Nezîr Axayê Omerî û helwesta wî ya dîrokî
Ji çaxê ku sahinsahiya osmanî hatiye rûxandin û ta roja îro, regezperest û neteweperestên Tirk, Faris, Ereb, Ermen û ba.isiyên Sûryanî û Asûrî serê eskere û nehênî li dijî çand û hebûna miletê Kurd dikin.
Li dewleta Tirkiyê ya ku bi alîkariya Ingilîzan hatibû damezirandin, neteweperestên Tirk bi serûkatiya sitemkarê mezin Mistefa Ata Tirk bi hemû hêza xwe û di rêkên nehênî û eskere de serê çand û hebûna miletê Kurd dikirin, ji cilûbergên kurdî bigre ta navên dest, gelî, çiya, çem, gund, bajar û herêman ji zimanê kurdî diguhertin û navên tirkî li wan dikirin, ta ku sitemkariya wî kete nav kelepûr û çand û hunera kurdî de û stranbêjan bûyera komê Serefo û hevalê wî kirin stran, û ta roja îro di nav gelê Kurd de mîna nivist û resbelekêkê bo bicîhkirin û tekezkirina çewisandina ku wê desthilata dilres li dijî miletê Kurd dikirin, maye.
Bi wê çewisandin û dijminatiyê jî, dilên wan regezperestên Tirk hênik nedibûn, rabûn dest bi karanîna çekên kîmyayî li dijî miletê Kurd kirin.
Ji aliyê xwe ve desthilata Elba,is jî li dewleta Sûriyeyê ya ku bi alîkariya firensiyan hatibû damezirandin, kiryarên wê ne kêmî yên desthilatên Tirkan bûn.
Vê desthilatê û recîmê bi sitemkariyeke bê hempa li dijî çand û kelepûr û hebûna miletê Kurd kar dikirin.
Ji bilî ku wan navên dest, gelî, çiya, çem, gund, bajar û herêman kurdan guhertibûn û navên erebî lêkiribûn, di demekê de mirovên Kurd nema karîbûn ji êzgehekê yan jî ji qewanekê li nûçe û straneke kurdî guhdar bikin, û her kesekî Kurd bi wê tawan û gunehê bihata girtin, ewlehiya leskerî ew kes bi sezayeke pir mezin gunehbar dikirin, yek ji wan gunehbariyan jî ew bû, ku ew kes dixwaze welatê Sûriyeyê parçe bike, û bi vê mehnê ew davêtin binê zindanan û di bin azarê de berevanî li xwe û pirsa xwe dikir.
Di sedsala bîsta de Recîma Elba.is pistî salên heystêyî mîna recîma Tirkyeyê di rêka Sûryan û Asûrî û Mihelmiyan de dest pêkirin stranên Kurdî werdigerandin zimanê erebî û Sûriyanî û Asûrî, û bi vî rengî çanda me eskere didizîn û dikirin besek ji mal û huner û çanda xwe.
Lê tistê ku li ber çavên gelek mirovan ne xuyayî bû, tepeserkirina van sitemkaran ya taybet li ser miletê Kurd ku ji guhertina cilûbergan destpê dikir ta bighêje ol û êl û netewa wî.
Carekê ez li civatekê bûm, mêrek bi navê Mihemedê Alûcî ji bajarê Hisiça bû, bejin dirêj û por sipî û ji dirûvên li riwê wî xuya dikir ku wî pir azar di jiyana xwe de dîtiye, wî li ser sitemkariya recîma Elba,is ya ku li dijî miletê Kurd li sûriyeyê dihat kirin weha ji min re got: Birayê Bawer, ez di dawiya salên hezar û nehsed û pêcî û heysta de ta sêst û pêncan ji sedsala bîsta li cem Xwedê jê xwes Nezîrê Axê Omerî(1) ajovan bûm, carekê em hejmareke mezin ji mêran li odeya wî ciwanmêrî rûnistînbûn, kesên li wê civatê rûnistîbûn pirên wan mêrên Omeriya bûn û pirên wan bi sas û kofî û sal û sapikên kurdî bûn, em hîn rûnistîne, min dît ji niskave du kes derbasî hindur bûn, silav kirin û em tev ji ber wan rabûn, herdû li kêleka Xwedê jê xwes Nezîrê Axê rûnistin, Xwedê jê xwes Nezîr ji xortan re got, kanî çayê û qehwê ji mêvanên me re werînin! Yekî ji wan herdû kesan ji me re got: ‘Ez Hukmet Mînê me(2), ez ne hatime ku çayê û qahwa we vexwim, tev bala xwe bidin min bê ez ê çi ji we re bêjim, ji îro û pêde dive hûn nema van sas û kofî û sal û sapikan li xwe bikin, û gereke ji sibe û pêde hûn van sas û kofiyan ji serên xwe bavêjin û dismal û egalan bidin serê xwe û kirsên erebî li xwe bikin’.
