Nivîsar

Serê Azadîyê Heqe û Pîroze…

Ezê nivêsa xwe bi gotina Mele Mistefa Barzanîyê Mezin ve berdewam bikim. ‘Mele Mistefa Barzanî ji hemû gelê cîhanê û bi teybetî jî gelê Iraqê re digot em ji bo azadîya gelê xwe, ser dikin ji bo em welatê xwe azad bikin, li himberî rejima dîktator ya iraqê serdikin, em ne li dijî gelê iraqê nin’.

Sersekinandin divê dualî be, ne bi alîyekî be. Heger ser ji bo azadîyê destpêkiribe dive ku meriv ser sekinand, desthilatdarîya gelê serdest û gelê bindest ne bi dizî-nehînî meselê çaraser bikin, dive ku li ser masê ji raya gistîre dîyar bibe û zelal be, li hevkirin.

Ser sekinandin dive ku yên serê çîyan dakevin meydan û kolanên sîyaseta legal-vekirî sîyaseta xwe bisiklê vekirî-legal karbikin. Dive ku di zagona bingehî ya komarê de heqê netawa gelê kurd û kurdistanê bêye qebûlkirin. Dive ku efek gistî bêye derxistin, hemû girtîyên sîyasî bêne berdan û sîyasetê di qada legal de bimesînin. Divê ku desthiledarîya komarê tenzîmatê bide wan mirovên ku bi salaye mexdûrbûne, ji bo întergehî neva civatê bibin, heta demikê, bê suxul û bê pere nemîne, maasên wan bêye dan, ev weha dibe.

Dezgehên ku bûne sebeba vî ser dest pêkirîye, li gor norm û zagonên navnetewî û yên mirova bêne dadgehkirin. Ji ber ku ev serê qirêj ku di sala 1984 an de dest pêkir, ku temenê vî serê qirêj sîh salî berdewam kir û hate vê qûnaxa ku ana em têdenin û vaye hemû kes dibêje, wê bi talî bê ev ser û pefçûn.

Erê base, di van sîh salî de, gelê kurd û yê tirk xisar jê dît, tada dît, zarok û zêçên wan hatin kustin, tê gotin ku pênc milyon gelê kurd ji ser xaka bav û kalên xwe koçî welatên dereke kirin, pênc hezar gundên kurdan vala bûn, nêzî sed hezar qurucî hatin perewedekirin ji bo xwedêgiravî gunadan biparêzin, lê bervajî meselê dijminahî di nava kurdan de pirtir û zêdetir kir qurucîtîyê, pêncî-sêst hezar jin, mêr, keç û zarok hatin kustin, 17 hezar kes hatin kustin ku aqûbeta wan ne dîyare hatin kustin, bi deh hezaran mirov seqtbûn, bi sed hezaran mirov ketin girtîgehan û gelek jê ji wan hatin kustin û seqet bûn, bi sed milyara dolar pere li vî serê qirêj hate mesrefkirin û hwd…

Îca çîroka ku ez li jorê dibêjim ji sedî sed raste. Îca dîsa bêjim, sebebê vî serî û pefçûnê kîne? Wê kî vê zirara ku bi milyara dolar û xisara van mirovên ku mexdûrbûne wê bidin? Wê ev zirar ku meriv nikare bi hesibîne û hesabek mezin jêre divê ku bêye dan, wê kî xwe bide ber? Weke tê zanîn sebebên vî serî pir hindik em hemû jî dizanin, ev kînin? Ew dezgehên komara tirkî yên em ji wanre dibêjin, komara kûr, baskên wê yên weke Ergenekonê, JÎTEM, leskerê bi teybeytî ku di dema Tansu Çîler de ku hatibûn damzrandin, divê vana hemûçik bêne darizandin û mal û milkê wan ji destên wan bêne derxistin, teslîmî kesên mexdûran bêye kirin.

