Nivîsar

Haware Kurdistan û encema jenosîdê

Ev jenosîda miletê me Êzdiyan de dil û kezebe me diêsîne, sev û roj li ser internet agahdariyên nû digerin, xewn û hedena me nayê wexta ku me wan zarok, jin, mêr kal, pîrên me li ser rêya çiyayê Sengalê pêxas hawar û gaziya wan di televîzyonê de dît. Jinekê hêja destê xwe bilind dikir û digot „ haware Kurdistan Ewê pêsî hawara xwe digihande gelê Kurdistanê ev qîrina wê bandorek mezin li ser min kir. Bi taybetî keç û jinên ku dibin dewletên Ereban wek cariyê difrosin , ev ticar ji gumena me dernayê.

Ez dibêjim girî, rebenî,sinî, belengazî ne çareye, divê bi hemû sêweyî tevî qewmê xwe û miletên xwe ve hemû Kurd û bi hemû cureyî berxwedanê bikin, da ku Kurdistanê ji DAISê rizgar bikin. Êzdî divê wegerin Sengalê û cî warên xwe bernedin ev yek armanca wan dijminan bi xwe ye.

Min daxwaz û hevî dikir, ku li Kurdistana Bakur hê jî zaftir û firehtir deng û çalakiyên xwe li dijî vê jenosida Kurdên Êzdî li Sengalê û derûdora wê bidana.Weke Bajarên Amedê (Diyarbekir), Batman, Mêrdîn, Wan, Dersim, Riha û yên din.(20 zêdetir parêzgehen hene) ango Stanbûlê (3 milyon Kurd li hene) bi sed hezaran derketina meydan û dengekî gurr him dijî dijminê xwe û him jî dost û hevalên Kurdan re xwe nîsan bidan.

Ev karesata ha ne mirovî û wahsî li ber çavên cîhanê dibû. Li hember vê rewsa ha hovane ABD, AB bi derengî be jî ketin nav hewldanê û pistevaniya xwe dan û didome. Serkirdatiya Herêma Hikûmeta Kurdistanê hevalbend û dostê Kurdan li hember vê jenosîdê aliyê xwe ve anîn. Wana xwe nîsan dan weke Frensa,Amerika, Ingliz(Britenya), Îtalya, Çek, Almanya, Finlandiya, Norvec, Îspanya, Kanada, Swêsre û hwd. Ev helwest û tevger ciyê dilxwesiyê. Xuyaye ku pêsmerge gelekî pêsve diçin û wan ji Kurdistanê paqij bikin. Me bihîst ku sê bingehên ser ji bo xortên Êzdiyan jî li Çiyayê Sengalê di bin fermandar nû Qasimê Seso hatiye vekirin, da ku wan terorîstên DAIS ji axa pîroz ya Kurdistanê derxînin.

Ew helwest û pistigiriya Amerika, AB û dostên Kurdan dijî DAIS ê, him ji bo Kurdan qazanceke sîyasî (serxwebûn), moral, maneviyet, lêskerî anî û him jî pêsî lêgirdina jenosîda (nijad qirkirin) Kurdên Êzdiya û Xiristiyana û yên din. Ev yek erkekî mirovayî, humaniter û demokratîk bû. Gotineke Kurdan heye dibêjin, „ dostên Kurdan tune ne’ . Êdî ez dibêjim pistî kareseta Helebçe (16.3.1988), enfalan û qirikirina Kurdên Êzdiya 3.8.2014 dost hevalbendên Kurdan çêbûne û ew pistevaniya xwe di warê leskerî de û li hawayê êrisa ser DAISê aborî û siyasî êdî bi wêrekî eskere dikin. Ev pêwajoya ha ji bo serxwebûna Kurdistana Basûr rewseke erêniye, rê û derî li ber vedike û ji bo ve yekê jixwe hewldan û amadekarî ji aliyê Hikumeta Kurdistana Basûr gel ve tên kirin (referandûm têkirin). Azadî, parastin û bergiriya Êzdiya, Mesihiya, Kakayiya (yarasan), Keldani, Asûriya û hwd. bi serxwebûna welat ve girêdaye. Kurdistan ciyekî wisaye pirr olî, pirr ziman, pirr mezheb, kêm netew û civateke pirr rengîn (plûralîzme) lê heye. Divê ew çand û bawerî di çarçoveke demoktatîk de bên parastin. Ew jî ji me re dide îspatkirin ,ku bê serxwebûn Kurdistanê gel ne di ewliyayê de û nayên parastin. Çimkî derdora Kurdistanê nexêrxwaz û dijminê Kurdan ve dorpêça ye, her wextî dikarin di nav wan de jî zixtan lêbixe û nakokiyan çêbike, dema ku Kurdistan serxwbûnê jî bistîne.

Binêrin ev karesatê hatiye serê milêtê me Kurdên Êzdî, ji xweyina ABD, AB. Dewletên din guhên xwe kerr kirine û bêdengin . Hûn dizanin 22 dewletên Ereban hene heta niha min nebihîstiye ku yek dewletek ji wan dengê xwe kiribe an jî hewldaneke erêni dabe. Kurd û cîhan jî dizanê ku li pist van çekdarên DAISê weke Sûdî Erebistan, Katar, Afganistan hevalbend û leskerein Seddam yên berê û dewletên cînar yên derdora Kurdan ne. Niha Kurd bi hemû qeweta xwe ve li hemberê teroristên DAIS ê parastin, berevaniya gel û Kurdistanê dikin û ber serxwbûnê ve pêsve diçin.

