Oxirbe Kekê Serîf (Hesen Xalit)
Di 24 Gulana 2013an de Serîf Altintas (Hesen Xalit) dilsozê welatê bav û kalê xwe, çû ser dilovanîya xwe. Ez weke hevaleke wî bi koçkirina vî hevalê xwe dilsoz û hêja, gelek xemgîn bûm, bi koça wî ji nav me. Cewaba koçkirina kekê Serîf ji nav heval û hogirên xwe û ji vê cîhana derd û kula koçkir, derd û kulê me te pirkir keko.
Bi rastî jî ev camêrê kurê camêra kekê Serîf xebatkarek û fedekareke gelê xwe bû, ji wexta ku bîrbir ku welatê bav û kalên wî Kurdistan bin deste , bawerîya welatperwerî pêre çêbû û di nav refê PDK-KUKê de cîhê xwe girt û bi mêrxasî madî û manewî kar û xebata xwe dûmand, heta sal 1980î ku derba leskerî çêbû li tirkî.
Pistî 12ê êlona sala 1980 î kekê Serîf jî weke hemû kesa nesîbê xwe girt serbejêrî binya xeta ferensawî bû. ji Nisêbîna warê bav û kalan û derd û kula ku gelek gelê kurd ji kurdên iraqê, kurdên sûrî binya xetê û serhildanên ku li bakurê Kurdistan çêdibûn mazûbandî kirîye Nisêbîna derd û kula, kekê Serîfê me jî dakete binya xeta ferensawî nav pismam û mervên xwe.
Kekê Serîf di demeke kurt de ew û hinik hevalên xwe derbasî nav refê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê bûn, yek ji wan kesa bû ku bi dil û can dixwest ku di vê partîyê de kar û barê xwe bidomîne. Ez bawerîm heta koça xwe talî jî di nav heval û hogirên xwe de hevaltîya partîya xwe berdewam kir.
Lê kekê minî delal û bîrawer di nav karê legal de jî weke, dezgehên demokratîk de, sendîqa û partîyên legal de pîberî karê wan bû weke, HEP, DEP, DDP, BDP û Hak-Parê bû.
Xeyîstê gorbihist kekê minî ku zarokên wî tunebûn ‘kurdûnde’ bû, Serîfê ku duristî li cem yekî bidînya û bi teybetî jî rêxistina sîyasî de bidîna, zûbi zû ji dev hevalên xwe nediqerîya, ji xwe heta koça dawî jî li gel hevalên xwe, we dilsoz û bi qîmet bû, ji dev hevalê xwe nediqerîya.
Kekê Serîf te çima weha kir û tu ji nav heval û hogiran, te dev ji Nusêbîna xwes, ava Sipî vê cîhana xwes qerîya û te pista xwe da hevalan, te berê xwe da rîya çûn û nehatinê, ma ya me û te ev bû kekê can. Kekê ka te digot, de zû werin ji welatê xeribîyê, ji bo em kar û xebat bikin, bo em welatê xwe azad bikin, va em dihatin, ew kesê ku te gelek jê hezdikir û te digot hevaleke gelek duriste, ew jî kekê Kemal Burkay bû te digot, wa ew jî hatibû welêt, hêdî hêdî em yê dinê jî dihatin, lê tu nesekinî tu zû ji nav me çû, te zû mala xwe barkir û te berê xwe da oxirê û pista xwe da felekê, ma wilo ye birako, kek Hesen Xalit mal ava.
Soz û peyman ji bo hevalê min û kekê min Serîf Altintas/Hesen Xalit wê xebat berdewam bike ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê, bila tu rehet bî. Dîsa jî serê malbatê û heval û hogiran û gelê Kurd saxbe.
Oxir be kekê minî delal û dilsozê welatê bav û kalê xwe, tê herdem di bîra medebî Serîf bira.
2013.05.24