Nivîsar

Bobelatên mezin li nav pêkhatiyên Sûriyeyê

Hejmarek pir kêm ji Xwendevanên ku bi pêvajoya dîroka rojhilata navîn hinekî misûl in, dizanin ku ev welatên nû hatine bisînorkirin bermayê çi qûnax û derebegî û sahinsahiya ne, û dizanin jî bê bi navê miletên xwe çiqas serên dijwar li dijî hev kirine, bo nimûne, Feroniyan serên dijwar li dijî miletê Hitî kirine, û bi salan Asûriyan ser li dijî Horî, Sobarî, Kardoxî, Mîtanî, kasî, Nayrî, Lorî, Xalta. Gutî û Madiyan (Kurdan) kirine, Asûriyan fermana Israîliyan anîn û paytexta welatê wan Orselîm wêran kirin, sahinsahiya Madî (Kurdî) bi alîkariya Kildan û Babiliyan sahinsahiya Asûriyan di ser de sikand û welatê wan wêran kir û Cihûyên dîl ji bin destê Asûriyên sitemkar rizgar kir, Iskenderê Meqdûnî dijminê pêsî yê Farisa bû, û sahinsahiya Farisî di serên dijwar de sikand û welatê wan wêran kir, sahinsahiya Romê serê Kurd û Ereb û Emazîxan dikir, Feroniyan serê Israîliyan dikirin, Cihûyan bi navê ola xwe serê peyrewê Isa dikirin û di nav wan de golên xwînê çêbibûn, Filehan bo heyfa Isayê pêxember hilînin, bi dest besekî ji Ereban serê Cihûyan dikirin, Cihûyan bi destê besekî ji Ereban serê Filehan dikirin, Zeredestiyan xwe bi xwe li dijî hev serê hevdû kirine, Cihûyan xwe bi xwe serê hevdû kirine, Filehan gelek caran xwe bi xwe li dijî hev ser kirine, Ereban bi navê Xwedê û ola Islamê serê Zeredestiya û Cihû û Filehan dikirin, û Misilmanan jî xwe bi xwe serên dijwar li dijî hev re kirine.

Bi sêweyekî gistî Tirk û Farisan, Tirk û Ereban, Kurd û Farisan, Faris û Ereban, Tirk û Ermenan, Urûs û Tirkan, Ereb û Kurdan, Teter û Ereban, Kurd û Tirkan, Teter û Kurdan, Tirk û Yewnaniyan, Tirk û Ewropî û Teter û miletên rojhilata navîn, van miletan hemiyan li ser xaka rojhilata navîn serê hevdû kirine, û gelek caran miletê heman êl û netewê xwe bi xwe serê hevdû kirine.

Pistî rûxandina sahinsahiya Osmanî, û dawiya wan bobelatên mezin ku di hevçerxa desthilatdariya wan de çêdibûn, hat, rûpelên dîrokê sanî me daye ku bi pîlan û di rêkên ne dadwer de, cîhan li çend dewletên bi hêz û sermayedar hatiye parvekirin, û li dijî daxwazên hinek miletan û li gor berjewendiyên xwe li seranserî cîhanê dewletên bi çûk û mezin damezirandine, û bi vê qûnaxa nû re careke din ev miletên rojhilata navîn tosî bobelatên pir mezin hatin, yek ji bermayê wê dîroka res ya ku mîna darekê bi xwînê hatiye avdan, Sûriya ye, di destpêka sed sala bîstan de Sûriya li gor peymana Sykis ‘ Bîko hatibû damezirandin û li gor bendên wê peymanê ew kete di bin destê dewleta Firensa de, bêyî ku kes guh li nerîn û vîna pêkhatiyên vê dewleta ku di bingeha xwe de hîn jî negihijtiye asta dewletan bikin.

