Tu tist ji yekitîya gelan bi quwettir nîne
Gelên ku li ser erdê cîhanê azad in hemûyan di nav xwe de; yekitîya xwe çêkirine û dijê dujminin xwe têkosîn kirine. Bi vî awayî hemû gelên azad gîstine armancên xwe. Mixabim heya niha kurdan yekitîya gelê Kurd çê ne kirine û Kurdistan jî yekser ne azad e. Pir caran, kurdan bi xwe pirsgirêk navbera xwe de derxistine. Bo vê yekê azadîya gelê Kurd dereng ketiye û dikeve.
Gelek waxt e ku li Kurdistana Bakur ser tine bû. Gelê Kurd jî ji asitîyê dilsa bû û hêvî dikir ku carik din ser destpê nake. Xûya dike ku hin hêzên Kurd carik din bi hevdû ra diranan disun.
Di navbera hukûmata herêma Kurdistanê û PKK-ê de û navbera PKK-ê û Huda-Par ê de pirsgirêk hene. PKK û Huda-Par bi zimanekî tûj hevdû rexne dikin. Bi teybetî li herdû alîyan jî PKK asteng e.
27.5.2014 an de li Amedê, çar hêzên siyasî, di daxuyaniye xwe de wiha gotin:’Em, partî hêz û pêkhatinên ku li Bakurê Kurdistanê bizave dikin, ragirtina di navbera hukûmata herêma Kurdistanê û PKK de, di berjewendiyên gelê Kurdistanê de nabînin û dixwazin pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê bêne çareser kirin’. Van çar hêzên siyasî ango Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR), Hewldana partîyeke Kurdistanê (HPG), Hewldana Partîya Demokrata Netevi Kurdistan(T-PDNK), Gruba Dîyalog Dicle-Fira, ez bi dil sayî wan hêzan siyasî pîroz dikim.
29.5.2014 an de li Amedê, serokê Huda-Parê Zekeriye Yapicioglu wiha got:’PKK û BDP ji revandin û kustina hevalên me berpirsin. Heger wiha berdewam bike hêdî tu kes dê xwe di ewlehiyê de his neke.’
Disa li Amedê 1.6.2014 an de serokatiya KCK-ê daxuyaniya xwe yê nivîsandî da wiha got:’Em ê carikdin mîna sala 2004 an, li hemberê hukûmata AKP-ê nûve dest bi ser bikin. Armanca AKP-ê qezenckirina demê û fetisandina sores e.’
Xwe nîsan dide ku carik din li Kurdistana Bakur ser li ber derî ye. Bi salane ku ser hebû. Di vê serê qirês de kurdan tu tistek qezenc nekirîye. Li Kurdistana Bakur da gundî nemane. 50 hezar mirov hatîye kustin, 4000 hezar gund hatine valakirin û 4 milliyon mirov ji ciyên bav û kalên xwe dûr ketine. Navbera kurdan de xang û biratî, ap û birazî, xal û xarzî, cînartî û dostî ne maye.
Daxwaza min eve ku kurdin ku dijê ser derdikevin, hemû bi hevra derkevin kolanan û rê nedin neyaran. Dijê sera qirês millên xwe bidin hevdû û quweta yekitîya gelê Kurd nîsana neyaran bikin. Mirovin ku ser çareserî dibînin wana bi hevra sermaze bikin û carik din rê nedin serxwazan.