Çaxê wilo got, em tevde bê deng man, lê Xwedê jê xwes Nezîrê Axê weha bersiva wî sitemkarî da û jêre got ‘Birêzê delal, ev cilûbergên li me yên bav û bavpîrê me ne, em jî miletek in û me ev çand û qewat û kelepûrê xwe ji wan girtiye, em nikarin dev jê berdin’.
Lê wî sitemkarê Hukmet Mînê lê vegerand û got:’Vaye min ji we re got û ez nema careke din ji we re dibêjim’.
Wî sitemkarî çaya xwe jî venexwar û bê xatirxwestin ew û peyê pêre ji odeyê deketin.’
Mihemedê alûcî yê ku li cem Xwedê jê xwes Nezîrê Axê ajovan bû, di axaftina xwe de pêde diçe û weha dibêje, bi rastî, Nezîr Axayê Omerî ta ku çû ber dilovaniya Xwedê jî, timî wî qehremanî sas û kofî û desmala kurdî bi rengê xwe yê zer û neqisandî dida serê xwe, û tucarî ji zirt û fortên wî xwînmijê devbixwîn Hukmet Mînê yê ku bi zordariya xwe bibû padîsahê Cizîrê neditirsiya.’
Min bi xwe jî gelek caran ew ciwanmêr û qehreman û xwediyê wê helwesta dîrokî Xwedê jê xwes Nezîrê Axê li bajarê Qamisloka evînê bi sas û kofî û desmala kurdî didît, tevî ku gelek ji wanê li wê civatê amade bibûn pistî wê forta Hukmet Mînê nema cilûbergên kurdî li xwe dikirin, lê ev lehengê me yê mêrxas Nezîr Axayê Omerî bi wê mêraniya xwe ku yasayên taybet yên sitemkar Kemal Ata Tirk û yên dewleta Tirk nedipejirand, wisa jî yasayên Xwedê jê nerazî Hukmet Mînê û yên desthilata Elba,is li Sûriyeyê dixist bin lingê xwe de û nedipejirand, û ta ew çû ber dilovanoya Xwedê jî, wî pend û tembiyên bav û bavpîrên xwe bicîh anî û berneda, û bi wê mêraniya xwe navê xwe jî xiste nav refên mêrxas û qehremanên Kurd de, yên ku berevanî di ber çand û kelepûr û hebûna miletê Kurd de kirine.
Vêca ku hat û rojekê zana û rewsenbîr û dewlemend û berpirsên miletê me bîr bibin, gerek e navên van qehremanan û serpêhatiyên wan bi ava zêr li ser rûpelên pirtûkên Kurdî binivîsin û çap bikin, û navên wan li kolan û dezgeh û dibistanan bikin, û pêdiveye bi kêmanî di salê de carekê yan du caran mamoste û sagirtên dibistanan serdana gorên van qehremanan bikin, ji bo nifsên nû bêtin di dibistanan de dîroka xwe bixwînin û zanibin, bê miletê Kurd çiqas sitemkarî û çewisandin ji destê dijminên xwe dîtiye û çiqas berevanî di ber hebûna xwe de kiriye.
Tekez, hûnê timî di dilê miletê xwe de zindî bimînin.
1 – Nezîr Axayê Omerî _ (Bi kurtî) 1907 ‘ 27.05.1980 – Cîh û ware wî herêma Omeriya (gundê Çalê û Metîna), bajarê Amûdê û bajarê Qamislê bû, li Amûdê di çandin û bazirganiyê de ka kiriye, li herêma Cizîrê xêrûbêr ji nav dewlemendan dida hev û li belengazan belav dikir, bi zanebûn û jîrbûna xwe dikarîbû kar û barê êla xwe birêve bibe, di nav civata kurdî de cîhê rêzê bû, Du kurên wî( Mehmûd û Memdûh) di sewata sînema Amûde de (13-11-1960) bakrewan bûn, li gor tembiya wî ew li goristana gundê Til Marûf hate binaxkirin.
-Wêneyêk-(1)- Nezîrê axê li ser goristana bakrewanên sînema amûdê ye,
2 – Hukmet Mînê_ di nav salên 1957 ‘ 1963 efserekî saloxgeriya Sûriyê ye bû, li herêma Cizîrê bi sitekmariya xwe deng dabû.
13.08.2014
Wêneyeke— Xwedê jê xwes Nezîr Axayê Omerî (ê dudiya ji aliyê rastê) bi rûnistvanên amûdiyan re li ser goristana pakrewanên sînema Amûdê 1960.
Wêneyê Xwedê jê xwes Nezîr Axayê Omerî
Bawerê Omerî