BÎRANÎNÊ MIN -2
Gundê me
Gundê me li berpala çîyayê Elegezê, di nav mêrg-çîmana da palvedaye. Navê gund Qundesaz e. Pasê nav guhestin kirine RIYA TEZE. Navê bi dewrana zû nayê bîrkirin, niha jî qundesazî gundê xwera dibêjin Qundesaz. Ew yek ji wan donzde gundên kurdan e, ku despêka sedsala 19 an ji aliyê koçberên êzdiyan va hatiye avakirin. Kal-bavên me ji ferman, qir û bira dewleta osmaniyê û dîndijminatiyê cî û ware xwe hîstin e, revîn e û bi teherekî, xwe gîhandin wê heremê.
Kalkê min nave çar bavê xwe digot, mezelê wan goristana gund da bû. Ji kîjan herema Kurdistanê, dema kîjan fermanê û komkujiya êzdiyan revyabûn pak nedihate bîra mezina. Dema ez zarok bûm rîspiyan derheqa pêsiyên xwe çîrokên ecêb gilî dikirin, me tire çîrokên gelêrî ne. Zulm û xezeba wusa di wan çîrokn de hebû, ku di sere meda ci nedibû. Carna mezinên me jî êdî ji wan çîrokên xwe bawar nedikirin. Nave serê Zerîf xatûnê didan. Me ji komkujî, zulm û xezeba wî teherî bawar nedikir. Em zarokê welatê sovêtê bûn, me derheqa welatê kal-bavê xwe Kurdistanê, gelê xweyî kurd de pirtûka de dixwend, me ew welat hiz dikir û bawar nedikir ku gelê me kare wusa bîne sere hev.
Navê qebîla me Belî bû. Gundê mera digotin gundê Bela. Kala digotin qebîla me xaltî ne. Ji welatê Xalta hatine. Mele Mehmûdê Bayazêdî nave qebîla Belan di nava qebîlên êzdiyên herema Mûsê de dinivîs e. Bi rastî jî dema ez hevkî ji deb, zaravê kurdên Mûsê, nave xwerina, cilê wan re bûme nas, gelek tistên gundiyê me û kurdên mûsî li hev digrtin. Dibe xûna me û ya wana yeke? Pêsiyê me û yên wan dibe wê demê ji hev veqetiyane? Ew mane ser axa xwe, em xerîb û bêwar bûne
Salên koçberiya pêsiyên me û dema serê mala Kok axa bi êla Heyderan ra digihîjne hev.
Berî wî serî êl û esîrên kurdên êzdî ji çiyayên Hekariyê girtî, sînorê îranêve heta desta Bazîdê, dora Qersê, Mûsê, Erzirûme pirr bûne. Ji bo wê çendê heremê re gotine Êzdîxana Serhedê.. Mezina digotin, belgeyên dîrokî jî didin zanîn, ku berê-berêda li wur malmezineke kurdên êzdî: mala Kok axa desthiletdar bûye. Di nav xelkê de, heta niha jî çîrokeke balkês derheqa soltan Osmaniyê û Çoban axê, pêsiyê malbeta Kok axa de tê bîranîn
Digotin, giva sultanê Osmaniyê li ser hidûdê dewleta xwe û Îranê sivanekî êzdî dibe mêvan. Sivan qedrekî hêja jêra dike, sev wî û koma wî mala xwe da dide razandin. Mêvanhizî û mêrxwesiya sivên Sultan xwes tê. Demek derbas dibe, carekê jî sivan seyê xwe dide pey xwe û diçe dîwana sultên. Sultan wî nas dike, navê axatiyê didê û dibêjê: ‘ Here, ji vir hada tu Çoban axaî û xweyîkiirina hidûdê dewleta xwe ya wê heremê dispêrme te’. Dem û dewran derbas dibin. Deshilatdariya wê malbetê xurt bûye. Serhed dikeve bin hukumdariya wî. Xurtbûna wê mîrgeha kurdan deshilatdarîya Osmanîyê xwes nayê. Osmanî pêwîstiya pûçbûna wê dixweze. Bi wî meremî jî despêka sedsala 19 an (1811) dewleta Osmanîyê dîsa fernana qirkirna kurdên êzdî dide. Serê mala Kok axa û êla Heydera ji hema wê demê dest pê dibe.
