BUYÊRÊN MEYDANA TEQSÎMÊ
Li Türkîyayê xîmî perverdîyê li ser rizandina ezberê hatîye avêt in û xanîyê perwedîyê bi boyaxek rengîn hatîye sexifandin, bi zêrînkirinek sexte hatîye delal kirin. Vî tistê sexte vek tistek bizêrînkirin danine ber çavên me Bi vi awaye çaven me jî hatine boyaxkirin û em hatine xapandin, her tim têne xapandin. Hin kes hene ku bi xapandina xwe hayîdarbûn e, hin kes hêja jî bi xapandina xwe ne hisîyan e
Belê temamîya xîme perwedîyê di dibistanan da, ji dibistana bingehî(ilkokul) heta zaningehên herî bilind li ser xîmê ezberkirinê hatî avêtin. Berê sagirtan ketî ye rêyek tarî û zelemat. Çî têt gotin û fêrkirin sakirt bê his û merheze, bê lêkolînek seregeh bawer dikin. Ev bawerkirin di jîyana wan da cîyek giran digire. Dema mezin dibin ev bawerkirin bi temamî hakimê bîranîna wan e
Hin kes, pirtûkên ne li ser doza perwerdîyê hatine nivisandin, pirtûkên ku hisê wan tîne serê wan dixwînin, bi sebaba van pirtûkan sîyar dibin, dibînin û fêr dibin ku bi perwerdiyek ezberî hatine perwerdekirin, mêjûyê wan hatîye sûstin… Mêjûyê xwe ji wê sûstine di parêzin, bi zanînên lêkolînkirin tijî agahîyên nû dikin..
Hin kes jî li ser xîmê van ezberîyan bi evînîyek korî disekinin û van koriyan tistên rasteqîn di pejirînin. Kesên hawîdarên xwe bi sasîyên xwe dixapînin. Heta hin kes xwe zanyar didin nîsandin û kesên di bi rasti wan alîm qebûl dikin. Ev kesên ku ji alîyê kesên dî va zanyar tên naskirin li ser zanyarîyê û ser gelek mijarên dî pirtûkan dinivisînin, di van pirtûkan da gelek mijarên xeletî herwek rastîyek lêkolînkirîbe didin nîsandan, insanan di xapînin, ji rastîyê dûr dikin, dibin rêya ezberîyê, wan dikin ezberker.
Rêya ezberkerîyê di dibistanan da dibe rêya her merivî.. Di dibistanan da her tim insanê ezberker tên perwedekirin.. Her wek Tirkîya ne mihtacê merivên lêkolînvanin, mihtacê merivên ezberkerin bi vî awayî perwerdekirin têt pêk anîn. Kesên xwe zanyar dinerxînin, bi pirtûkên xwe ê ku di nav van da tijî derevin berê insanan zûtir didn rêya ezberîyê, wan bi vir û derevên xwe didin bawerkirin.
Bi salan devleta Tirk bi destê lesker û ordîya xwe a qehreman(!), gundên Kurdistan vêran kir, daristanên Kurdistan sevitand. Bi sedan daristanên Kurdistan hatin sewitandin Bi hezaran ton darên ciwan, darên ter di nava van daristanan da sevitîn bûn rijî û xwelî.. Daristanên Kurdistan bun erdek rût, bê dar û ber û gîya.
Ev kesên ku xwe zanyar di nerxînin, ew kesên ku xwe hawirparêz(çevreci) di nerxînin mûyê xwe jî ne hejandin, deng û his ji wan derneket. Ne gotin çima ev daristan tên sewitandin
Li meydana Teqsîmê çar dar tên birîn, tên hilkirin îro çend roje bi sed hezaran him li Istenbolê û him hema hema li temamîya bajarên Tirkîyayê derketin kolanan, xwe nîsandan, ne bi tenê xwenîsandan pêk anîn, her wiha bi milyonan zerar û zîyan dan malên xelkê, malê dewletê, dikakan, ereban sevitandin, qiyamet rakirin û ..
