Nivîsar

Mafê dîk

Çend roj in ku li ser rûpelên rojnameyan nûçeyên girîng hene. Ji wan nûçeyan yek jî nûçeya daxuyaniya Partîya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD ye. PWD`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:’Di 23ê Tebax a 2013 an de ji aliyê 3 kesan ve li dijî endamên PWD`ê ku li bajaroka Koyê dijîn, êrêsek pêk hatîye. Di pevçûnê de ji wan sê kesan yek bi birîndarî hatîye girtin. Em bê sik dizanin ku ev PKK`yî ne.’

Belê em jî dizanin ku ev cara yekem nîne ku PKK li Herêma Kurdistanê êrîsî hevalên xwe yên berê dike. Vê carê “kawê” hevalên PWDê “mîr” hatîye û ji dafikê filitîne. Ez waku mirovekî welatparêz dilsa me ku mirovên PWD`ê mîna hevalên xwe Kanî Yilmaz, Sabrî Torî û yên din nahatine kustin.

Niha jî PKK`ê veto danîye ser PWDê û naxwaze PWD besdarê Kongreya Neteweyî a Kurdistan bibe. Tucar yek partîyekî mafê xwe tune ku veto dayne ser partîyeke din. Divê Partîyên Kurdistanê jî vê mecela nedin PKK`ê. Gelo çima KDP û YNK dengê xwe nakin?

Mafê Partîya Welatparêzên Demokratên Kurdistan bûye mîna mafê dîk.

Tê gotin ku, rojan rojekî li gundekî du malbatên ciran hebûne. Ji wan malbatan yekî çar lawên xwe hebûne û malbata din jî yek lawê xwe hebûye. Rojekî dîkên malbatan li hevdû didin. Dîkê çar biran li dikê malbata din zorê dike. Malbata yek bira, darekî digire li dîk dide û dikê çar biran dimire. Ji wan çar biran yek diçe bavê xwe ra wiha dibêje:’ Bavo ciranê me dikê me kust.’

Bav wiha dibêje:

Layê min tu û birayên xwe biçin heqê dikê xwe bigirin

Ji çar biran tu kesik heqê dîkê xwe naxiwaze. Gelek waxt dikeve navberê û vêcara jî seyên ciranan hevdû digewixinîn. Malbata yek law fistê seyê xwe digire û darekî li serîyê se dide û seyê çar biran dimire. Ji çar biran yek bira diçe bavê xwe ra wiha dibêje:

Bavo seyê me û seyê ciranê me hevdû gewixandin. Lê belê ciranê me darik li serê seyê me da û seyê me mir

Bavê çar birahan wiha dibêje:

Tu û birayên xwe bihevra biçin heqê dîk ji ciranê xwe bixwazin

Ji çar biran carik din deng dernakeve.

Pistra, navbera herdû ciranan de ser derdikevî û ciran ji çar biran yekî bi çek dikûje. Ji çar biran yek disa diçe cem bavê xwe û wiha dibije:’Bavo ciranê me birayê min bi çek kust.’

Bavê çar biran wiha dibije:

Layê min bihevra biçin heqê dîk ji ciranê xwe bixwazin

Lawik wiha dibije:’Bavo ez dibijim cîranê me birayê min kust . Tu dibijî biçe heqê dîk bixwaze.’

Bav wiha dibije:

We çar biran heqê dîk ji ciran bigirtina, ciran jî seyê me û birayê te ne dikust

Ez jî dibijim ku bila hemû partîyên Kurd ji PKKê mafê PWDê bixwazin û PWD besdarê Kongreya Neteweyî a Kurdistan bibe.

Gor dîtina min PKK sasîkî mezin dike. Ji partîyên Kurd yek partî besdarê ‘Kongreya Neteweyî a Kurdistan’ nebe, ev kongra jî nabe Kongreya Neteweyî a Kurdistan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button