Êla Heyderan êleke kurdaye pir mezin bûye. Koçer bûne. Kurdistana Îranê li ser hidûd bûne. Havîna sewalê xwe anîne zozanê Serhedê, zivistanê vegeriyane ware xwe. Serokê wê êlê, Elî begê Heyderî keça Kok axayê êzdî- Zerîf xatûna bedew bi zorê direvîne. Eyane, ku li bal êzdiyan zewaca ji civaka êzdiyan der qedexeye. Li ser wê bingehê serekî xûnrêj navbera kurdên musulman û êzdî de dest pê dibe. Werk serê Zerîf xatûnê bîra xelkê da maye.
Sebebê wî serî yên din jî hebûne. Heremê da erd û zozanên bas destê kurdên êzdî da bûye. Koçerên esîrên Kurdan ji derên din hatine zozanê serhedê, naxwestine vegerin. Nav wan û êzdiyên cî da nerazîbûn hebûye. Xwestine zorê jî hebe wan dera ji êzdiyan bistînin. Menî êlên koçer re çê dibe. Di bin nave olê de, ji her aliyava, bi hêlandan û alîkariya Osmaniyê, li êzdiyan têne hev. Çemek navbera êla Heydera û êla Kok axa hebûye. Ew çem bi xûnê dikse. Li ser çêm pirak heye heta niha jî kurdê wura jêra dibêjin pira xûnê. Ew serr êzdiyên we deverê ra dibe weke keresetekê, wek erdhejeke xezeb. Qebîlê êzdiyan yên qirr dibin, yên ji tirsê bawariya xwe diguherin dibin musulman, hinek diçin bal serokên kela Xosabê. (Ez demek pêsda rastî ji wan hineka hatim, raste wan bawariya xwe guhestiye lê heta niha jî ew koka xwe, nave xwe xweyî derketine, xwere dibêjin êla Kok axa). Bi gotina gotiya ew pirr mêrxwes bûne. Mîrê kela Xosabê wan dikin yekînê xwe. Yanê serokatiya xweyîkirina kelê dispêrine wan.
Bermayên êl û êsîrên êzdiyan yên ku wî serî xilaz dibin li gel neferê wê malbeta Kok axa derbazî hidîdê Rûsiyayê: Ermenistana îroyîn dibin û ji pey gera sala ra li berpala çiyayê Elegezê ji xwera gundên vala ava dikin. Bi texmîna min ew navbera salên 1815-1820 bûye. Neferê malbeta axê ‘axelera, dikevin gundê Mîrekê: Heta niha jî wî gundî ra dibêjin Mîreka axa.
Hinek êl û êsîrên êzdiyan jî xwe didin heremên Bazîdê, Qersê, di bin perê dewleta Rûs .
Raste, altindarî û serketin di wî serê dijî êzdiyan da nav û qedirê mezin Elî axayê êla Heydera tine û di nav axa-begên heremê de goveka deshiletdariya wî fire dibe, lê xurtbûna êleke wusaye mezin wek êla Heyderan, Torina mala Sero ne osmaniyê ne jî sahê Iranê xwes nayê. Tê texmînkirin tiliya wan navda hebûye, ku Mîrê kela Bazîdê bi mêvanî Elî axê teglîfî kela xwe dike û bi nemamtî dikuje. Bîranîna pêsiyên Heyderan de, hinek dibêjin ku Elî axa ji kelayê re avîtine, hinek jî dibêjin çûye mêvaniya Mîrê Bazîdê û êdî venegeriyaye. Çi jî hebe osmaniyê Elî beg bi destê kurdan kustine, ku him dijminatî bikeve nav kurdan, him jî kurd xurt nebin.
Kurdên êzdî re derbasbûna dewleta Rûsiyayê xilazbûn bû. Wura ji bo bawariyê, ola cuda evd nedikustin, fermanên qirkirnê, komkujiyên xezeb tunebûn, bawarî aza bû.