Her miletek ji pêkhatiyên Sûriyeyê li benda delîvekê bûn, ku tola xwe ji miletên din hilîne, bo nimûne, Besek ji nezan û sovîniyên Filehan (Sûriyan, Asûr, Nestûrî, Ermen, Kildan, Rom û Marûnî) li benda guhertinekê bûn ku li rojhilata navîn çêbibe û bi sitemkarî tola xwe ji miletê Israîlî, Ereb, Tirk û Kurdan bistîne û desthilatdariyê li wan bikin, û besek ji nezan û sovîniyên Elewyan li benda delîvekê bûn, ku tola Îmamê xwe Elî bin ebî Talib û herdû kurên wî Hesen û Hûseyen, ku ew herdû bi xwe neviyên Mûhemed Pêxemberê Ereba ne ji Erebên sunî bistînin, û besek ji nezan û sovîniyên Erebên Misilman yên sunî li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Cihû, Fileh, Elewî, Durzî û Kurdan bistînin, û besek ji nezan û sovîniyên Durziyan li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Fileh û Erebên sunî bistînin, herweha besek ji nezan û sovîniyên Kurdan jî li benda delîvekê bûn ku tola xwe ji Ereb û Filehên ku bi xaçperestan re û bi hêzên leskerî yên Teter û Urûs re li dijî Kurdan ser dikirin, bistînin.

Di destpêka sedsala bîstan de û pistî rûxandina sahisahiya Osmanî û di encama wan guhertinên mezin de li dewleta Sûriya ku nû bi sînor û nav kiribûn, bêtir daxwazên nezan û sovîniyên Fileh û Elewî û Durziyan pêk hatin.

Firensîyan bi rêvebiriyeke leskerî û olperestî desthilatdarî li pêkhatiyên Sûriyeyê dikirin, û ji ber ku Firensa bi ola xwe Fileh bû, wê karbidestên Fileh ji Sûriyan û Asûr û Ermen û Marûnî û Filehên Rom û ta bi Filehên Senîgalê û Ceza,irê jî li xwe kom kiribû û hemû dezgehên vê dewletê li wan parve kiribû, besekî pir ji Filehan bawer dikirin ku dewleta Firensa zû bi zû dev ji wan bernade, ji lewra wan jî bi kêfa xwe bi alîkariya Firensiyan sitemkarî li miletên din dikirin, bi vî karên xwe yên neçê ku wan li welatê me dikirin, û ev têkiliyên nav herdû aliyan di heman demê de li cem pêkhatiyên din mîna Kurd û Ereb û Elewî û Dûrziyan eskere û zelal bû, û bi wê sitemkariya xwe kîn û cûdabûnek pir mezin kirin nav van pêkhatiyan de, û ta roja îro jî bandora wê li ser zemînê diyar e.

Dema Firensa ji Libnanê kisiya, sîstem û destûreke nûjen ji wan re nivîsî, û li gor wê hemû pêkhatiyên li Libnanê di posteyên desthilatdariyê de besdar in, lê berovajî wê, dema ew bi hêza xwe ya leskerî ji Sûriyeyê kisiya, hêza xwe ya saloxgerî û ewleyî ya vesartî di nav hemû dezgehên Sûriyeyê de hist û birêvebiriye hemû kar û pilanên wê dikir, û bi karê xwe yên ne çê tevliheviyek bê dawî kire nav pêkhatiyên Sûriyeyê de, û li gor sîstema ku ji Sûriyeyê re danîne, desthilatdarî xistiye destên hevlbendên xwe de, mîna Fileh û Durzî û Elewiyan.

