Hilbijartina herêmî
Bi salane ku li Kurdistana Bakur hilbijartin bi du seretehan hatîye domandin. Piranêya gelê Kurd jî ji du seretehan tucar dûr neketîye. Ango du rê dane pêsîya gelê Kurd. 1. Di hilbijartinan de bi dengê xwe hukûmeta dagîrker parastin. 2. Di hilbijartinan de mirovên PKK-ê parastin. Ji ber ku 30 sale ku li Kurdistana Bakur serekî qirês hebû.
Zarokin ku di vê dema da hatine dinê bi vî sera qirês ra mezin bûne. Anjî xortên ku niha rih û porên wan resin hemû bi vê serê qirês ra mezin bûne. Di wê rewsê de gelê Kurd navbera du agiran de mane.
Gor dîtina min bi vê generasiyona niha rih û porên wan resin çareseriya pirsa Kurd, li ser esasê wekhevîyê bi siklê federalî neqisandin ya helê zamete. Ji ber ku civaka Kurd û Tirk kamil ne bûne. Bo vê yekê piranîya gelê Kurd ba partîyên biqûwet in û bala wan jî nakisîne ser tistên rast.
Ez xem nakim bo vê generasiyona ku niha rih û porên wan resin. Duh jî zarok hatin dinê, iro jî tin dinê û sibe ê jî bên dinê. Zarokên ku niha neh salî ne, ew zarokana deh sal sûnde generasiyona cûda ye. Generasiyon dor bidor tên gûhartin. Mafê gelan jî tim giran e û li ciyê xwe ye.
Ba me kurdan wiha tê gotin: Kevirê giran tim li ciyê xwe ye. Cutkar çiqas li dora kevirê giran here û ware jî kevir li ciyê xwe nalive.’
Bi teybetî sewir kirin û di ci de rastî neqisandin jî bi pisporî dibe. Çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê bi siklê federalî çareser dibe.
Niha di hilbijartina herêmî de rêya rast jî heye. Heyeta HAK-PARê 25 ê Çileya Pasîn, li bajarê Edenê bû. Serokê Partiya Maf û Azadiyan Kemal Burkay axaftina xwe de wiha got:’Armanca me ew e ku em dengê partiya xwe bidin bihîstin û ji xelkê pistgiriyeke bas bistînin. HAK-PAR partiyeke ji yên heyî cuda ye. Em çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê bi siklê federalî dixwazin.’
Pist ra Burkay axaftina xwe de dostên partiyê û himwelatiyan ra jî wiha got:’Dema dengê xwe didin, nebêjin ku ev partî qezenc dike yan na. Dengê xwe nedine sasan, bidine rastan û wan xurt bikin.’
Ez bawer dikim ku piranîya kurdên der û dorên AKPê û PKKê jî çareseriya pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê bi siklê federalî dixwazin . Lê belê ew kurdana nikanin niha ji partîya xwe dûrkevin. Ji ber ku bo wan kurdan qûwet ji rastîyê bastir re.
Ez xem nakim; mafê gelê Kurd kevirê girane û tim li ciyê xwe ye. Rêya rast jî zû an dereng dibe qûwet û serdikeve.