Divê Kurd di nava wan de çi nakokî hebin jî wan bidin aliyekî û ji bo parastina gel û Kurdistanê û taybetî serxwebûna xwe ku ew derfetê dîrokî derketiye, ji hevûdin re pistevanî, alîkarî û dilxwazî û nîstemaniya welatên xwe bikin. Divê bi medotên demokratîk danûnstandinê bikin û rûmeta hev bigrin. Nîrxên neteweyî timî bên parastin û xwedî lê derkevin, ew Welat, al, Ziman, dîrok, mers(sirud)e. Ez gelek di baweriyê de me ku gelê Kurd li Kurdistana Rojava, Rojhilat û Bakur jî gelek serkeftinê mezin bi destbixînin

Ev qirin, gazî û hawara jin, mêr, zarok, kal, pîran û hawara wê jina ku got „ haware Kurdistan’ bandoreke giran da ser min . Ewê pista xwe û baweriya xwe bi gelê xwe yê Kurd tîne ku pêsî hawara û gaziya xwe dide wan. Kurdên Êzdî di dîrokê de bi hezaran ji bo azadiya Kurd/Kurdistanê bedel dane. Bila meriv vê bas zanîbe heger welatê miletekî tune be, rumet û sexsiyeta wan jî li vê dinyayê tune. Namûs, mal û milk û jiyana wî gelî ne bergiriyê de ye û ne di ewliya de ye, her dem dikare tikeve bindest, zor û zilmî û neheqî lêbibe. Miletê bê welat jiyana wan ne mîsoger e û di metirsiyê de ye. Dîroka gelê me wan zelal vekirî nîsanî me dike.

· Pistî vê karesatê divê zûtirin Hikûmeta Herema Kurdistanê ordiyekî nîzamî û profosyenel bê avakirin.(Biryara ji aliyê parlementa Kurdistanê hatiye danîn)

· Divê ji bo parastina gel û azadiya welat silêhên modern, techîzat û firokan bidestbixinê.

Ji bo koçberan Kurdên Êzdî, Mesîhî (File) û Sebek pêdivî û pêwîstiyên wan;

– Careke din divê ew bên cî kirin, xwarin, vexwarin di aliye psikojiyê de(ruhî) stabilîze bibin ,da ku karibin vegerin ser jiyana xwe. Bi taybetî ji bo zarokan tedawiyeke dirêj ya psikolojîk, bernameyeke pedagojîk pêwîste.

– Pistî ku welat ket bin ewliyayê cî warê wan weke Sengal û derê din ji nû ve bên avakirin.

– Divê Êzdî, Xiristiyan,Sebek ji bo ku vegerin ciyên xwe bên teswîk û motîve kirin. Ewder bi hezar salan ji aliyên wan ve hatiye parastin.

– Pêsê rojê de projên ji bo pêsketinê û jiyaneke normal,civatî, aborî, sosyal bên çêkirin bajêr, gund bên avakirin.

– Divê Êzdî û olên din di hemû dezgehên Kurdistanê de( parlement,pêsmerge,aborî, îdarî, kultirî ) cî bigirin.

– Divê Êzdî êdî li welat derbasî konaxa siyasî, rêxistinî û hemû pêwîstîyên civatê bibin. Ji feqiriyê, belengaziyê, derbas bikin.Têkevin rêya zanînê, teknîkê û pêsketinê niha ya cîhanê.

Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ol, kêm etnîkî weke Kurdên Êzdî û Xiristiyan,Keldanî, Asûrî û hwd,Sebek stratejiyeke nû derxe pêsiya xwe, da ku pêsketina civatê , gel di her warê jiyanê de bi homojen, tolerans, asitî, parastina heqê mirovan û rumeta hevgirtin û netewhêzkirin bibe. Ji bo vê yekê bernameyên taybetî û mekanîzma bên avakirin. Weke;

1- Fireh û zêdekirina komelên medenî(sivîl).

2-Ji bo zarokan di dibistanan de li gor civata rengîn plan û programê (bername) û projên taybetî bên çêkirin.

3- pêsbûna aboriya milet (îstikrar)

4-Mediya ji bo pêsketina gel û civatê rolekî mezin e, divê sixulandina mediyaya di çerçovekekî demokratik û di berjewendiya neteweya Kurd de be .

Ez di wê baweriyê de me, ku encema vê kareseta (genosid-ferman)) ne mirovî hate serê Kurden Êzdî, Kurdistana Basûr di vê rêya azadiyê de digihîne konaxa serxwebûnê û Kurdên Êzdî jî di sazî û dezgêhên dewleta Kurdî de firehî cî bigrin an jî bi taybetî statûyekê sîyasî distinin.

Îro roja asitî ya cîhanê ye. Gele Kurd û taybetî Kurdên Êzdiyê Sengalî jiyaneke dijwar de dijin . Ew vê demê hewceyî alikarî û pistavaniyê cîhanê ne, ku careke din pistî vê jenosidê wegerin ser jiyana xwe û cî warên kal û bavan bi sêweyêkî azadî, asitî,aramî û bi bîrûbaweriyên xwe ve bijin; ji bo wan keç û jinan ku di destê teroristên DAISê de ne rizgarkirina wan, ku ew ji me re bû birîneke kûr. Bi daxwaziya serxwebûna Kurdistanê di nav cîhaneke azadî, asitî û demokretiyeke rasteqîn de…

01.09.2014

Ahmet Akbas

Balkêş e ?
Close
Back to top button