Ez niha difikirim, eger sînorê rûsa nêzîk nîbûya û êzdî derbasî wê dewletê nebûna, gelo niha ev êzdîxana rûsiyayê wê hebûya? Êzdiyê Serhedê da bimana? Eva pirse
Êla Bela ( anegorî bîranîna nêzîkî pênsid mal) direvine Eyntapa Bazîdê, wur çend sala dimînin, pasê ji wur jî diçin derdikevin kûraya Ermenistana îroyîn li ber gola Sêvanê. Riya wan bi sala diksîne. Ji pey ger û zemetiyên koçerîêye salaye dijwar li berpala çiyayê Elegezê sê gundan: Qundexsazê, Qurubixwezê û Çobanmazê, ku wê demê vala bûne ji xwera ava dikin. Wan salan êl û esîrên êzdiyan, yên din jî ku ji cî-warê xwe revyabûn, xwe li wan digrin û dora wan gundan, gundên din ji xwere ava dikin. Sîpika dikevin Camûsvana mezin (Elegez), Pampa kurdan, çuxresan Camûsvana biçûk, rosika – Karvanserê, recefa, mendesora, bûtka- Gozeldera Kurda, pîvaza, gerdenzera-Cercerîsê, sihana, anqosîya-Sengerê, Gozelderê, serqîya-Korbilaxê. Xêncî wan qebîlan me nave wan hildan usa jî gelek malbetên qebîlên din, ku bi hesab û qewata xweva kêm mabûn, di nav wan gundada dihêwirin. Gunde me da xêncî bela usa jî stûrkî, pîvazî, mendikî û korkotî hebûn.
Belî ji belayî ser bereka û bavika dibûn. Gundê meda: Kelê Ûso, Hozoya, Xwedê Koto. Korkotîya re digotin mala Semê Emo, stûrkîya re- Ferhê Kûto, mehemda re-Nemkê Gavan, Pîvaza re- mala Fariz
Bereka me Kelê Ûso bû. Malbeta mera digotin mala Biro. Eva tenê nav nîbûn. Gundde dema pivçûn, ser ‘dew dibûn, (gunde me de jî ser-dew kêm nîbûn) li hev diqelibîn. Hev qet-qetî dikirin. Evdê her berekê pista hev digirtin. Xîreta bereka xwe diksandin.
Gundên êzdiyan gisk jî li ser penayîke ne ewqas fire, nêzîkî hevin. Navbera wan da 2-3 km ancax hebe. Ez bawarim ji aliyê deshilatdariya Rûsa da, ku merkeza wê li bajarê Tilbîsê bû ew gundên vala despêka sedsala 19 an dabûne wan êzdiyên koçber.
Ew dever him dest e, him zozan e. Alîkî zozanên çiyayê Elegezê ne, aliyê din çiyayê Axmixanêye. Çemekî zirav navêra dikse. Despêka biharê ji berfhelê çem gurr dibe, havînê ava wê kêm dibe, der payîzê diçike.
Hewa herêmê ya zozana ye. Zivistan dirêj sar û serte. Bawarkî ses-heft meha berf e. Berf davêje nava mêrîv, bi mêtira dbare, rê-dirb dijwer dibin, carna têne girtin, dixitimin, ses-hevt meha heywan hundur da tê xweyî kirin, alifkirin. Bagerê berfêye pirr ecêb dibin, meriv nikare ji mal derkeve, çawa gundda digotin: cînar nikare here mala cînêr ‘. Mezina digotin berê berf-bagerê çiyayê Elegezê sere geleka dixwerin. Digotîn: ‘Zivistanê kê ji mala xwe derket xweyê sere xwe nine’.
Sê mehê havînê bûhûsta pîroz e. Buhust bi xwesî û bedewya xwe wan çîya- banî, gelî-geboz, mêrg û çîman dipêça, dixemilîne. Erd bi renga dinitire. Çêre davêje nava mirov. Dora gunda çandiniyê cê-gênim û gîhênê. Axa wur res e, bereket e. Lê ji bo dême (nayê avdan), havînê baran pirr kêm dibare û germayî jî dirêj nakisîne ekinê pak lê nayê. Çandinî ce, genim û gîha ye.
Gundî pêz, dêwêr xweyî dikin. Ji bo ses-hevt meha sewêl hundur da tê xweyîkirn pirsgirêka debarê time heye. Debar têrê nake.
Wî aliyê çiyayê Elegezê kanî jî kêmin. Pirsa ava xwerinê gundên êzdiyan da pirr dijwer e.