Bi deh hezaran mexdûrên derba leskerî ya sala 1980î çêbûn, derketin ji welatê bav û kalên xwe, ji karê xwe hatin avêtin, devji karê xwe berdan û berê xwe dane welatê dereke yên cîhanê. Gelek mirovên welatparêz li welatê xeribîyê û hundurê welat bi nexwesîyê weke: nexwesîya dil û ya pencesêrê jiyana xwe ji dest dan, kula welatê bav û kalên wan ku azad bibînin bi wanre çû, ev hemû jî sebeba vî derd û kulê desthiledarîya komara tirkan û derba leskerî bû. Kurda jî dew û doza welatê xwe dikir ku walatê xwe ji bin nîrê zordestîyê azad bikin, derdê me hemûçka jî azadîya welatê me kurd û Kurdistan bû, tucarî jî çavê tu kurdekî û ferdeke kurd di malê bavê tukesî de jî tune bû, ji xeyînî ku em tenê welatê xwe dixwazin azad bikin, ‘weke ku Barzanîyê mezin li jorê gotîye’.

Dem hatîye ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê bangek bêye kirin ji hêla kê dibe bila bibe, partîyên kurdan ve, ji hêla kesayetî û rewsenbîr û ronakbîrên Kurdan ve bêye kirin, ji bo hemû partî û dezgehên gelê Kurd li bakur bêne cem hevdû, çi bisûk çi mezin rêxistin û dezgehên kurdan ku hene, hevkarîyek xwe çêkin, ew hevkarîya ku pêk bê li ser bingehek netewî û millî be, program û destûrekê çêkin, plan û projeyên xwe dîyar bikin ji bo daxwaz û dîtinên me Kurdan li bakur em çi dixwazin? Weke; mînak daxwazên gelê Kurd bi hevere li gor norm û sertên welatê me, sertê navnetewî kîjan ji mere ana maqûle, serxwebûne, federale, otonome-muxtariyete yan jî ozerke, divê ku musterek raya me hemûçka bibe yek dive dema ku em têde nin. Ji ber ku dem û dewran weke ava çema tê û diherike, divê ku em kurd destê xwe zû bavêjin vê pêvajoya ku em tê denin.

Ji xwe ez weke kurdeke ku çil sale mil bi mil li gor hêz û taqeta xwe kar xebat dikim, ji wextê ku min sûnda ji bo welatê xwe û gelê xwe xwarîye ku mefata kurd û kurdayetî di ser her mefatên xweye sexsîre digrim. Bi minasebeta vê bangê ji bo bakurê Kurdistanê dikim ku rojik berî rojikê, çi partî, çi dezgeh, çi jî sexiyet, rewsenbîr û ronakbîr bin, bêne ba hevdû û destên xwe zû bigrin, hevkarîyek kurdewarî û millî pêk bînin, ji bo em wext-demê derbas nekin, dem dema me Kurdaye li bakurê Kurdistanê, dive ku plan û projeyên me yê misterek hebin, di noqta netewî û millî de em bêne cem hevdû û li hevbikin.

Dem û zeman weke ava selala û çema diherike, em destên xwe zû bavêjinê, bila mînakên ‘basûrê Kurdistanê ji mere bibin ders’ . heta ku rêxistin û partîyê kurdên basûrê Kurdistan li hevnekirin û nehatin cem hevdû me henekê xwe bi wan dir, îca wexta ku hatin cem hevdû li hevkirin, kêfa dostên me û bi teybetî jî kêfa me Kurdan hat. Dive ku em jî rojikê berî rojikê li bakurê Kurdistanê hevkarîya xwe, nêzîkbûna xwe çêkin û bi plan û projên xwe pêskêsî dethiledarîya tirkan û raya gistî ya cîhanê bikin, bê gelê Kurd li bakurê Kurdistanê çi dixwazin.

Ser û xebatên ji bo mafê netewî û millî heqeke û pîroze, lê di serê azadîya gelan de, dive ku meriv azad bifikire, bawerîya meriv li gelê meriv û xaka meriv bê, program û destûra meriv li gor sert û zirûfên welatê meriv be, nego hinik dinê plan û projayan ji merivre pêskês bikin, dive ku meriv azad be di bîr remanên xwe de û hwd…2013.5.10

Balkêş e ?
Close
Back to top button