Ji bo desteber kirina çeperekî berfireh
Ji bo sikandina qed û bendên bindestîyê.
Bê guman ji bo xebata tevgera rizgarîxwazê gelê me, rêzkirina çîn û tojên civata Kurdewarîyê,darijandina sitratejî û taktîkên xebatê, ji bo gihistina armancên pîroz, destnîsan kirina çawatîya xebatê,ji aliyê netewayetî, çînayetî, cinsî û civakî û çandî qonax bi qonax gelek giring e û nîviya serkevtinê ye.
Her wekû tê gotin mazintirin û bi hêztirin çeka me rêxistina me ye.
Hîc tistek bê rêxistin çênabe. Bi xasima di qonaxa îro da di welatekî wek Tirkîyê da û di Kurdistanekê bindest da.
Belê civata Kurdistanê jî her wekû hemû civatên,pir çînayetî û tojî,di nava xwe da ji hemû ta û tebeqên civatê pêk tê.Di civata me ya Kurdistanê da çîna dewlemend û çewsêner, çîna zehmetkês û karkeran, xudan milk û bê milk, ji birsî û têr,hur û gir, jin û mêr .. hwd.. hene. Civatekê pirreng e,loma daxwazî û armancên wan û pênasîya wan jî bi rêngên ji hev cuda ne. Loma her çin û tojek her ta û tebeqeyek ji bo bi destve înana armancên xwe yên dur û nêzîk, xwe rêz dikin û rêxistina xwe çêdikin û ji bo karê xwe, xebata xwe destnîsan dikin.
Bi gotinekê dinê di Kurdistanê da lîberal, sosyalîst, oldar, atayîst, feminîs jî dibê kar û xebata xwe darêjin û ji bona armancên xwe têbikosin.
Dema ku mirov rewsê wusa bi rast û zelal bibîne, wê demê hemû ew rengane dikarin di nava bazin û xalekê berfireh û bingehî da li dora situnekê da hevxebat bin.
Ew jî bazinê welatparêzî ye, anku di xebata netewî da, hemû lîberal û sosyalist û oldar û demokrat dibê di bin banê bi destve înana mafê çarenivîsê da hêzên xwe bikin yêk û tevgera rizgarîxwazîya netewî bigêrin.
Loma ban û bazina mezinê wan hemû reng û dengên civata Kurdewarîyê,tevegera netewi û demokratîk e.
Bi xasima di qonaxa îro ya xebata gelê me da, li navbera Anqera û Amedê da rêxistinek, ku xebata xwe ya sîyasî û civakî bi rêkekê sefaf û askira û berbiçav, ji bo armancên xwe yên dur û nêzîk, jî serê çekdarî û xwîn rijandinê dur, di nava xwe da êwirandina hemû reng û dengê civata Kurdewarîyê, li ser bingehê jîyanekê wekhevî û çareserîya mesela çarenivîsa netewî da, roleke mezin dilîze.
Bê guman bersîva vê rastîyê jî bihêz kirina HAK-PAR ê ye.
Her wekû me di serî da jî destnîsan kir, civata me ne yêk renge û ne jî yêk deng e. Loma rêxistina yêk hizr û rengî nikare girîpêçik û nakokîyên civakî û sîyasî û çandî çareser biket.
Bi vekirîtir bibêjin, çu partî û rêxistinek bi tinê serê xwe, nikare ji bin vî bar û xebatê bi serbilindî derkeve. Bi xasima bi çek û totalîterîyê û ne nasîna her cure mafên kesayetî û civakî, bi kustina hizra demokratîyê, ji kar durxistina rexnegîrê û sefafîyê, naçe ser.
Loma HAK-PAR çêbûye û di bernama xwe da armancên hemû reng û denga darîjandîye û ala berxwedanê hildaye ser milê xwe.
Roja ku pêkhatîye durusma xwe ya bingehî wusa destnîsan kirin: Ne asbetalî û ne jî macerparestî. Ji bona armancên netewi û demokratîkî, xebatekê sîyasî legal û demokratîk û sefaf, armanca stratejî û taktîkên xebata me ye.
Der û pencerên mala HAK-PAR ê gelek mezin û berfireh çêkirin ku her kes here nav û di nav da jî her cihêk û bixwazin bibînin û deng û rengên xwe biparêzin û bi hevra hevdu hêztir bikin.
Di diroka 50 salî ya xebata netewî li bakura Kurdistanê da, ji bo cara yêkê partîyekê wusa hatîyê damezrandin, ku ji bo careserîyê li ser biryara çarenivîsa netewî federasyon xistiyê bernama xwe . Anku mafê wekhevî û bi bi yêksanî jîyana gelê Kurd û Tirk û kemneteweyên dinê.
HAK-PAR ankû parastina hemû reng û dengê civata Kurdewarîyê.
HAK-PAR anku nenasîna xeta Îmralîyê û asbetalîya netewî û demokratîkî.
HAK-PAR ankû parastîna rêveberîya destecemî (kolektîfî) û ne nasîna putperestî û sexsperestîyê.
HAK-PAR anku parastina hemahengî û biratî û dîyalog û astîparêzîya neteweyî.
HAK-PAR ankû parastina hizra demokratîkî û nenasîna hizra birakujîyê.
HAK-PAR ankû dengê hewara azadîxwazîya hemû çîn û toj û tayên civata Kurdewarîyê.
HAK-PAR ankû berxwedan û parastina rumeta Kurd û Kurdistanê.
Bi kurtî û bi Kurdî HAK-PAR, wesîleyeke gelek giring e ji bo gihistina armancên pirozê welatparêz û demokratên Kurdistanê.
Loma îro erkekî gelek mezin dikeve ser milê hemû welatparêzên Bakûrî li welat û derveyî welat.
HAK-PAR wê kongira xwe ya 5’an, di roja 04.11.2012 da pêkbîne. Her wusa Kurdekî wek rêzdar Kemal Burkayî jî bo serokatîyê hatîye destnîsan kirin.
Her Kurdek kû ji rewsê aciz e û rêka rizgarbûnê digere, dur ji hesabên biçuk, dibê ji alîyê malî û sîyasî pistgîrîyê bide vê partîyê. Her kes bi gora imkanên xwe besdarî vê xebatê bibin.
Ev gotinên ku me rêz kirin, dema ku nebûne malê gel, civat xweyî lê dernekeve, wek xizîneyekê ye, ku di nava behra Kurda xwe vesartîye.
Werin em hemu reng û dengên civatê vê rêxistinê berfireh û bihêztir bikin.
Hita em nebine hêzek, ne navê me tê bihîstin û nejî kes me dibîne.
Ji bona hindê hernepês ji bo HAK-PAReke pir bihêz û tekoser.
Ji bo desteber kirina çeperekî berfireh.
Ji bo sikandina qeyd û bendên bindestîyê.
Newroz Bawer