Digotin, berî hatina êzdiyan, azerî di wan gundan da jiyane, Havînekê berfa qalim dibare, çendekî dibe bager, sewalê wan hundur da ji birçîbûnê gisk qirr dibe, evan radibin çiqas kaniyê avê li wur hebûne giska bi hirîya pêz dixitimînin, xweliyê dikin ser, ku kes êdî nêyê wur nejî û ji wur bar dikin diçîn. Ev çîroka çiqas rast e, nizanim, lê rastî ew e, xêncî sê-çar mehê havînê hewa sert û sar e, kanî jî pirr kêmin.
Weke 20 km berbe bajarê Yêrêvanê û 20 km jî berbi alyê Sipîtakê (Himamlûyê), ji wur jî bajarê Tilbîsê hewa êdî xwes dibe, surust tê guhestin, zivistan ewqas jî dirêj û dijwer nine. Hewa nerm û reme. Bax û baxçe fêkîya hene, her tist tê bêcerkirin.
Me, carna ji mezina dipirsî: ‘ Heyran van pêsiyê me qet cî nedîtin, hema hatin ware xwe li vî çiyayê bêavî sar danîn? Hinkî vî alî yan wî alî da biçûna ’ Digotin: ‘Pêsiyê me ji xwesiya xwe vira nehêwîrîne. Vira him zozan e, hin aran e Ya dine jî ku çavê kesî li ser vî cî nîbe, ku ji bo zevtkirina cî dîsa fermanê li wan ranekin, yan bi serr neyêne ser wan ’
Sala 1941 ê, 22 ê meha Hezîranê dest bi herba navbera Almaniya hîtlêriyê û welatê sovêtê dibe. 31 ê meha tebaxê ez tême dine. Wê demê bavê min dibine eskeriyê. Jib o wê jî nave min datînin: Esker.
***
Sala 1941 ê, dewya meha mijdarê /novêmbêr/, cawê didine kalkê min ku kurê wî Boyîk, yanê bavê min ji ciyê leskeriya nehiyê disînine pêsenya sêr.
Dema ser dest pê dibe bavê min li gundê Engeserê nehiya Esterekê dîrêktorê mektebê bûye. Engeser gundekî kurdên êzdî bûye li Ermenistanê. Weke 70-80 km ji gundê me dûre. Ji pey sala 1920 î ra êzdiyên koçber ew gund ava kiribûn. Pasê ew wek gundekî bê pêrispêktîv, yanê bê pêsîroj hate betalkirin. Gundî belayî li ser gund û bajarên dorê bûn. Niha ew gund tune.
Ji despêka sêr wextê demek derbas dibe dewleta sovêtê biryarê dide, ku ji civakên wek kurdên êzdî yên kêmjimar, ku koka wan di wî serî da neqele ji wan nebin pêseniya sêr. Kê birine bese. Yên din bira pistê da bixebitin. Bi vê biryarê bavê min karibû neçûya sêr, ji leskeriya welatê sovêtê xilaz bibiya. Karê xweda bima. Lê bavê min erzê dinivîse bi rezadilî dixweze here sêr. Dibine leskeryê, mehê ewil nehiyê, bajarê Esterekê da xweyî dikin. Wura jî berbirî komîtêya leskeryê ya bilind dibe ku bisînin pêseniyê. Ew jî xwestina bavê min dipejirînin.
Ew cawa giran sîn-girî dike nava neferê mala me. Usa jî halê malê pirr dijwer bûye.
Du lawê kalkê min bûne. Lawê biçûk Moskov êdî li pêseniya sêr bûye. Lawê birayê kalko, ku zarotiyê da sêwî mabû û kalko wak lawê xwe xweyî kiribû, mezin kiribû: Mêlîk jî êdî biribûne pêsenya sêr. Herd jî çend meh berî sêr zewicandibûne û herd bûkê gêncê ‘rûbixêlî’ malda bûne. Birayê kalkoyî din, çend sal berê gundda di nav pevçûneke gundiyan da hatibû kustin, sê zarokê wîye sêwî hîviya kalko mabûn
Ez û dayke xwe, pîrka min Ew mala pirnefere giran mabû ustiyê kalko da.
Neferê malê giska kalkora digotin Bavo.
Min û bira-xûskê xwe, me bavê xwera negotiye bavo Bira û xûskê min bavê min ra digotin ‘apo’. Zarê apên min, neferê malbetê teva jêra digotin ‘Bavo’.
