Di orduya Tirk da xwekustin
Di van demên davî da li ser xwekustinên di nav ordîya Tirk da gelek gengese kirin tên pêkanîn. Hin kesên demoqrat xwe gihastine hev, ji bo leskerên ku hakaretî li wan tên kirin alîkarî dikin û li heqên wan digerin.
Hin kes jî li ser sebebên xwekustina leskeran disekinin û dibêjin ku li leskeran zilm û zordetî tê kirin loma xwedikujin. Hin kesên kevneperest tu xusûsî naynin ser zabitên Tirk û wan her bilind dikin.. Ki çî dibêje bila bibêje tistek rast heye ku di nav ordîyê da heq, edalet û hiqûq tûne ye..
Min havîna sala 1966’an li Isparta eskerî dikir. Ji me ra dikotin ‘ER ÖGRETMEN’. Em di nav eskeran da, di tabûra duwem da sê grup 1200 mamoste, ji eskerên mayîn veqetandî bûn.
Dema rojên ewil me dest bi eskerîye kir çawîsan zorî û zilmek gelek mezin li me kirin. Havîn bû û me xwarinan ne di hundir da, li derva dixwar. Heta me xwarina xwe di qedand bi hindikî çawîsan 10-15 caran me radikirin ser lingan û bi deqîqan me didan sekinandin. Heker tu hicetek nedîtan digotin:
‘Kefçî, sênik û çetelên we deng derdixin hadê rabin ser lingan.’
Ew kiryarên çawîsan me bê hal û bêzar kirin. Dema rojek dîsa ji me ra gotin ‘Rabin ser lingan.’ Ji nisk va her kes sênika ber xwe girt û firand ser çawîsan. Ji alîyê dî va hicûmê çawîsan kirin. Çawîs nizanibûn çi bikin, tu mefera xwe nedîtin revîyan. Pistî vê bûyêrê çawîsan êdî dengê xwe nekirin, dev ji vê jilma xwe berdan. Ji me ra jî kotin:
‘ Zabitan me civand û ji me ra gotin pêwiste ku em zordarî bidin we, bi hicetên biçûk ezîyetên mezin bidin we. Em jî êdi bi gotina zabitan nakin.’
Rojek kesên nas hatin dîtina min û hevalek Mêrdînî. Bangê me kirin em çon derîyê nîzamîyê. Li wir salona hevdîtinê hebû. Em bi nasên xwe ra li salona hevdîtinê rûnistin me sihbet kir. Nasên me çon. Me jî berê xwe da derîyê derva ku em herin. Eskerek hat cem me got ku komûtan bang dike û me bi xwe ra bir pist salonê bir odeyek. Serçawîsek (üstçavus) bi sê pirpir kirî, yekê kinikê bê ser û sînçe hat cem me, tu xeber negot û heta Xwedê qewet dayê ewî her yek ji me 2 semaqan li me xist.
Me nizanibû çima li me dixe û sûcê me çî ye?.. Min pirisî gelo çima li me dixe, sûcê meç çî ye?.. Ewî dîsa min da ber semaqan. Li hevalê Mêrdînî nexist belê heta dilê wî rehet bû ewî li min xist.. Tistek dî ji me ra negot û me sand nav koma me. Em hatin nav koma (Gruba) xwe. Min erzûhalek nivisand, di erzûhalî da bûyêrê anî zima û da yazîxana komê. Min sandin yazîxana bêlûkê. Min erzûhalê xwe da yazixana komûtanê bêlûkê.
Tistek derneket. Pistî çend rojan min erzûhalek da yazîxana komutanê alayîyê. Bûyêrê tamemî qise kir. Ji wê jî tistek derneket. Pistî çend rojan dîsa min erzûhalê xwe da yazîxana tûxayê. Min xwest di heqê wî serçawîsî da doz vebe.. Dîsa tistek nat kirin..
Min 4 heyv (meh) eskerî kir û perwerdîya eskerîyê dît. Di nav van çar mehan da bi caran em gorîya ramana sereskeran seba sûcê ku yek merivek bi tenê kiribe em temam hatin cezakirin Di vî çar mehî da neheqî, needlayî, zorî û zordarîya ku li me hat kirin bê sik û siphe dibûn sebeba xwekustinê, dibûn sebeba revandinê . Min bi caran ji hevalên xwe ra got û ez hê jî dibêjim heker min salek niv an du sal ekseri kiribûya ezê ji eskerîyê birevîyam
Min li Isparta eskerî kir. Rojek dijî daxwaza me, tuxayê tev civandin û birin stadyoma bajêr a gokê. Taxima Karagücü li meydana gokê dijî taximek dî gok (top) dilîst. Maç xilaz bû. Dîsa me bi tendrûstî paskî zivirandin tûxayê. Tûxay 4-5 km ji meydana gokê dûr bû
Em di rê da bûn, taxima goka tuxayê di qamyonek da hatin ji me borîn. Hin kesan çepikê xwe li hev xistin û ji esqan sewqeyên xwe hevrazî avêtin Em 5 km mesîyan hatin tûxayê Zabitê nobetdar me li meydanek civan û got:
‘Gelî hevalan, em mecbûrin dîsa bizivirin nava Isparta. Dema win di ber mala komutanê tûxayê da derbazbûne we çepikên xwe li hev xistîye û we sewqeyên xwe hevrazî avêtî ye. Xanima komûtanê tuxayê li balkona xwe bû ye û vî hareketê we ne qenc dîtî ye. Ez jî bi we ra, mecbûrin dîsa herîn di ber xanîyê komûtanda bi gotina mersa herbîyê derbazbin, bizivin werin.’
