Peymannameyeke dîrokî Pêngavekê pîroz
Her wek xû em hatine agahdar kirin, hemû partî û rêxistinên Basura Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê, li jêr çavdêrîya serôkê herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî civiyane û ji bo kar û xebata hevbes li hev kirine û peymannameyek ji xwe ra danine.
Ew peymanama, ku navdar e peymanama Hewlêrê, bi armanca hevgirtin û yêkitîya hêzên Kurd li Basura Rojavaye Kurdistanê, li jêr banekî netewî û yêkdengîyeke pirdengparêz da xebata xwe bikin û li dijî rejîma Baasa regezperest û fasistê Surîyê da hevdengîya Kurdan biparêzê û mafê rewaye gelê Kurd bi dest ve bînin.
Bê guman Peymannama Hewlêrê xewa çavên dagirkerên Kurdistanê revand û tirseke mezin li nava cergê wan xist. Her niha em pistrast bibin, ku li Anqera û Tehran û Sam û hita qasekê jî di nava kevnebaasî û hevalbendên Malîkî, rojêv ev peymana Hewlêrê ye, her wusa tirs û xofekê mezin li peykerê wana kevtîye.
Dîsan jî em pistrast bibin ku mizgînîya ragihandina Peymannama Hewlêrê hêvî û sadî êxistîyê nava dilê her Kurdekê li her çar parçên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê dostên gelê Kurd û Kurdistanê.
Loma ez jî wekî Kurdekî koçber û durî welat, dilxwesîya xwe derdibirim û wana hemûyan pîroz dikim.
Her her bijî Serkirdayatîya Sîyasî ya Herêma Kurdistanê û bi xasima Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî.
Ji ber ku palpist û handerî pêngavekê dîrokî û netewî bû, bi imza kirina Peymannama Hewlêrê. Carekê dinê jî da selimand ku netewa Kurd yêk e û welatê wana jî Kurdistan e.
Giringîya vê peymanê eve ku di nava mala Kurdan da hatîye kirin. Kurda bi xwe destên xwe dane destê hevdu.
Dema di rojên res û xembarê Basurê da wextê ku serê birakujîyê hebû, civînên li hevhatina Kurdan li welatên der û dor pêk dihat.
Her wekû tê zanîn Bereyê Kurdistan jî li Tahranê hate damezrandin.
Lê hizarcara sipas bo Yêzdanê mezin niha Kurd di nava mala xwe da li Basura pirbirumet da alozî û girîpêçikên navxweyî safî dikin û Serkirdayatî ya Sîyasî ya Kurdistanê jî ya jî dest tê, texsîr naket.
Lê belê her weku bab û kalan gotî: Av radiwaste lê dijmin narawiste.
Dagîrkerên Kurdistanê ji bo sernegirtina Peymannama Hewlêrê wê gelek dek û dolaban bigêrin û ji hizaran dol û nihalan avê biguhozin û ajawa û tevilhevîyê bixulqînin.
Wê hemû imkanên xwe seferber bikin, bi destê sîxur û ajanên xwe , bi destê xulam û nokerên xwe avê biselînin.
Bi kurtî ji bo serneketina vê Peyamana Hewlêrê wê hertim di çeper û kozikên xwe da zindî bimînin. Ew niha di nav kemînê da ne. Li benda delîveyekê ne ku nebawerî ne tifaq bikeve nava rêzên hêzên netewî û mala Kurd.
Bi gotineke dinê armanca wana bi dest ve bêt û Kurdkujî, xwekujî û birakujî destpê biket.
‘Dema bira li pist bira be meger qeza ji alîyê Xudê be”.
Çu hêz dewleteke dagîrker nikare tevgera Kurd bipelixîne.
Aha jî we ra ceribandin û dîroka Basura Kurdistan.
Loma peymana Hewlêrê pir girîng e.
Dibê ji bo hemû Kurdên bira li Basura Rojavaye Kurdistanê sertên bingehî û pêgirêdayê yêkane be Peymannama Hewlêrê.
Pêgîrbûn li Peymanama Hewlêrê, remza serkevtin û bi destve înana armancên rewaye gelê Kurd û Kurdistanê ye.
Her wekû di civîna Qahîrê da jî me dît ku rîkeberên Ereb yên li dijî rejîma Esad, naxwazin mafê Kurdan destber bikin.
Loma dibê Kurd hemû bî yêk dengî berjevendîyên netewî biparêzin. Bi çar destan peymannama Hewlêrê biparêzin.
Serkevtî be Konseya Balayê Kurdî (KBK) li Basura Rojavaye Kurdistanê.
Nexse li me Kurdên Bakûrê be.
Newroz Bawer