Kalko, me tevara ‘Bavo’ bû û heta niha jî, vî emrîda jî, di esmanê bîranînên min da Bavo ji min ra bav bûye û ciyê bavo kes nikare bigre
Min pîrkê xwe, ne aliyê bavê, ne jî aliyê dê da nedîtin. Derheqa kalik û pîrka xwe yên aliyê dê da ezê pasê ji bîr bînim. Niha gilî derheqa kalik-pîrka mine aliyê bavê da ne.
Pîrka min dema wê cawê dibihî digrî, porê xwe vedirû, radibe û Bavo ra dibêje: ‘ Mala te bisewite, kurê te dibin ber gullê, tu malda rehet rûnistî, rabe, ez gerekê herim kurê xwe verêkim.’
Zivistan, sar, berf-bagerê çiyayê Elegezê, wek niha ne erebe, ne tist, gerekê bi piya, linga herin derkevine Esterekê. Gundê me heta Esterekê 60 km e. Daxweza pîrkê Bavo dike halê giran. Bavo dixweze tenê here bavê min verêke, lê çi dike pîrka min nikare, dewî jêra razî nabe.
Karê xwe dikin, lawê korapekî xwe: Sûmo didine pey xwe, berbang da didine ser rê û berê xwe didine Esterekê. Wê demê Sûmo 14-15 salî bûye.
Diçin, bavê min dibînin, verê dikin, vedigern. Rêda qezya li wan diqewime.
Têne mal. Mehek nakeve navberê ji wê qeziyayê pîrka min dimire.
Ji bo wê qeziyayê mala me da kêm xeber didan. Bavo qet nedixwest derheqa wê qeziyayê da biaxive. Diqehirî, xwe sûcdar dikir. Hazira jî nifir li Sûmo dikirin.
Bûyar çawa bûbû, pasê Sûmoyê apê min ji minra gilî kir.
‘Berbangê em ji mal derketin. Ro bejnekî bilind bûbû dema em gihîstine gundê Axbaranê. Rojeke xwes bû. Kalkê te, apê minî-Hiso dixwest em herin mala ermeniyê dostê wî, heta avtoyeke ku diçe Esterekê bivînin pê herin, pîrka te, amojina min Bêzê lez diket, ecele dikir, bawar nedikir xwe kurê xwera bigîhîne. Bextra, hema em çawa gihîstin li nav Axbaranê, avtoke barbir sekinî bû. Diçû Yêrêvanê. De riya Yêrêvanê jî nava Esterekê ra derbaz dibe. Xêra Xwede. Apê min sofêr ra xeber da, me hersêka pind xwe pêça, avtê syar bûn û me berê xwe da Esterekê. Çiqas jî ser avtoyê sar bû, avto li ser çel û korê rêya xirab hilditeqilî, em ji rêwîtiya xwe pir razî bûn. Ew hezar qetî ji linga çûyînê çêtir bû.
Berêvarê em gihîstine Esterekê.
Bi pirsa me çîyê eskera dît. Boyîk ji mezina destûr xwest, hat gihîste me, hevalê wî ji mera ciyê mayînê û razanê dest xistin.
Esterek jî ne wek Elegezê sare, xwese. Ciyê me xwes, germ, tije xurek û fêkî, herd rojê me wek bawûskekê derbaz bûn.
Amojinê û apo ber bavê te lava dikirin, ku ji biryara xwe sûnda vekse, qirara efûya dewletê ji bo êzdiyan heye, here erza xwe pasda hilde, neçe sêr
Lê Boyîkê kurapê min berk sekinî bû. Bi gotina wî, ew serê wê zû, di nava çend mehada biqede. Welatê sovêtê xurte, wê zûtirekê serkeve. Hevalê wî gisk diçin borçê xwe himber welat biqedînin, ew neçe serme, giskê qerfê xwe jê bikin. Tek temîke wî hebû, tim diwekiland:
-Heta ez vegerim qatî Gulîzerê û Esker bin. Gulîzer xerîbe, kesekî wê gundda nîne.
-Arxayîn be birê min, tek tu xwe xweyîke, tek tu sax-silamet, xêr û xwesî ser meda vegere, em tu tistî ji Xwedê naxwezin. Emê bûk û nebyê xwe wek çavê xwe xweyîkim.
Ji pey du roja ra me bavê te verê kir. Dîsa bi avtoyeke usa em vegeryan Axbaranê.
