Kesera Çand, Adet û Toreyê Bav û Kalan û Welêt
Li Awistûralya, ji xwendevanên Dengê Kurdistan, Dengê Azad û Dengê Agirî ra ‘Roj bas, dema we xwes’ dibêjim, dixwazim dîsa ji wan ra û ji hemû xwendevanên bi zimanê Kurdî ra, bi zimanê dayîka xwe çend tistan jibo kesera welêt, kesera çand, adet û toreyên bav û kalan, qase zanîna xwe, ku di zaroktîya xwe da li herêma ku ez li wir ji dayîk bûbûm, tistên ku min bi çavên xwe ve dîtîbûn û di nav wan tistan da jîyîyabûm, ji hemû Kurd birayên xwe ra yek û yek bibêjim û binivsînim.
Belê birayên delal, dîroka terkî-welatîya min di sala 1951’î, çardehê (14) Avrêlê, ango meha Nîsanê da destpêdibe. Di wê sal û dîrokê da ez xortekî sanzdeh (16) salî, ciwanekî bejn tenik, jar, wek sîtil, sivek dara bî, balam jîr û jêhat, di zevîyên pembû, yên Desta Çal -ango Adana, Çukurova- da li tev êrxatek çil-pênce kesî di bin tava germ, wek agir da kulbekar bûm. Xwarina me nanê ce, lê res, bibexsînin wek tepikên rixê û gîrmî, ango sorbe ya wek malêza kûçikan, nav jî ‘Mirmirik çorbasî’ bû. Li wir ez di kesera gîrmîya, ango sorbe ya dan û nîskê û nanê sêlê, bi taybetî jî Sîr û Zerfetê da mabûm.
Min di wê salê, heya sala 1954’an, di navbera gundê xwe Kûpik û Edenê da du (2) car tesî rist, çûm û hatim; lê di Gulana heman salê da vêca min berê xwe da Rojava, metropola dijmin, bajarê nav Stenbol. Stenbola ku jêra digotin ‘Stenbola xewnan’. Gelo bi rastî Stenbol, Stenbola xewnan bû? Stenbol, jibo min û jibo bi hezaran kesên wek min Stenbolek derd û kulan bû. Erê bajarekî mezin, mal û xanîyên ne wek yên gund û welatê min, lê jibo min bajarekî nenas, wek girtîxane û zîndan. Li wir her tist jibo min tev cihê bû. Çand, adet, tore, awaz, ziman, bawerîya olî, xwarin, vexwarin gîst jibo min xerîb û bîyanî bûn. Min li wir nedidît ku kesek sersala me ya bav û kalan Goxendê pîroz bike. Min nedidît ku kesek li wir xwe têke dilqê Kalê Sipî -Neol Baba- an jî Erebekî Zengî, mal bi mal bigere, qesmerîyên cur be cur ji der û cîranan bide temasekirin û kêfa wan bîne, dilê wan sabike û bide kenandin. Min qet nedidît kebanîyek malê hevîrê parxaçekî amade bike bavêje binê sêla agir bipêje, pistî pijandina wê parxaça gilower, îcar derxîne bide ser xonçê, ango sifrê, dûra jî bi kêrê qalixê ser bibire rake û bi pozikê kêvçî ve jî hundurê wê derxîne bike wek qasnaxê bêjingekî û wî nanî hûr-hûr bipisêre, sê (3) darikên sikil cihê-cihê, li gor navê wan çibike -nav ev in: Qismet, Cotkar û Dewlet- bike hundur nanê pisartî û suva têke cî, ango hundurê qasnax, dûra bi hesikê dewê tîr û bi sîr berde dorê, pasê jî tawek rûnê kelandî berde ser navîna wî nanê pisartî û hemû neferên malê li dorê kombin, bi destan bixwin û li wan darikan bigerin. Ev jibo min keserek gelek giran, bi jan û ês bû û ew jan û ês heya roja îro di dil û kezeba min da cî girtîye.
Lê pîrozkirina cejna Xizirê Kal û sê (3) roj rojî girtin? Lê xwarina wê cejna pîroz, ku navê wê xwarinê ‘Qawût’ bû û bi hezaran sal berê destpêbûbû, bav û kalên me anibûn gîhandibûn wê rojê? Lê pistî sê rojên rojîgirtî, serjêbûna pezên gorî, ango qurban û çûyîna ser tirbên bav û kalan, xusk û biran, ap û xalan, gîrî, sîn, sîwan û mersîyeyên dayîk, dapîr û bûkan?. Ku her mersîyekî çavên mirov tijî histêr, dilê mirov jî dax dikir. Axxxxx ew rojana, ew salana….
Belê xwendevanên xosewîst, ne tenê evana. Vana qismek ji bawerîyên olî bûn, ku her yek xudan wateyek hêja û jîyanek komeletî bûn.
