre tê gotin parsek, û bi gotinek dinê qerçî.
Îca ji bav û kalên xwe de, bi hezarên sala û wextê beser murovatî xuliqîye em Kurd jî li ser vê xaka pîroz xulqeta Kurdan çêbûne. Em Kurd li ser vê xaka pîroz ku jêre dibêjin Kurdistan em hatine û xuliqêne.
Di dîroka gelê Kurde bi hezarê salaye li ser vê xakê dijî, gelê Kurd divê xwe biçûk nebî nin, em Kurd mileteke kevnarin, bi serefin, kurê vê xaka pîrozin, nevîyên Kawayê hesinkar, Seleheddînê Eyûbînin, Merwanîyan, ewladên Horîya, Lorîya û Medane, nebîyên Sêx Ubedulahê Nehrî, Sêx Saîdê kal, Seyîd Riza, Ihsan Nûrî, Qazî Mehemed û M.Mistefa Barzanî nin. Gelê me wexta ku desthiledarî ketîye destê me, û di dîrokê de dîyare ku me li miletik dinê zulm û zordestî nekirîye, em gelek medenî nin, divê ku çaranûsa xwe em bi xwe dîyar bikin, ew heqê meye rewa û netewî ye, ji ber ku em kurd netewekin sertên netewebûnê me bi hila netewe bûnê de didehfîne ewjî heqê meye.
Sertên netewebûnê ev in; Dîrok, kultir, zman û xake ew jî gelê me de heye û dîrokeke kevna re gelê me.
Bi hezarê salaye ku gelê kurd li ser vê xaka pîroz li ser xaka xwe dîjî, gelek zilm û tada lê hatîye û xaka bav û kalên xwe ne terikandine.
Tu dibêjî ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê destê xwe vedigirin li parsekîya zman digerin, zmanê Kurdî bûye benîst û ketîye devê desthiledarîya tirakan û partîyên wan. Henekên xwe bi gelê kurd dikin, ma hûn ji vê cîhana global fedî nakin, hûn ji înterneta ku hemû mirovatî nêzîkî hevdû kirîye fedî nakin. Hikumeta AKP yê bi serokatîya R.T. Erdoxan dire Çinê doza tirkên oxuz dike û zmanê wa, ku wana li wir jî haqê wana ji hemû hawayî jî heye. Lê Erdoxan dinav tixûbê tirkî de 25 milyon kurd hene ku ji heqê heq û hiqûqê mirovatîyê mehrûmin, hatîye dagirkirin.
Serokwezîr Erdoxan di grûba parlamentê xwede, bila zmanê kurd bibe zmanê hilbijartî, birastî vana henekên xwe bi gelê kurd dikin. Serokwezîr pir eyîb û fedîye, ku tu weha dibêjî, tu li dîyarbekrê qala Seleheddînê Eyûbî û meznaya wî dikî, bê çiqas adaleta wî hebûye, li alîyêdinê ji li bakurê kurdistanê 25 milyon Kurd ku ji heq û hiqûqê mirovatî, bi zmanê dayîka xwe nikarin perwede bin, ji dibîstana ewilî heta ya bilind mehrûmin, li alîyê dinê jî di grûba parlamentên xwe de dibêjî, kurd dikarin bijartî zmanê xwe bixwînin.
Em kurd na parsek bavê tu kesîne û li ber devê derîyê tukesî jî nagerin ka hinik nan yan jî bi zmanê xwe em perwede bibin.
Zmanê kurdî zmanê dîya me ya Kurdaye, zmanê bav û kalê me ne, yên weke Selehaddînê Eyûbîye, Kawayê hesinkare, yê weke Mîrên kurdan mala bedirxanan, Sêx Ubedulahê Nehrî, Sêx said, Seyîd Riza, Elî Sêr û Zerîfe Xanim, Ihsan Nûrî, Qazî Mihamed û Mistefa Barzanî û hwd, nin.
Gelê kurd divê ku bi van xapînok û dekdolabên komara tirko ku bi sedê salaye tîne serê me kurdan qebûl nekin û em neyên xapandin.
