Nivîsar

Beyan û hisyarêyeke di cih da

Bûyera hov ya ku li Parîsê qewmayî ji bo gêlê Kurd ne buyereke nu ye. Bê guman gelek girîng e, dema ku mirov li wext û cîh û armanc û metodê wê bûyera mêze biket. Hingê bî zelalî armanca wê bûyera ku bi destên tarî rûdayî xwe dide dest.

Di van 30 salîn buhurî da, di dema vê serê qirej da kengî hindek aliyên ku dixwazin dest bavêjîne vê rewsa xirab û ji bo çareserî û rawistandina serê ku îro d iser gelê kurd da hatiye dasapandin, destên tarî ji nava tarîstanê da derdikevin û derbên xwe diwesînin.

Ew kesana bi çi navî û bi çi rengî û li jêr ci libas û hizrekê da bin, bila bibin armanca wana derbe wesandina astî û diyalogê ye û ji ber avêtina wê pêvajoka çareseriyê ye.

Di sala 1993’ê da dema Serokkomar Turgut Ozal da destpêkirina pêvajoka çareseriya kêsa kûrd û agirbesa yêk alî ya PKK da, heman destên tarî ketine dorê û dewra xwe bi basî lêyîstin û 33 serbaz kustin. Alozî û serê qirêj berdewam bû. Di bûyera Sîlvanê jî delîvên ku hilkevtî berbayî xistin.

Îro ew kîryara ku li Parîsê rûdayî heman ew destên tarî ne.

Armanc diyar e. Gurg hej rojên bi mij û duman dikin.

Her wekû di daxwiyanî ya PSK da tê dest nîsan kirin.

Divê Qetlîema Parîsê Bê Eskere Kirine

Li Tirkiyê çi gavê behs û diyaloga asitî tê kirinê, hîngê ajeveyekî rûdide. Vê carê jî li Parisê sê siyasetmedarên jinên Kurd bi hovî hatine kustin.

Kujer kî dibin bila bin, qetlîema Parisê kiryarê hêzên dij asitî ne, plan û nexseyê wan e.

Fransa dewletekî serwer e û divê hikumeta Fransayê erkê serweriya xwe bi cî bîne û qetlîema Parîsê eskere bike û berpirsên vê bûyerê kîrêt bo bîrûrayê cihanê rabigîhine.

Hikumeta Ak Parti, suna ku îddîayên bê belge û bingeh bike û ‘qetlîama berhema nakokiya naxweyiya PKK ye’ bêje, divê zimaneka maqul û ligel pêvajoya nu guncav bi kar bîne û fîsar li ser hikumeta Franse bike, daku kujeran bên girtin û qetlîame bê eskere kirinê.

Divê PKK xwe ji gotin û kiryarên nehêz û tundûtijiyê dur bigre, ji ber ku halwestên hanê berî herkesî bo zirara PKK ye. Divê zimanê PKK xizmeta proseya nu bike.

Em banga PKK dikin, ku bi eqlê selîm tevbigere.

Em serxwesiya xwe pêskesê malbat, rêxistin û hevalên hersê jinên Kurd dikin.

Her mirovekî berpirsiyar û hindî serê misqalekê ji rêwsa heyî behra xwe wergirtibe, li ser vê hizra PSK hev deng dibe. Di rojeke wusa da dibê hemû pêgir bin li ser van çend xalên serê.

Armanc diyar e, ya giring eve ku em erkên xwe bi dilniyayî û bi pistrastî bi cih bînin.

Bi destên xwe rê li ber wan ajewa û ajewakaran venekin.

Meydan kiryar û pilanên wana li wana bertesk bikin.

Gelek hêzên Hhundirî û derveyî bi xasima dewletên dagîrkerên Kurdistanê naxwazin ew agirê ku li Kurdistanê hatiye vêxistin ne vemire û her bi ges û gur berdewam be.

Destên wana jî gele bi hêz û dirêj in. Ew hêz kevtine nava mala Kurda. Paqijkirina wan destên res û serxwaz û ajewxwaz di nava PKK ê da, pir dijwar e.

Metodê wê resekûjî ya Parîsê gelek rengê vê dide ku rejîma ajewger ya Komara Îslamî ya Îranê destekî harîkariyê di vê cînayetê da hebe.

Bê guman Îran jî hêzeke wê deverê ye ku her wekû Ergenekona dewleta kûr ya Tirkê naxwaze rêka diyalog û pêvajoka çareseriya vî ser û aloziyên heyî vebe.

Îran di ajewegeriya xwe da gelek pispor e û jî bo karên teror û resekujiyê xudanê xwe û dîrokeke berfireh e. Bûyera Qasimlo û Serefkendî jî bîra me neçoye.

Mirov dibê hemû aliyan ber çav bigirît. Her wekû em dizanin wan dewletên dagîrker hemiyan bî kêm yan zêde mirovên xwe û pêvendiyên xwe di nava mala Kurd da cihgîr kirine.

Gelek mixabinî PKK ê jî ne xudenê xwe û derbazbûyeke pak e.

Loma daxwiyanî ya PSK pir rast û di cihê xwe da ye.

Ez hêvîdar im ku bal pê bê dan.

Newroz Bawer

Balkêş e ?
Close
Back to top button