Bajarê Bazid
Ez vê havîna li bajarên Kurdistana Bakur zahf gerîyam. Ji wan bajaran yek bajarik jî bajarê Bazidê bû. Bo min va bajara zahf girînge. Ji ber ku min dizanîya ku çîyayê Agirî,Ishak Pasa Sarayi û goristana Sêx Ehmedê Xanî li bajarê Bazidê ne. Bi teybetî daxwazîya min na ya helê mezin,goristana Sêx Ehmedê Xanî dîtin bû. Ez yekem diçûm bajarê Bazidê. Bo vê yekê min berê trambila xwe ji bajarê Wanê da bajarê Bazidê. Demakû em ji Wanê derketin kewanîya min Qadife’ wiha got:’Bajarê Wanê mîna Istanbola piçûk e û xasik e. Ji ber ku kewanîya min yekem behra Wanê û bajarê Wanê dîtîbû.’
Lê belê min jî dixwast ku yekem bajarê Bazidê bibînim. Navbera Wanê û Bezidê da li dora rê kevirên res hebûn. Bo min tistekî cûde bû. Min jîyana xwe da baxirin resê vêtora ne dîtî bû. Min war zanîya ku xwewer (tabîet) nuva diqewime.Di rewsa res û bes de derbaz bûn û me xwe gîhand bajarê Bazidê. Min dûrva çîyayê Agirî dît û dilê min rewsa res û bes dûrket. Li ser çîyayê Agirî berf û tirîjên rojê hebûn.Mij û dûman jî li ser çîyayê bilind tinebû. Min xwest ku ez bifirikim biçim ser histuna cîhanê û li wir li Erîwanê,Bazîd û Idîrê temase bikim.Bi rastî Ihsan Nurî Pasa jî hatû bîra min. Çîyayê Agirî ji kurdan hez dike;servanên Kurd paristîye û dixweze pêserojî de jî biparêze. Ji mirov û heywanan ra tim stargehe,hemû demsalan de dikane mîvanan bihewîne.Çîyayê Kurdistanê Agirî’ pir xemgîne,lê belê bihîvîye ku rojan rojekî Kurdistan azad dibe.
Dura em çûn nav bajarê Bazidê û ji xeyalperestîyê dûr ketim. Bûn mîvanê hevalên HAK-PARê. Hevalên HA-PARê em hemû bajaran mîvan kirin û geran din. Xwedi mala wan ava bike û wan ra serketinê dixwezim. Em li Ishak Pasa Sarayi jî gerîyan û dura çûn cem Goristana Sêx Ehmedê Xanî.Ehmedê Xanî bo me kurdan zahf girîng e. Em Kurd jîyana wî bizanin ku wî bi qedir û qîmet biparêzin.
Fîlozof Ehmedê Xanî:
_Di dîroka Kudistanê de bi nav û deng e.Peywîst e ku em Kurd jîyana wî hîn bibin.Ehmedê Xanî di sala 1651an de li bajarê Colemergê di gundê Xanî da ji dayika xwe bûye.Navê ‘Ehmedê Xanî’him navê dêya wî ye,him jî navê gund û esîra wî ye. Navê bavê wî Ilyas e. Tê gotin ku Ehmedê Xanî gelek berhem bi kurdî nivîsandîye. Lêbelê tenê sê berhemên wî gistîne destê me kurdan. Navên berhemên wî :’Mem û Zîn,Nûbihara Biçûkan û Eqida Imanê.’ Dema kû Ehmedê Xanî ‘Mem û Zînê’qedandî ye,umrê wî 44 bûye. Di alîyên din de Ehmedê Xanî bi navê ‘ Sêrên Filozofi,Yusuf û Zelixa’ nivisandîye.Xanî,pirtûkên ku di alîyê zanyarîyê de nivisandîye jî hene. Ji wan pirtûkan’ pirtûka astronomî û erdnîgarîyê ne.’Lêbelê van pirtûkana winda ne. Va jî bo me kurdan kêmyasikî mezin e.
Di alîyên din de Ehmedê Xanî, bo perwerdehîya zarokên Kurd medrese vekirîye û li wir ders daye zarokin Kurd.Di medresa Xanî de dersên olî,dersên zanyarî û dersên dîrokî dihatin xwendin. Helbestvanê bi nav û deng Ismaîlê Bazidî (1654-1709) li medresa Ehmedê Xanî xwendîye.
Tê zanîn ku Sêx Ehmedê Xanî di bin bandore ‘Elî Herîrî,Feqêyê Teyran û Meleyê Cizîrî ‘de maye.Lêbelê hinek mirov jî bin bandore Ehmedê Xanî de mane. Ji wan mirovan yek jî Bedîuzzeman Saîdê Kurdî ye.Bedîuzzeman li ser goristana Ehmedê Xanî wiha gotîye:’Ehmedê Xanî maosteyê min ê manevî ye.’Va gotina jî xwe nîsana me kurdan dide ku Ehmedê Xanî bo azadîya gelê Kurdistanê zahf xebitîye û sala 1707 an de li bajarê Bazidê çûye ser heqiya xwe.
Min bi xwe jî Gorîstana Ehmedê Xanî dît û bi Ehmedê Xanî serî bilindim. Gorîstana wî bo gelê Kurd cîya serdanîyê ye. Ruhê Ehmedê Xanî sad be û cîyê wî bihust be.