Hin gundiyên min jî di internetan da agahdari dan gotin ser heldin ji bo Teqsîmê xwe nîsan bidin. Mim ji yeki ra nivisand got teqsim bibe neydana sarhildanê çi bi te dide kar kirin, bibe naxçeyê seyranê çî bi te dide kar kirin ku tu bang dikî insanan?.. Ji min ra nivisand got ‘Xalo heta niha serhildanên hêlî çêdibûn. Ev serhildanek seranseri ye, serhildanek umûmî ye, seba vê yekê pêwiste herkes bi keve vê serhildanê.’
Çewa tê gotin kesên derketine kolanan û xwe nîsan didin di nav sê heftiyan da 140 milyar zerar dane malê insanên bê guneh, zerar dane malên ku bi qemçûra (vergi) me temaman hatine kirîn û çêkirin
Gelo welatparêzî ev e?.. Gelo demokrasî ev e?.. Gelo heqparêzî ev e?… Gelo serhildana seranseri ev e ku meriv zerar bide faqîr û fiqaran, ku meriv zerar bide malên ku bi pereyê her kesi hatine kirîn û çêkirin?.. Gelo hawirparêzi ev e, ku ji bo parastina birîna du daran li her alîye welat zerar bidin gelek daran, zerar bidin hawirdorîya xwe, zerar bidin tebietê û zerar bidin hevayê?…
Jinek ser girêdayî derket televizyonê got ku ew jina miftî ye, nim^ja xwe dike û di rêya Xwedê da ye. Ev jina di rêya Seytan da pasî hat kisfkirin ku barek dixebitîne, ser vekirî ye û jina polîtîkacîyek e. Dîsa jinek ku got ez karkerim û azadî, demokrasî dixwazim derket ku jinek amerikayî ye. Gelek provakator ketin nav insanên ne hayîdar û wan provake kirin. Gelek otobosan ievitandin.
Ev kesên ku xwe ji herkesî zaftir(!) xwe qehremanên demokrasîyê, xwe hawirparez(çevreci) di nerxînin pêwistê kumên xwe danin ber xwe, raman fikir û merheze bikin gelo ku karên wan hingi dilopa zerarên wan ji gelan ra, ji welatê wan ra, ji azadî ra, ji demokrasîyê ra û ji hawirparêziyê ra tune .
Gelo dema daristanênên Kurdistan dihatin sewitandin zanyarên me, hawirparêzên me li kû bûn?? Dema gundên Kurdistan dihatin sevitandin, gundîyên Kurdistan dihatin koçberkirin, hawidorê Kurdistan bi daristanan va dihatin sewitandin, Kurdistan dihat wêrankirin, heqparêzên mirovan, zanyarên welat, hawirparêzên ku vî qasî li meydanan xwe nîsandidin li kû bûn?.. Di xwew dabûn, an ji his çobûn?… Base çi ji vî hal û karî ra emê bêjin?.. Ev hal û karê ha, ne sextekarî ye?.. Ne du rûtî ye?.. Ne halek bê edlayîye?..
Ew Kurdên ku ji bo meydana Teqsîmê derdikevin kolanan çima ji sevtandina daristanên welatê xwe, çima si bo wêrankirina gûndêm xwe, çima ji bo talankirina erd û axa xwe, çima ji bo qoçberkirina xwusk û birayen xwe dernediketin kolanan, xwe nîsannedidan??
Ez vê dozê, ne doza gel dibînim. Ev dozek xapandine û bawerim ku feyde nade gelên li ser erda Tirkiyeyê Ne feyde dide gelê Kurd, ne feyde dide gele Tirk û ne feyde dide gelên dî
Belki feyde bide hêzek û kesek bi tenê Belkî feyde bide Partiya karkeran(IP) û Perinçek Dogu Di vê dozê da dikarim bêjim bila Perinçek Dogu dîlan bigre, kêf û sefa bike
Doz ne eve ku meriv alek bide destên xwe û here meydana xwenîsandanê Pêwiste doza meriv feyde bide gel û welatê neriv. Gelo ev doza Teqsîme feyde dide kîjan gel î kîjan welet?.. Gelo kesak dikare bi min bide bawerkerin ku ev doz feydeyek dide gelê me û welatê me.. Eker kesek ji kerema xwe ra bi min bide bawerkirin ku ev doz feyde dide gelê me û welatê me, ez jî tê milê xwe bikim nav milên serhildankaran û bikevime nav xwenîndanan herim meydana Teqsîmê ..
Kazim Özdemir