Lê duxweskanîya bûk û jinên gund, dîlanîya sê sevan?
Qet di bîra min da naçin ew sê sevên dîlanî, di wan roj û salan da. Ango sêst yek (61) sal berê. Bê derew, wexta ku jinek, an jî bûkek nû-ciwan li gund duxweskan dibû, em gîst xort û keçên gund, me xwe dixemiland, jibo sê (3) sevan em diçûn di mala wê dayîka Kurd da kom dibûn, dîlanî li wir destpêdibû, em dileyîztin, me govend digirt, me distra, kilam digot, qesmerîyên cur be cur li neferên wê malê temase dikir, ku hedûra dayîka ku duxweskan bûye û hemû neferên wê malê bînin.
Xwendevanên delal, bi destûra we, ez dixwazim li vir xalbendekî vekim, dûra dîsa vê babetê bidomînim. Li herêma me, ango derdorên qeza Mêzgirê ji jinê ra filan jinik ‘Za’ nabêjin, ‘Duxweskan bû’ an jî ‘Zarokekî wê, -ku kî ye- bû’ dibêjin. Ez bawer im peyva ‘Za’ jibo ajalan, ango heywanan tê gotin, ne jibo jinên ku dayîkên me hemû mirovan in.
Herwaha, lê alîkarîya hemû gundîyan jibo wê malê? Ev qet ji bîrnabe jibo min. Di rojên wer da, hemû xwarina neferên wê mala jina ku duxweskan bûye, ango zarok anîya cîhan, gundîyan dipat dibirin. Him jî nan û xwarinên gelek xwes, wek Sîr, Zerfet, Keske, Qawût, Herîre, Nanê Tewê hwd. Lê niha? Axxxxx, bersîva vê pirsê ‘Niha’. Dijminê zalim, barbarê koledar, ne gom û mezire hîst û ne jî gund. Di pagên gundên me Kurdan da dixwînin kund. Gelek Kurd di Kurdîtîyê da derxist, kir wek xwe barbar û zalim, kir eslê kewê; kî jî kir wek min, li welêt derxist, îcar kirim kerengê ber bi bê, li kevir û kuçan xistim, ba û bahozê ez di ser çîyan da derbas kirim û avitim nav pêlên Derya Okyanûs, anîm li Awistûralya derxistim; ji çand, adet û tore, awaz û hemû kevnesopîyên bav û kalan dûrxistim, heyyyyyyy hewaaaaaar, hewaaaaaaar, hewaaaaaaaar
Li qisûrên min mêze nekin xwendevanên hêja; kela dil radibe jibo kesera welêt, jibo çand, adet, tore, awaz û kevnesopîyên bav û kalan, dibe agirpêj min disewitîne, îcar bêgav dimînim, digîrim dikim hewar, we jî dikesirînim, dikim sîrikê derd û kulên xwe, bibexsînin.
Herwaha divê ez ji babetê dûrnekevim, dîsa dagerim werim ser gelsa kesera welêt, çand, adet, tore, awaz û kevnesopîyên bav û kalan, balam yên bas, yên ku divê çucar ji bîrnebin.
‘Bîrnebin’ dibêjim, lê mixabin gîst ji bîrbûn çûn. Serîyên zêrin tên di der da/ qûnên bi gû ranabin di ber da. Belê usa bûye. Duh êvarî seva sersala nû bû li vî welatî, ango li Awistûralya. Sersal di nav cos û dîlanîyek bê tixûb da derbas dibû. Mîlyon û nîv mirov li pês avahîya nav û deng Opera House û derdorên pirda Sydney, di nav sewqên rengîn da kombûbûn, fîsekên hewayî, wek stêrên ser asîmanê çîk sayî û sîn li hewa diburiqîyan, sewqa wan dîmen û pêsdarîyek bê salixdan dida ava behrê û bajêr, min jî ev dîmen û pêsdarî li tev bermalîya xwe Refa Xanimê, di mala birazîya Kek Kemal Burkay, Nacîya Xanimê û mêrê wê berrêz Welî Doxan, di têlewîzyonê da seyr dikir, lê ez bi lasê xwe ve li wir, ango di wê malê da, lê bi gîyan li gund, li welatê xwe bûm. Min li der, li ser berfa sîs, bi berfê Kalê Sipî çêdikir. Di malê da jî li tev bav, dayîk, xusk û birayên xwe Zerfet dixwar, li sê darikan digerîyam, lê min ew nedidîtin. Gîst ji min dûrketibûn, ez jî ji wan dûr, birîna heyî jî bûbû kûr; diêsîya, yekcar dengê Nacîyê Xanimê ez veciqandim ser xwe, lê kerba dil, xem û kesera sêst yek (61) salên dûr û dirêj?. Lê kesera sersala bav û kalan, ku me ji wê ra ‘Goxend’ digot, ji wê, ji cejna Xizirê Kal, seredana tirbên bav û kalan, xusk û biran, ji hemû adet û toran bêpar û dûr?..
