Kongra Netewî Virde û Wirde Diçe, Çima?
Wextê ku meriv qala kongra netewî dike, temsîla hemû gelê kurd dike, ma newloye. Rêxistinê herçar perçên Kurdistanê, dezgehên demokratîk, yên jina, lawan, sexsên bi navûdeng û komelên pêsewî/meslekî û hwd dike
Nego çend partî û dezgehên wan de em pirin êdinê jî bila bên di nav mede kar bikin, ev ne tu mantiq/bêwac e û sîyasete. Di sîyasetê de biçûk mezin tune, divê meriv ji hevre hurmet nîsan bide, ku bîrûbawerîya meriv li hevdû bê
Di jiyanê de dibe ku îroj tu xurt bî, lê roj tê ku wê tu tunebî, tenê tê di dîrokê de cîh bistînî qenc yan xerab, wê li ser te bê nivîsandin.
Di nava gelê Kurd de û rêxistinên wanî sîyasî de, divê ku bawerîya wan li hev bê. Heger bawerî tunebe meriv sed derbî civîna û qala gelek tistê bas bike, weke kongra netewî, ku kongra netewî ji bo gelê Kurd gelek girîng û pîroze. Lê heger duristî tunebe û bawerî çênabe û bi sernakeve ew yekitî û bawerîya netewî.
Er ê ez dipirsim? Çima sê derba demên kongra netewî hate li pasxistin, nego ez tenê dipirsim, ji rayadar û berpirsên amadekarê kongra netewî re. Rêveberê kongra netewî yê ji vî karî mesûlin, heger duristî û bawerî tune be, wê çawa kongre pêk bê, meriv ji karê weha bêzar dibe. Îca pistî van tevlihevîya meriv wê ji gel re çi bêje?. Ji ber ku gel dipirse ev çima li pasdikeve kongra netewî.
Kongra netewî divê ne malê filan partîyê, yan bêvan partîyê be, ji xwe navê wê li sere ‘KN’ ye, ya hemû kurdane, çi li hundurê welat li ser xaka Kurdistanê û çi jî li welatê cîhanê dibe yê hemû kurdane ev kongra netewî. Divê hemû gelê kurd û kurdistanê xwe têde bibînin, nebe malê filan partîyêke yan bêvan partîyekê.
Demikê ji xwere bi navê kongra netewî PKKê damzrandin û heta ana jî ev berdewame. Lê çibû, çi nebû ev dezgeh, dezgehê rêxistinikê û xetek rixêstinî bû, bi wana re jî ew qinyet çêbû ku ya partîya wane. Û ana jî ew bi wî navî ‘KNK’ tevlî civîna ku li Hewlêrê çêbû, besdarî kirin, ev civînek weha wê çawa bi serkeve. Duristbûna vê civîna kongra netewî ku li Hewlêrê çêbû di serî de seqet bû û dîyar dibe ku bingeh xerab diçe.
Er ê ji bo kongrê civînek çêbû, hemû rêxistinên herçar perçê Kurdistanê biçûk mezin besdarî kirin, hinik jî ji komîta rêvebir mehrûm man. Çend rêxistinên tirkî jî besdarî kirin ÎHD û KESKê îca çima ew hatibûn dewetkirin ewjî meselak dinê bû. Gelek kesan li ser kongra netewî nivîsandîye heta ana û xuyanî dibe wê ev hevîr gelek avê biksîne.
Di civîna ewilî ya kongra netewî de bîstûyek partî xwedêgiravî komîtake rêveberîyê hate hilbijartin, di bawerîya min de, divabûya ji pêncî rêxistinê kurdan komîtak bihatina damzirandin. Lê mixabin û hezar derbî mixabin weha nebû, weke çend rêxistinan bû. Ha ji wê çaxê de dîyar bû ku wê ev kongre nemese bi vî hawayî.
Komîta rêvebir ya kongra netewî, li ser rewsa rojavayê Kursdistanê komsiyoneke lêkolînê ji bo tevlihevîya rojavayê Kurdistanê hate damzrandin. Derbikê komsiyon çû ku here rojavayê Kurdistanê, lê PYD-YPGê nehistin ku komsiyon here. Derba dudan komsiyên çû rojavayê Kurdistanê, lê YPGê nehist li Amûdê lêkolînê bike. Li gor komsiyona lêkolînê tistên ku dihate gotin, kustina jin û zarokan bi hawayê hovane nebûye û hwd
Di nav gelê kurde û bi teybetî jî rêxistinên wêye sîyasî de divê ku bîrûbawerîyêke rasteqîn bidin hevdû û bi xuliqe. Ji ber ku rêxistinên kurdan yên herçar perçê Kurdistanê de, bixwe, bixwe pir hevdû êsandine, ji hevdû gelek mirovên welatparêz û soresger kustine û gotinên herî xerab ji hevdûre gotine.
Divê berî hertistî ji hev lêbuhorînikê gistî bixwazin. Hemû partîyên kurdan ji bo ku bawerîyek teze di nav wande bixuliqe rûpelike sipî teze vekin û sozê bidin hev ku êdî ewên çû divê ku dubare nebin, divê rûpeleke teze vekin, derbik dinê birakûstî derneyê, bi xwîna sehîdên kurd û Kurdistanê sûnd bixwin ku derbik dinê ev nexwesîyên ku derbas bûne du bare nebin.
Na de em bên cem hedû, ma em kurd in, tist nabe, weha nabe, ku meriv di ser hemû xerabîyên ku bûne derbasbibe. Gelek mînakê weha hene ku meriv ji wan derzê derxe. Basûrê Kurdistanê navbêna PDK-YNKê de gelek tevlihevîyên ne li rê çêbûn û birakustî çêbûn. Lê herdû partîya weke camêran, di 2002 an de, hetin cem hedû û lêbihorînek ji hevdû xwestin û ana jî bi hevre herêma Kurdistanê bi rêve dibin. Ev cîhê kêfxwesîyê ye, kêfa hemû kurdan hat û hemû dostên kurdan jî kêfxwes bûn.
Îca kongra netewî de heger ku pêk bê, van tevlihevîyên ku di nava rêxistina de, divê rûpelek teze bêye vekirin, derbikê hemû rêxistin ji hevdû lêbihorînkê bixwazin û bawerîyê li hevbînin, bi teybetî ev li kekê Mesûd Barzanî dikeve ku vê wesîfa pîroz û dîrokî pêkbîne.
Ez weke sexs pê bawerim ku tevlihevîyên di nava rêxistinên û partîyên sîyasî kurdan de heye, wê kekê Mesûd Barzanî li ser wan tevlihevîyên nava kurdan de ku heye, wê bi aqilê xweye kurde warî û netewî pêk bîne. Kongra Netewî bi virde û wirde neçe, divê ku rojik berî rojikê bê damzirandin, ji netewaya gelê Kurd û Kurdistanê re gelek girîng û pîroze ev KONGRA NETEWÎ. 2013.09.10.