Rast e, pistî sala 1970 desthilatdarî li Sûriyeyê bi navê Elewiyan û partiya Elba,is ve hatiye girêdan, û di bin re û bi dizî Fileh û Durzî jî hevparên vê desthilatdariyê ne, lê ev nerîn di bingeha xwe de ne pir rast e, ne Ba,isî û ne jî Elewî û Durzî dizanin bê kî vê recîmê bi rêve dibe, ta astekî dibe ku Fileh tistekî ji vê razekê zanibin,

Vê recîma sitemkar bi dirêjiya pêncî salî nikarîbû bi hêza xwe ya sitemkar û di rêka dezgehên xwe yên vesartî de pêkhatiyên Sûriyeyê dûrî tolsitandina dîrokî bike, berovajî vê, recîmê bêtir ser û çanda tolsitandinê di nav wan de diçand, vê recîmê rê dida besekî ji Filehan ku di bin navê partiya Elba,is de û bi nivîsandina raporên nehênî serê çand û hebûn û dîroka miletê Kurd bikin, û Erebên sunî serê Cihû û Elewiyan bikin, û Elewî û cihû serê Erebên sunî bikin, û Durzî bi Elewî û Filehan û Cihûyan re serê Erebên sunî bikin, û Cihû û Fileh û Erebên sunî û Elewî û Durzî serê miletê Kurd bikin.

Vê rêcîmê pir alavên xapandinê jî bi kar aniye, ji wan, ew serê kesayetiyên ku ji dil mirovhez û miletperwer û welatparêz in dike, û bi taybet serê yên ku dixwazin xebat û karekî bas û çê pêskêsî hemû pêkhatiyên Sûriyeyê bikin, dike.

Vê recîmê hemû komele û rêxistin û dezgehên zanist û çand û rêzaniyê lawaz kiriye, û nehistiye ku hêzên rikberiyê di vî welatî de bighêjin asta serbetiyê ku karibin karên rêzanî û civakî û çaksaziyan pêskêsî pêkhatiyên li Sûriyeyê bikin, bi zanebûn vê recîmê dikarîbû bêhêviyekê têxe nav rikberiya Ereb û Kurd de û wan ji hev dûr bike, û êl û olan berde hevdû, û malbatan ji hev dûr bike, û nema bira li birayê xwe ewle bibe, û di gelek deman de jin ji mêrên wan berdaye, û zarokên sêwî ji malbatên wan diziye û firotiye cirdevanên navdewletî û navê xebatkar û servanan li wan kiriye ku ew ê welat û miletên bindest rizgar bikin, vê recîmê dezgehên perwerdekirinê kiriye cihê komîteyên saloxgerî û ewleyiyê, û dezgehên tenduristî û avakirin û çandinê histiye li benda dilovaniya Xwedê, kesê endamê partiya Elba,is û qumonîst be dikare di sê çar posteyên vê dewletê de kar bike, û yên ne Ba,isî be gereke berxwedaneke dijwar di ber jiyana xwe de bike, ta ku karibe xwe û malbata xwe bi nan û av bike, û yê li dijî vê recîmê rikberiyê bike yan girtî û kostî ye û ji mafên xwe bêpar e, yan jî surgonkirî ye.

ji ber ku besek ji nezan û soven û xwîndar û tundrewan ji nav miletên rojhilata navîn li benda delîvekê ne ku bibin desthilatdar û di rêka tolsitandinê de vî welatî bi rêve dibin, û berovajî wan jî hejmarek ji van miletan hene ku dixwazin bi mafên xwe sad bibin û di rêvebiriyeke paqij û dadperwerî de desthilatdariyê li xwe bikin, herweha bi vê hismendiya ku di sedsalên orteyê de hebû, hemû pêkhatiyên Sûriyeyê li hev ewle nabin û ji hev ditirsin û li hevdû bi gûman in.

Ev rûpela res yek ji bandora kiryarên vê recîmê ye û ji bobelatên pir mezin in ku li ser destê Firensiyên pêsketî hatibû destpêkirin, û hîn jî bêdawî ye, û di serê besekî pir mezin de ji nav pêkhatiyên Sûriyeyê hatiye çandin, lê wekû zanyar û bijîsk dibêjin’ Her nexwesiyek dermanek jêre heye’ dermanê van bobelatan jî perwerdekirina nifsên nû ye, û bidestxistina mafên her pêkhatiyekê ye, bo her yek di herêm û welatê xwe de xwedî maf û azad be.

[email protected]

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button