HAKPARê çi kir?
Berî vê nivîsê min nivîsek bi ser navê ‘HAKPAR çi dike’ nivîsîbû. Pistî wê nivîsê hin rexne ji teref hin dostên min, li min hatin girtin ku çima ez ewqasî pesnê HAKPARê didim. Belê rast e ku ez him pesnê HAKPARê didim û him jî alîgirê wê me. Heger bi ya min ba divê di vê hilbijartina sarederiyan de hemû kurdên ne Kemalîst in, dengê xwe bidin namzetên wê. Lê nadin çima?
Ji ber ku HAKPAR nikare heroj bertilan bide û kesan bikire û bê sexstiyet bike. Ev ne karê partî an jî rêxistineke ji xwe re bibeje ez welatparêz im û ji bona berjewendiya gelê xwe kar dikim e. Loma jî hakpar vê nake û wê tu caran jî neke. Ji ber ku xeta wê, xeta neteweyî ye.
Heger hûn ya rastî bixwazin divê kes û kesayetin hêja jî xwe nefrosên û bi ji bona çend kurtîlan û çend meqam û navan xwe bêsexstiyet nekin. Lê hin dikin. Çima?
Ji ber ku guherandinên weha li welatê me kirine ango hatine kirin ku bê ya star. Tistên ku ne dihatin aqilan îro bûye perçak ji jiyana me ya rojane. Tistên ku mirov texmîn nedikir, îro bûne rastî. Tistên ku me kes û kesatyetiyan tenezul nedikir bike, bêje û behsa bike. Îro bûye mecbûrî.Tistên ku em berê li dij bûn, îro hin bûne parezgerê wan.
Loma jî van guherandinên berbi xerabiyê, berbi bêsessiyetkirinê û berbi kurtîldafandinê de hatine kirin, civata me sero binî hev kiriye. Ma vana ji xwe ber pêk hatine?
Helbet na. Ev zêdeyê 30 salan ku ev proje di rêde bû û di rê de ye ku hebûn û hêjayiyên civata me nehêlin. Li civatê weha kirine ku rastî bûne derew, derew jî bûye rastî. Ji ber vê ye ku di nava vê bahozê de, di nava vê tevliheviyê de dîtina kesên paqij zahmet e. Çima vê dibêjim?
Vê dibêjim ku êdî li bakurê Kurdistanê jî partiyeke di qada xebatên eskerede xwe berra nava civatê û xelkê daye ku van tistên çewt, sas û nerast ji xelkê xwe re bêje û dibêje da ku wan jî ji ser rêya sas ku gelek feq lê hatine vegirtinê, vegerîne. Lê veger zehmet e. Çima?
Civateke li gor projeya deweletê û bi destên kurdên Kemalîst, ev 30 sal in bi derew û tistên çewt xapandine û civateke nû afirandine ku ev civat tenê li dû berjewendiyên xwe ê sexsî ne. Loma jî zikê wan fêrî kurtîlan bûye, xemla bêrîkên wan bûye pereyên gemarî. Di vê civatê de êdî çavên ku rastiyê bibînin kêm in, guhên dengên durustiyê guhdarî bike hema hema nemane.
Lê dîsa jî di nava van hemûyan de me dît û em dibînin ku HAKPARa ku hinan digotin ku ‘vagoneke trêneke jî danagire’, îro li seranserê bakurê Kurdistanê û li tirkiyê namzetên xwe yên saredariyê daniye ango dest nîsankiriye. Gelo vana wê vagoneke trênê dagire y ana? Loma jî ew kesên wan gotinan di heqê wê de gotibûn, divê uzre xwe jê bixwaze û bêje ez an em sas bûn. Lê nakin. Çima? Ji ber ku hê jî ew ruhê we rêxistina wî/wan ya berê pêre ye. Ji ber vê ye ku naxwaze ji bilî hevalbendên wî yên ewil kesên din bi serkevin. Lê fêm nakin û naxwazin fêr bibin ku uzr xwestina ji ber sasiyê durustî û camêrî ye.
Divê em êdî bi eskereyî û zelalî bêjin ku ji niha pê de pêwîstiya em behsa kesên weha bikin nemaye. Çima vê dibêjim? Dibêjim ji ber ku êdî HAKPAR weke rêxistin û parityeke Kurdan û welatparêz ji bona gelê xwe li ser kar e û ji bona xizmeta wî amade ye.
Ne dihat bawerkirin ku wê HAKPAR di demeke weha de bi gavên asasî û dururstî xwe di nava gelde bi cih bike û bibe altarnatîfa ku gelekan tim behsa bêaltarnatifiyê dikirin.
Loma ez dibêjim; Dibe ku em bi her awayî HAKPARê neecibînin, dibe ku gelek tistên wê ne li gel nerîn û dîtina me re be. Ji xwe tu rêxistin sedî sed nikare bibe li gor dilê herkesan û ligor fikir û ramanên wan be.
Di partî û rêxistinekê de divê em li tistên hevbes ku fêda gel têde be bigerin. Ji ber wê ye ku divê em li gor wan tistên hevbes hêzên xwe bikin yek da ku em bikaribin bi hevre pêsiyê li kurdên Kemalîst bigirin. Heger em vê nekin ewên ango kurdên Kemalîst tistên hê ji îro xerabtir bînin serê gelê me.
Heger em ji welatê xwe hez dikin, heger em heroj dibêjin, em ne li gel xeta kurdên Kemalîst in û em dibêjin; Xurtbûna kurdên Kemalîst têkbirina welatê me ye. Divê em di vê hilbijartinê de dengên xwe bikin yek. Îro li gor sert û mercên em têdene, ev dikare di nava HAKPARê de bibe. Heger em îro vê nekin, wê hemû xizmet, kar û xebatên hêja bibe para kurdên Kemalîst ku wê roj bê tu hêjayiyên me û welatê me nehêlin…
Heger em vegerin ser pirsa HAKPARê çi kir? Li gor min tistên weha kir ku kesan bawer nedikirin. Ma destnîsankirina namzetên ji bona saredariyê li temama tirkîyê li seranserê bakurê kurdistanê kêm e qey. De kerem bikin, hûn jî li gel hakparê dengê xwe bidin kesên xwe. Dengê xwe bidine kesên dixwazin bibe xizmetkarê we. Êdî hûn dizanin.
13.02.2014
———————————————-
Ji rizgarionline hate girtin.
Bûbê Eser