Nivîsar

Du Zilamê Dirêj

Dibê zilamek bi navê Silo ji bajar tê ku here gundê xwe. Zilamê bi navê Silo rîya ku pêde tê kaseke gelek zore, heta ku bi serê kêsve dikeve kalê silo halê wî dibe helê ‘helawçîya’, bêhn çikyayî dibe.

Dighê ser neqeba ku wê îca derbasî rastê bibe, seve, lê tava hîvê heye, kalê Silo weha nerî ku di nava du zilama deye, lingê wan li erdêye serê wan nayê dîtin, li ezmanaye.

Kalê Silo li kêleka xweye rastê nerî ku zilamek ling li erdê serî newxiyanîye, kêleka xweye çepê nerî ku zilameke ling li erdê serî li ezmana ye.

Heta wêçaxê kalê Silo bawer nedikir ku ev rastîyeke, lê nerî rastîyeke. Kalê silo ji xwere gote, ka ez ji wan re bêjim, silamûelêkim dileke wî got û dilêwîke jî got na ez nebêjim elêkimselam. Lê kalê Silo gote ez silavê li wan bikim bas dibe û kalê silo silav li wan herdû zilamên ling li erdan û serî ne dîyar serî li ezmana silav kir û gote silamûelêkim gelî zilamên ne dîyar.

Silava xwe li wan kir û kalê Silo ji nav wan herdû zilam da ser rîya xwe û berê xwe da gundê xwe.

Kalê Silo pistî çend rojan, rojikê ji xwere got, weleh min ew tistên ku min dît, ez herim cem melê gund mele Simail û ez vê mesela xwe jêre bêjim, bê ka ew ji min re çi dibêje, di derhqê vê meselê de.

Kalê Silo dire cem mele Simaîl, silamûelêkim mele tu çawaye heyran qurban, mele jî dibêje sofî silo xwedê ji te razî be ez basim, xwedê bereketê di mala texe û emrê te dirêj be, xêre tu hatîye çi?.

Kalê Silo ji mele Simaîl re dibe hal û hewala min ji vê heta vê ye, mele de ka bêje xwedê ji te razî çi bi serê te hatîye?

Kalê Silo dibê seyda, ez berî çend roja ji bajarê Mêrdînê dihatim li min bû sev, ez di kasê hopêre hildikisîyam cîham serê neqeba hopa gund û min xwest ku ez bêhna xwe vekim, biçikî rûnêm serê min di ber min debû. Min bala xwe dayê ku ez di nava du zilama demim, lingê wan li erdê û serê wan li ezmanê heftan…

Mele Simaîl ê sofî Silo wana kî bûn, ins bûn cins bûn, te çikir tu tirsîya yan na. Mele bi xwe jî ketibû kelecanê. Kalê Silo ji mele re gote, weleh ez bi xwe netirsîyam, lê hîngî ku ez betilî bûm min got, ez wan rehetsiz nekim, tenê ez silavikê bidim wan.

Mele ji kalê Silo re go,t ê xwedê ji tere razîbe te silav li wan kir yan na. Kalê Silo gote, seyda belê min li wan silavkir. Mele gote, ma wan silava te vegerandin yan jî venegerandin, kalê Silo gote, seyda na weleh silava min venegerandin.

Mele Simaîl ji kalê silo re gote, xwedê ji terazî bas bû ku wan herdû zilama silama te venegerandin, heger silava te vegerandina tê li wir bibûna xulqetikdinê, dikarî bû tu bimirina jî. Ez bawerim wana rehmanî bûn, ne yên xerabûnê bûn. Mele Simaîl ji kalê Silo re dibêje weleh emrê te dirêje.

Lê wexta ku kalo Silo digot mûyê canê meriv dibûn weke sîxa, mûyê canê meriv radibûn û meriv saw digird û porê serê meriv dibû weke sûjina. Rastî jî kalo Silo temenê wî bû nêzî sed salî û di temenê xweye notû pênc salî de çû ser dilovanîya xwe, rehma xwedê lêbe.

***
Zemanê berê ku gundîya zarokên xwe dixistin xewê, hinik gotinên ku zarok jê bitirsin digotin, de razê, razê heger tu ranezê wê eskerê romê bê te, wê gurê manco bê te, wê hûtê heft serî bê te. Lê vê dewra ku em têdenin, kurê min raze raze, wê hevalê me bêne te, wê cinê û minê manco bêne te. Îca wexta ku çîrokên bi saw dihatin gotin, ewçax zarokên ku radizan ji sawa wan çîrokên ku dihatin gotin, di nav livînên xwe dehinika mîzjî dikirin, ji ber zarok hîngî bi tirs radiza mîza wî dihat, di tirsîya ku rabe ser xwe îca di nava cîha de mîza xwe dikir.

Sibehê wexta ku radibû ser xwe zaroka ji dîya-caxwere nedigotin, hema ji nav livîna derdiket û diçû nav gund heta êvarê nedihat malê, ji ber ku qusûrek mezin kiribû wî zarokî. Zarok dizanîbû ku here malê wî dîya wî yan bavê wî wê li wîxînin. Lê zarokê reben wê çibike, divabûya ku êvarê here mala xwe. Lê dîya wî û bavê wî zarokî kelecana wan daketibû new eke serê sibehê bû, xwe ji bîr kiribû dîya wî.

Bi teybetî jî mehên zivistana ev bûyerên weha dihatin serê zarokan, ji ber ku zivistana gelek serme û seqem bû, cilên ku li wêdemê li zarokan hem cilên havîn û zivîstanê weke hevbû, ji ber ku rewsa madî-aborî ya gundîya nebas bû, zarokan havînê çi li xwedikirin zivistana jî ew cil û berg bûn û çaroxên ya lastik bûn, yan jî çaroxên çerm bû û yan jî gîzlewêt bûn. Cilên ku zarokan li xwe dikrin jî ya kirasik yan jî serwalik û qutikik bû. Jiyana zarokên berê jî weha bû. Lê zarokên zemanê berê û yê ana gelek ferqa wan heye, hem di warê jiyanê û cil bergên kul i xwedikirin û dixwarin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button