Me jî bawar nedikir çûyîn-hatina meyê usa rehet û bê dijwerî derbazbe. Kêfa apo ne xirab bû, nedixwest amojin jî ber xwe keve. Gotinên bavê te jî hevkî ew arxayîn kiribû, gumanên xêrê kiribûn dilê wan.
Nîvro bû em ji Axbaranê derketin bi rêya zirave nava qûçara berbi gundê xwe livyan. Rê êdî ya gundê me bû, em wê rê da tim çûbûn- hatibûn, her kevir, her çivane, çel û kor ji mera nas bûn. Ew rêya avta û erebaye zirav, di nav qûç û newalara çivane diksiya. Der ‘dorê me gisk berf bû. Hersal rê ji berfê dixitimî. Wan sala erebe kêm bûn, xelk bi piya diçûn-dihatin. Rêya piya cî-cîya ji wê rêya ereba diqetiya, kese, di cîyê hasê, nav zinara derbas dibû.
Ez pêsiyê diçûm, pey min pîrka te bû-amojna min, ji pey me jî apo dihat. Em ji pira Mîrekê * derbas bûbûn, rêya peyaye kese ra em di nav zinarara derbas dibûn. Wê tangê li dora me xilxilê kevira û zinarê mezin bûn, nava tûmê sîlanada pêçayî. Niskêva pist min bû xisînî û qûjîn ji pîrka te hat. Min pasda nihêrî gurekî weke kera, ji pist zinêr banz da û xwe avîte ser amojnê. Bêxweyî, bi qîlê xweye weke kêra cilê pista wê vejend û qîl ji xûnê sor bûn.
Ji tirsê çokê min sist bûn û min xwe avîte pist zinêr. Amojina birîndar xeriqî kete nav piyê gur. Apo xwe sas nekir parava rahîste gûr, heta wî hebû bi herd destê xwe gur qepece kir. Gur amojin berda, ew û apo gihîstine hev. Gur devê xweyî xûn vekirîbû, qîlê wî diçûrisîn, bi heçar linga parava apo dixist lê nikaribû ji nav milê apo derkeve. Herd milê kalkê te jî xûnêda mabûn. Apo her tist dikir ku devê gur dûrî xwe bigre. Nizam çawa bû apo lasê gur bilind kir û heta wî hebû li zinêr xist. Kastîn ji gur hat. Apo fesal lê stend û destê xwe kire xeneqê, kire bin xwe xwest bixeniqîne.
Xire-xira gur bû, çavê wîye sor bijiqîbûn, derketibûn, lê dihat xanê gorî zexm bû, teslîm nedibû, xwe vedigevizand, bi linga zerp apo dida, cilê wî diqelast. Apo bi teherekî ew zevt dikir û dida kerkirin
-Sûmo, birayê min netirse, kêr qayîsa pista minvane, derxe bide apê xwe
Apo çiqas got, çiqas dil da ber min, Qûjîn û qarîna wî bû, ez ji tirsê ji ciyê xwe nehejiyam. Apo dît çareke din tune bi destekî gur girt, destê din xwest kêrê derxe, gur ji destê wî xilaz bû lingê xwe ji xwera kas kir û reviya
Amojin pistê da birîndar bû. Qenc bû, cilê lê qalim bûn, qîlê gur kûr neçûbûbûn. Apo jî xwe zû pêra gîhandibû. Birînê lê giran nî bûn.
Cîkî sax di herd milê apo da nemabû. Kincê wî gisk zîtol-zîtolî bûbûn.
Heta amojin ser xweda hat, birre zilamê ermenî li meva derketin. Navêjî ew pey me tên. Wana dûrva em dîtibûn, dihatin hewara me
Bi alîkariya wan em gihîstine mal.
Çend roj sûnda lasê gurê geverbûyî fêza gundê Mîrekê dîtin. Kalkê te ew di nav milê xwe da wusa givastibû ku parxanê wî gisk sikênandibû.
Doxtira gotin ku bêxweyî har bûye
———————————————————
*Çemekî zirav di navbera gundê me û Axbaranê ra dikse. Li ser pira heye. Pira nêzîkî gundê kurda Mîrekê ye. Ji bo wê jî wê pirê ra dibêjin- Pira Mîrekê.
Eskerê Boyik