Serokwezîrê tirakn dihesibîne ku soresek mezin ji bo zmanê zikmakî yê kurdî pêk anîye, ev di ezlê xwede henekê xwe bi gelê me dike ew û desthiledarîya xwe. Dilê sovenîst, kemalîstan fasîstan xwes dike. Erdoxan û hikumeta wî dibêje mesela kurdî tune, mesela terorê ye, ferqîya MHP, partîya nijatperest û Erdoxan çîye? MHP jî dibêje mesela kurdî tune li tirkî, mesele, mesela terorê ye, ewjî weha dibêijn Erdoxan weke rovî qurnasîyê dike, lê Behçelî dijmineke vekirîye û dibêje jî Kurd tunen
Gelê Kurd gelekê weke desthiledarîya AKP yê dîne hatine û çûne. Lê gelê Kurd ji bo azadîya gelê xwe herdem li ber xwedaye û gelê me sûnd xwarine heta ku em gelê xwe û welatê xwe azad nekin em ji dev serê azadî bernedin û bi xapînokên komara tirko neyên xapandin. Wê roja me bê û gelek nêzîke rojên azadîya gelê Kurd û Kurdistanê. Ma we dîtîye ku meriv miletek be û zmanê xweye dayîkê hilbijêre ku mecbûrî be, tenê gelê Kurd hilbijartina zmanê zikmakî, zmanê dayîka Kurdî ji dibîstana ewilî heta dibîstanên bilind divê ku bi serbestî û azadî perwede bikin, ewjî heqê meye rewaye.
Divê ku gelê me bi xurtayê vê plan û projeya desthiledarîya komara tirko, rûres û riswa bike, bi xurtayî li himber derkevin. Bi vê minasebetê çend pêsniyarên min hene;
1-Derzên bijartî ji bo zmanê kurd ku hikumeta erdoxan dibêje neyê qebûlkirin û bêye portestokirin. 2-Tukes ji kurdan zarokên xwe nesînin derzên weha bijartî 3-Ji bo rojikê jî be gelê kurd zarokên xwe nesînin dibîstanên zmanê tirkî, bêye portestokirin ev helwesta erdoxan 4-Helwesta li himberî erdoxan, ji bo zmanê zikmakî ku dibêje, bila bijartîbe, dezgehên kurdan hundur û li devî welat serî li dezgehên yên mirovatî, dadî û heta YE xînin 5-Li tirkî divê ku zmanê Kurdî bibe zmanê azad-resmî. 6-Gelê Kurd doza heqê xwedike ku bighê mafê xweye rewa û mirovatî, weke her gelê ku li ser xaka xwe dijî. 7-Pirsa gelê kurd li ser bingeha weke hevdû tê çareserkirinê. 8-Divê ku gelê kurd ji dibîstana ewilî heta dibîstana bilind bi zmanê xwe perwedbibe.
Bi hêvîya ku gelê me neyê xapandin ji van gavên ku desthiledarîya tirkan davê, ev gavên hanê qala mesela Kurda meselak dinê ye, mesela terorê jî meselak dinê ye. Lê yê ku teror jî derxistîye holê sîyaseta dagirkerîya tirk ya kemalîst ya zinargirtîye. Mesela gelê kurd jî azadîya gelê kurd bixwe ye, yê ku bi sedê sala gelê kurd bindest histîye ev siyaseta qirêj, sovenîst, nîjatperest ya kemalîst ku zingar girtîye. Divê ku gelê kurd li bakurê kurdistanê bighê heqê xwe ye rewa û azad, qedera xwe bi xwe azad bike, serxwebûn be û federasyon be, heqê gelê Kurd bixwe ye, û tukes jî nikare rê li ber bigre.
Parsek ne gelê Kurde, yên ku welatê bav û kalên me Kurdistan dagirkirine bi sedê sala ew bixwe nin parsek, yê ku ser erd û bin erda xaka me talan kirine, ji xwe re bi kartîn in, ew bi xwe nin parsek, weselam