Nivîsar

Zaravayê Zazakî

Dema ku ez dibêjim Kurd, ‘Kurdistan’ tê bîra min. Ji ber ku Kurd milletekî xwedî welat in. Welatê kurdan Kurdistan e û Kurdistan jî welatekî bindest û mêtîngeh e. Mixabin ji ber ku gelê Kurd pirsgirêka Kurdistanê safî nekirîye, pirsgirêka zimanê kurdî jî safî nebûye. Ev herdu pirsgirêk jî bi piranî bi hevdu ra girêdayî ne.

Bi teybetî piranîya kurdan zimanê kurdî bi gotinê (devkî) parastine û hîn bûne. Ji ber ku zimanê kurdî li dibistanan qedexe ye.

Di sala 1923-an de peymana Lozanê çê dibe. Pist ra li Kurdistana Bakur zimanê kurdî bi destê hukûmatên tirk hatîye qedexe kirin. Ango heya niha zarokên ku çûne dibistanan li wir zimanê tirkî hînbûne. Jinên ku neçûne dibistanan ew jî li malê li ber televîzyon û radyo zimanê tirkî hînbûne. Mêrên ku neçûne dibistanan ew jî çûne leskerîyê û li wir zimanê tirkî hînbûne.

Di vê rewsa îro da pistî 90 salî Kurd zimanê tirkî hîn bûne û dibin û îro 25 mîlyon Kurd tirkî dizanin. Bi vî awayî dewlata Tirk bi sîstemên helandinê zimanê kurdî ji hewcetîyê derxistine. Kurdên Kurdistana Bakur êdî duzimanî ne, hetta piranîya wan di navbera xwe de tirkî diaxivin. Eva jî ne tawana kurdan ne. Ji ber ku mirov kîjan zimanî bas dizane bi wî zimanî diaxive û girêdayîya xwe bi zimanê dayêkê namîne.

Niha Kurdistana Basûr azad e û zimanê kurdî bûye zimanê fermî, lê ew jî ne zêde sal e. Zaravayên zimanê kurdî di nav gelê Kurd de gav bi gav ciyê xwe ji zimanê serdest ra dihêle. Ango pirsgirêka zimanê Kurdî bi bingeyî safî nebûye û asîmîlasyon, helandin dom dike.

Li Kurdistanê, kurdên ku bi zaravayê Zazakî diaxifin hene. Lê belê zaravayê Zazakî zêde pês neketîye. Kurdên ku bi zaravayê Zazakî diaxifin, yan jî ne ew bi xwe lê berî nika dê û bavên wan axifine, hinek ji wan kesan wiha dibêjin:’Zimanê Zazakî zimanekî cûda ye. Tikilîya xwe bi zimanê kurdî va tûne û ne zaravayekî zimanê kurdî ye.’

Ez bi xwe dizanim ku ji wan mirovan çend kes bi xwe yek ji zaravayên zimanê kurdî yekê jî bas nizanin. Dema ku mirov ji zaravayên zimanê kurdî (Kurmancî, Soranî û yan jî Zazakî) yek ji wan bas nizane nikane ku zaravayê din jî fam bike. Kesên ku bi zaravayê Zazakî qezî dikin, divê ewana bi xwe zaravayê Zazakî bas bizanin û di nav gelda jî bidin hînkirênê; ji bo pêsdabirina Zazakî xebatê bikin. Belê ev kesana dikanin bibînin û fêm bikin ku Zazakî bi qasî Kurmancî û Soranî Kurdî ye. Ne kesên ku bi zimanê tirkî Zazatîyê dikin… Ewana tenê ji siyaseteke xerîb ra xizmetê dikin. Bi zanîn an jî ne zanîn parçebûna kurdan dixwazin… Hingê nezanî û niyeta xirab a li dijî yekîtîta Kurdan destê hev digrin.

Zazakî zaravayekî zimanê Kurdî ye. Him dîroka Kurdistanê vê dibêje, him zanista zimanzaniyê (lingvistik) û him jî kesên ku ji bo pêsdabirin û zindîkirina Zazakî xwedî ked û berhem in vê rastiyê dibêjin…

Pirsgirêka zimanê kurdî ; pirsgirêka generasyonan ne. Dibe ku sê generasyonên Kurd zaravayên zimanê kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî) hînbibin û bidin hînkirinê. Ev jî bi azadiya Kurdan û Kurdistanê va girêdayî ye.

Balkêş e ?
Close
Back to top button