Nivîsar

Rûnê xosavê hat birîn…

Yenîçerî leskerê Dewleta Osmanî bûn. Bi sedsalan di bin fermandariya padîsah û wezîran da diçûn ser, welat zeft dikirin. Gelek bi dîsîplîn bûn.

Lê ber bi dawiyê ew jî dejenere bûn. Gelek caran mane derdixistin û serî dikisandin. Carna digotin me meesê xwe nestandiye, carina tevli sîyesetê dibûn, serî hildidan û serê wezîran, heya padsayan dixwastin.

Yenîçerî carê jî ji bo xwarinê serî hildan, gotin ‘rûnê xosavê qut bûye!’

Gelo ev tist çawa dibe, ma rûnê xosavê heye?

Mesele bi vî rengî bû: Aspêjên berê satilên xwarinê yên ku tê da gost qewirandine, yan pîlav çêkirine pak ne disûstin û xosav di wan da çêdikirin. Hingê rûnê xwarinê dima û bi ser xosavê diket. Ango Yeniçerî usa hîn bûbûn, wer zanibûn ku xosav bê rûn nabe…

Rojkî aspêj guharî. Yê ku teze hatibû yeki paqij bû. Satil bas sûst û xosav di wir da çêkir. Yeniçeriyan dîtin ku xosav bê rûn e hema dest avêtin sûrê xwe û rabûn; gotin: ‘Em serî dixwazin!’

Ji wan pirsîn: ‘Çi mesele ye, vêcar çi bû?’

Gotin: ‘Rûnê xosavê hat birîn!’

* * *

Ango ev Rojhilata Navîn diyarekî han e. Li vir ji ber ku azadî û demokrasî tune, sebebê serî kisandinê jî pir in.

Lê tu derkevî bazarê bipirsî: ‘Gelo azadî û demokrasî çi ye?’ Tuyê bersîvên gelek rengîn bigrî, gotina yekî yê din nagre…

Demokrasî li vir gor kêfa serokan dimese, ne gor dil û daxwaza xelkê. Rabe rabe, rûne rûne!

Ger rojekî demokrasîya rastî bê, yan jî serokek derkeve gor adet usûlên demokratik bimese, hingê kelek kesê ku ne gor kêfa wan e, rabin bêjin: ‘Ev ne demokrasî ye!’

Ango rûnê xosavê hat birîn!…

27 Çirîya Pasîn, 2014

C E M A L Î

Balkêş e ?
Close
Back to top button