Me serhildanî kir. Zabitê nobetdar got:
‘Merivek ji merivek dî ra gotîye;
– Ezê bi guhên te bigrim, te li dora dinyayê bigerînim.
Ewî merivî jî gotiye;
– Tu bi guhên min bigrî, min li dora dinyayê bigerînî, ma tû jî bi min ra nînî?…
Hema min li dora dinyayê bigerîne heta tu dikarî, ne tu jî bi min ra li dora dinyayê digerî
.
‘Niha winê bizivirin di derê mala komûtan da mersa herbîye bêjin û car dî werin vir. Ma ez ji bi we ra me. Eynî ceza ez jî digirim ’
‘Hevalno qenc guhdarî bikin. Ew cîyê ku hukmê aqil xilaz dibe, eskerî destpêdike. Vî jibîr nekin. Di eskerîyê de aqil, mantiq tune .’
Zabitê nobetdar di jîyana xwe a sivîlî da qaymeqam bû û li eskerîya xwe zabitî dikir. Gotinên vî qaymeqamê hêja tucar ji guhên min dernakevin
Sinorê ku aqil û mantik xilaz dibe, eskerî destpêdike.. Di meydana eskerîyê da cîyê aqil û mantiq nîne. Belê gelê Tirk dema zarokên xwe ji bo eskerîyê bir rê dikin siloganek nav vala ‘Esker’e herî mezin eskerû Tirk e’ davêjin, serên hevwelatîyên dî jî bi vê siloganê dison, vala dikin.
Dîsa propoganda eskerîyê di nav gel da bi awayek herî dijwar tê kirin, pesin û fortên eskerîyê tê dan. Tirkên kevneperest wisa bi pês va diçin û dibêjin her zarokek Tirk ekser tê cîhanê, esker diçe ser dilovanîya xwe Dewlet û kevneperestên vî welatî nahêlin kes ji kêmasîyên eskerîyê bipeyîve, nahêlin kes xetereyên sereskeran, zabitan û generalan bîne ser ziman Kesek sist, teklîhev û gelas hebe, dibêjin : ‘ Bile here ekser tê bibe merivek qenc.’ Bi vî awayî qencîya eskerîyê zeximtir, xurttir dikin.
Heqaretî, zilmî, zordestî û bêedaletîya ku li ekser tê kirin, eskeran ji sexsîyeta wan dûr dike, wan ji insanetîya wan dixe. Ji xeynî xwekustinê tu çare ji eskeran ra namîne
Berî çend rojan di qanalek televizyonê da hin kesan li ser xwekustina eskeran gengese dikirin. Zabitek albay ku di nexwesxana Gatayê da kar dikir sebeba xwekustina eskeran tanî ziman Sebebên berî hatine ekser digot û sebeba xwekustinê bi denga ne tendrustîya van va girê dida. Sebeba zor û zordarîya sereskeran, sebeba heqareta zabitan nîsan ne dida.
Dema yekî dibin ekser mieyene dikin. Mieyena saxî û nexwesanîya wan dikin. Ji kîlo hetanî bejna wan balkês dikin. Balkêsîya nexwesanîya wan, balkêsa qeweta wan dikin. Belê qet balkêsa ruhê wan nakin, balkêsa denga wan nakin.
Ez di vê bawerîya da me kesên ku denga wan ne li cî be pêwiste nebin ekser. Kesên psîkolojîya wan xirab be pêwiste nebin ekser. Rewsa ezîtîya (sexsîyeta wan) ne temam be pêwiste nebin esker.
Kurek xwarzê min hebû. Denga wî wisa xirab bû ku bi serê xwe nikaribû ji cîyek biçe cîyê dî, yani nikaribû bi serê xwe ji Sêrtê here Bilîsê.. Dewletê wî girt eskerîyê. Wî dan bajara Agirî yê. Nikaribû ji bajara Sêrtê here bajara Agirîyê. Bavê wî, wî bir Agirîyê teslîmê qisla wî kir. Dema teskere sitand dîsa bavê wî ço wî ji qisleyê teslîm sitand anî Sêrtê
Gelo çima dewlet kesên bi vî awayî bê debge dibe esker?… Gelek sensê wî û dê û bavên wî hebûn ku evî xortî xwenekust
Heker bi awayek bê teref lêkolînek bêt kirin, tê eskere bibe esker ji ber çî xwedikujin.
Tirk dibêjin qisla eskerî ocaxa berwerdîyê ye, bi rastî qisla eskerîyê ne ocaxa perwerdê ye, ocaxa xwekustinê ye
Kazim Özdemir