Nivîsar

Hebû û tunebû

Zemanê berê lê gundan, wexta ku çîrokvan dest bi çîroka xwe dikir, çîrokvan weha digot, hebû tune bû rehmet li dê û bavê haziran ji xeyînî qaçorçîyan û jendirmên tirkan. Çima? Rehmet li dê û bavê hazira û çima? ji xeyînî qaçorçîyan û jendirmên tirkan, sebeb ev bû ku dema berê qaçorçîyan serê heywanikê pere ji gundîyan dida hev û jendirman jî wextê ku dihatin gundan, gundî ji wan ditirsîyan teadayî li gundîyan dikirin.

Îca çîrokava dest bi çîroka xwe dike û weha dibêje. Dibê çar kurê yekî hebûne, navê wan jî ev bûne; Elo, Welo, Melo û Kelo bûye. Navê bavê wan jî Posman û navê dîya wan jî Posmanê bûye. Meta Posmanê ji destê mêrê xwe û zarokên xwe ketibû helakê, yek ji yê dinê neûzûbileh xerabtir bûne, kesikî bi wanre nikarîbû îdare bikirina, hewara xwedê, belak mezin hatibû sere meta Poçmanê.

Meta Posmanê herdem bangî xwedê dikir yarebî te çima min xuliqan, ez ne hatima vê dinyayê mane bastir bû. Îca meta posmanê digot, îca zarokê minin ez çibikim, xulqeta xwedêye, yarebî ted aye û tu karî wan bistînî jî. Mêrê meta Posmanê mirovekî gelek feqîr û meriv hezbû, xelkê gelek jê hezdikirin, wexta ku digotin mamê Posman digitin esetûbileh mirovekî bas û meriv hezkirîye.

Lê dîsa jî bav û dîya wan gelek ji wan hezdikirin, weke herkesê ku ji zarokên xwe hezdikin. Bavê wan bibû kalek not salî, dîya wan jî temênê wê bûye heftê û pênc salî. Lê mixabin bavê wan nexwes dibe û dikeve ber xetera mirinê. Bavê wan bang lawên xwe dike, kurê min ez êdî ji vê cihana xwes û delal koçdikim bardikim, dixwazim xatirê xwe ji we bixwazim.

Kurên min ez dixwa im, hinik wesiyetên xwe ji were bijim;

Kurên minîn hêjan, tembîya min li webe, divê dostê minî ku hene ji dev wan neqerin, hûn wan her ji demikê ziyaret bikin, li hal û hewalên wan bipirsin.

Dudi, heta ji we bê qencîyê bikin.

Sisê, divê tifaqa we hebe û ji hev hezbikin.

Çar, herdem li gel rastîyê bin û bi dû rastî debin.

Pênc, divê hûn bawerîyê li hev bînin, ji bo gel ji we hezbikin.

Ses, divê hûn ji hevdû hesûdîyê nekin, herdem restîyê ji hevre bêjin.

Heft, merd û comerd bin, di ber mirovên qenc basde bixesirin.

Heyîst, divê hûn bi hesabin û hesaba bikin, yê ku hesabê yê himberî xwe neke ew ne mêrxase.

Neh, ne çav li derbin, wê gel-xelk wê bi xerabî qala we bikin.

Deh, mal û milkê xwe di ber qencîyê de, bi karbînin, tist ji xerabîyê dernakev, qencî herî base.

Yanzde, di cimata de gotin neyê ser we vala ne axifin, yê cimeata henekê xwe bi meriva dikin.

Diwanzdeh, ji mezinan re hurmet nîsan bidin û di ser kesên ku mezinbe rûnenên, nigên xwe navên ser hevdû, terbîya xwe herdem biparêze.

Sêzdeh, wexta ku mal û milkê meriv çêbibe, divê ku meriv ji serxwe neçe, alîkarîya feqîr û fiquran bikin.

Çardeh, gotinên min gelekin ji were bêjim, lê talî gotinên xwe dibêjim, tifaq, tifaq û disa jî dibêjim tifaq.

Îca mamê Posman çavê xwe li vê cîhanê digre û emir dide amedevan. Em jî dibêjin xwedê bi rehama xwe sahbike mamê Posman, çîroka mejî li vir bi dawî hat.

Mamê Posman, di talîya wesiyetên xwede rast dibêje, di urf û adetên me kurdan de, heger tifaqa meriv tunebe, çi malbate be, êl û esîrte be, partîyên sîyasî be komele û hemû dezgehên pêsewî ku hene ew bi pêsde nakevin, na heger ku tifaqa meriv hebe, bêguman ew karê ku meriv pê rabûye ne mimkûne ku bi ser nekeve.

Balkêş e ?
Close
Back to top button