3 emîn Konferansa Ciwanên Kurdistan ya Netewî ya `Fenan`
Konferansa Ciwanên Kurdistan ya netewî, bûye 2 sal ku bi temsîltîya herçar parçên Kurdistanê, ji alîyê ciwanên rexistinên civîl û ciwanên partîyên Kurdistan û di atmosferik Kurdistanî dihat mesandin. Di konferansa 2 emîn ku li Hewlêra paytexta Kurdistana Basûr hatibû amadekirin, 7 emîn biryar ya encamnameya konferansê ew bû: ‘7- Divê her sal konferansa Neteweyî ya Ciwanên Kurd û festîvala Lawên Kurdistanê bêne çêkirin û pêwîste eger zirûf musaîd be konferansa sisiyê li Kurdistana Rojava bê lidarxistin.’
Di destpêka meha adara 2013 an de delegeyek ji basûrê Kurdistanê gîhastine bakûrê welat da ku li gel ciwanên bakûr, sirove bikin ka îmkan û zirûf musaîde bo ku konferans li Rojavayê welat bê amadekirin an na. Li gel dengek piranî encama kombûnê ew bû ku rews li Rojava ne musaîde, lewra biryar dîsa hat standin ku konferans dîsa li Basûrê welat bê organîsekirin, an li Helebçe an li Zaxo.
Lê mixabin 26ê meha Adarê bi fen û xapandin ji alîyê heval û berdevkên PYD û BDP li Rojavayê Kurdistanê qaso “Konferansa 3 emîn” hatîye li darxwistin. Bê ku komîta amadekar ya ku di konferansa 2 emîn de hatîye hilbijartin, destûr daye û bê ku komîta amadekar biryara gistî dabe, PYD û BDP li gel grupên “xwe” yê rêxistinî yê parcên din yê Kurdistanê konferans di bin navê “3’emîn Konferansa Netewî ya Ciwanan” li darxwistin. Wê eyîb û sermê temase bikin, wê bêuslûbê temase bikin. Kê destûr daye we ku wê hewldana pîroz ya dîrokî binpê bikin. Ma bi kîjan rûyî hûn partî û rêxistinên ji dervî xwe tune hesab dikin? Ma bi rastî tenêbûnê ji pirdengî û pirengî hêjatire? Heyf û mixabin, ku hûn kêmasîyên dîrokî dîsa nûjen dikin.
Ax û hezar car Ax ji derdê nexwêrxaza û tevgera sas. Li vê nûceya “derewîn” temase bikin! Li gor nûçeya ku li malpera Firatnews.com hatîye capkirin qaso bêhtirî 250 delege ji 60 rêxistina li konferansê de amade bûne. Ma ka temsiltîya PSK? Ka temsiltîya Hak-Par? Ka temsiltîya PDK-basur? Ka temsiltîya PDK-Iran? Ka temsiltîya Komela? Ka temsiltîya KADEP û li gel wan bi dehan rexistinên civil û partîyên sîyasî yê dîtir? Ma konferans tenê bi fikrek dibe gelo? Ma konferans bi yek rengî dibe gelo? Na ne konferans dibe û nejî welatparezî dibe, lê nave xwe yê rasteqîn Fen e.
Xwendevanên heja! Mizgînya min li we: “3 emîn Konferansa Ciwanên Kurdistan ya Netewî” ya Pirengî û Pirdengî û ya rasteqîn di meha Nîsana 2013 an de li basûrê Kurdistanê tê amadekirin. Mizginîya min li we; 3 emîn Konferansa Ciwanên Kurdistan ya netewî, nayê binpêkirin. Wê her rêber bi, bo yeketî û pêsveçûna Kurdistanê.
Sukrî Demir, 29 Adarê 2013, Stockholm Swêd
Sukrî Demîr