Belê xwendevanên hêja, sersala me li vir usa, di nav axîn û keserê da derbas bû, lê sersala we? Gelo ew adet û tore, rabûn û rûnistina bav û kalan, giramî, rêzgirtin wek berê maye? Hûn Goxenda xwe, cejna Xizirê Kal pîroz dikin? Ez bawer nakim, dijmin hûn jî ji wan tistan dûrxistin, lê dîsa jî hûn ji min bêtir bextewar in. Ji ber ku hêj piranîya we biran, ango hûn li ser erdê bav û kalên xwe ne, ne wek min, ne usa?. Ez hêvî dikim hûn ji Kekê xwe ra, ji dê, bav, bapîr, dapîr, xal û xaloja xwe ra ‘Heval’ nabêjin.
Belê xwendevanên xosewîst, sersala me ya ku nav ‘Goxend e’ nêzî sê hefte berê derbas bû, cajna Xizir li pês, dûwayî ya vê mehê û destpêka meha Sîbatê. Ji ber vê yekê ez carek dî ji we ra ‘Sersala we û -yên ku bawerîya xwe ji cejna Xizir ra hene- ‘Cejna we ya Xizir pîroz be’ dibêjim û dixwazim jibo vê babeta keserê ji we ra helbestekî binivîsînim û dûwayî didim nivîsa xwe.
Berî helbestê ez ji we ra hêvî û daxwazîya dilê xwe bibêjim. Hêvî dikim ev sal, ango ev sala 2013 jibo hemû gelên cîhan bibe salek astî, bêser û pevçûn, jibo gelê me jî bibe salek azadî û serxwebûnê. Bi vê hêvîyê ez destpêka helbestê bikim.
Kesera Kûr, Car Dî Xort Nabim
Xwezî sivan bimama li ser gaz û tat û dest û çîyan
Raketama li bin sîya darên mazî, bî, gûz û tûyan
Bimirama li ser erdê Kurdistan, warê bav û kalan
Neketama xurbetê, li nav kesên xerîb û bîyan
Xwezî bimama li welatê xwe, jibo gepek nanê tisî
Bikisîyama li ser erdê bav û kalan, wek jûjî û kûsî
Bijîyama di sikeftekî da li ser erda sar, bênivîn û kursî
Bimirama li wir taz û rût, wek baçermok û masî
Ji kevir û kuçan, ji newal û neqeban ra bibûma heval
Li pey naxira dewar û pêz sivan, min bikutana bilûr û qewal
Biçêrandina pezên xwe li zozanan, vexwarina avên sar û zelal
Êvar, êvar ber bi gund dagerîyama, kasek dew vexwarina li mal
Bi salan e keserê jehr kirîye ji min ra jîn û jîyan
Derd û kulan ez kustim, nemame li ser çêq û pîyan
Dê bimirim li xurbetê, dûrî qom û qebîl û xusk û biran
Li dor meyîtê min negîrin Kûpikîyan, heval, hogir û der û cîran
Çiqas zor e, çiqas zor e, ev rews û ev hal
Heftê ses sal pirr zû hatin çûn, êdî ez bûme kal
Ber bi çala kûr diçim, dê ewder ji min ra bibe mal
Gîst mar û misk bin li dor min, ez jî ji wan ra heval
Ax li min, ax li min keserê ez kustim, kesera welêt
Li wir pitik bûm, xort bûm, bextewar, ciwan û pêt
Dijmin ez li wir dûrxistim, kirim kerengê ber bi bê, hewaaaar
Kevir û kuçan xistim zalimê zalim, ez kirim kûd û sêt
Wext dijmin e, zalim e, wek gurên har û hov
Mêvan e li cîhan her jîndarek, li tev mirov
Herkes rêwîyê ber bi bin axa res e, bê guman
Mirin hût e, ji xwînê têr nabe wek Tirk û Moskov
Nêzik bûye dijmin di dest da sûr e
Bêçek û bêhêz im ez, kustin ne dûr e
Çîyê xwarinê çal e, tarî gora kûr e
Li wir ew e, mar û misk in, cendeng nêçîr e
Riza me kal û pîr im, bêsûr û çek im
Lasê da hêz nîn e, çito ço rakim
Serkeftin nabe, qet bawer nakim
Dê bême kustin, car dî xort nabim.
Têbinî:
Min ev nivîs di yekê vê mehê, ango Çileyê pasin da nivisî, lê di heman rojê da ji we ra nesand. Hêvî dikim hûn vê nivîs û helbesta min biecibînin. Di milê dî da tika min ji we çarîn bi hevra neyên girêdan, wek orjînala xwe derkevin.
Silav û rêz.
Bimînin di xwesîyê da.
Riza Çolpan, Sydney.
Riza Çolpan