Keye ve pevajoya provakasyon rewestine?
Ve dewye goveka bi qeziya dora civaka Ezdiyan çiqas diçe teng dibe, we wa kuda here, her Xwede zane.
Eva heyst mehn, ji 3 e meha Tebaxe sala par virda heta iro, çi zulm u xezeb beji nehate sere ce civaka Sengale. Mal nîne ku derbeke giran le neket, civake bi deha hezara miroven xwe unda kir, bi hezara hesir iro ji deste DEISe da dizerin , milk, mal, hebun u keda sala ji deste wan çuye, namus hatiye binpekirin, bi hezara zaren sewi bexwedi-bexudan kuçada mane, seda hezara bin çadiren neylon da be guman u be hivyen pasiroje nizanin we çi be sere wan. Kes hema bi axaftin ji gumana pesiroje nade wan Roj bi roj ji hale wan berb xere naçe. Tevi we kereseta be çap u pivan, ku nave we ferman e, hinek rayedaren hezen kurdistani u hinek girupen ezdiyan, bi meremen tari hale we civaka sikestiye-birindar roj bi roj he xirabtir u aloz dikin, dutiretiya netewi u fanatizma cudatya bawarye dor wan ges u gur dikin. Keye pesya wan bigre? Keye ve pevajoya provakasyon e be wijdan bide rewestandin?
Serokatiya Ezdiyan ya civaki u oli rola xwe di nav civake da unda kirye, wek laseki behereket nikare tu pirsgireke ve civake çareser bike, ne hundur , ne ji derva.
Me dit, di diroke fermanen Ezdiyan da cara ewlin bu ku xireta netewi di nav gele Kurd da ser ket, rasti hate hole u gel (paye pire) rabun pista birayen xweye Ezdi.
Le çawa buyaren pey we keresete ra nisan dan ku ev hisyarbun u pesketinen netewi dile hinek hezen Kurdi u dijminen gele kurd ninin. Ciye vala provakasyon pey provakasyona, nerazibun pey nerazibuna dora ve civaka birindare sikesti çe dikin, dixwezin dile gele kurdi sade ji ji Ezdiyan sarkin.
Mirov nizane keye xerxwez, keye neyar.
Ve dewye wa goti peyven ‘Ezdixane’, ‘Ala Ezdixane’ ku hineka (nizanim bi çi meremi ) avitine meydane, deste xernexwezada kirine huceten dutiretiye u betifaqiye.
Ke piri -hiniki haj zargotin-diroka kurden ezdi heye, ji wanra eyane ku nave ‘Ezdixane’ peyveke nu nine, bere -bere da ezdiya u ne tene ezdiyan, ciye ezdi le jitine nav kirine ‘Ezdixane’. Minak ‘Ezdixana Serhede’, ‘Ezdixana Ermenistane’, ‘Ezdixana Gurcistane’, ‘Ezdixana Elegeze’ ‘Ezdixana Xalta’ u hivd. Ezdixane bi xwe mena Kurdistane ye.
Ya ale, alen hemu heza, partiya, sazimanan, ola heye bira ya Kurden Ezdi ji hebe Ez wek evdeki tu dijitiya we himberi ala Kurdistane nabinim. Ala Kurdistane, ala hemu Kurdan e, Ala PDK, YNK, PKK u hivd ale wan heza ne. Ê, bira ala Ezdiya ji hebe we dinyaye xirab be
Ezdi çima ji bo Sengale avtonomyaye dixwezin? Ew mafe wan e u çareke ezdiya ya din ji nine. Gereke gele Kurd rind te bigihije, xwestina Ezdiya ji bo ewlekarya wan e, Eger Ezdi vegerin Sengale gereke bi heza xwe keribin xwe biparezin, ku sibe duspa komeke fanatik ji Asiya Navin, yan Qumistanen Erebistane, yan musulmane Rusiyaye u Axvanistane rabnebin neyen, navejine ser Ezdiyan u wan qirkin, çawa ve bexweya DEISe kir, çawa bi dewr-zemana pek hatiye Ew heza xweparastine ji tek qewlen sazimaneke avtonomiye da kare hebe.Yan na Ezdi bi avtonomiyaye ne dibin xweye dinyaye, ne dewlete, ne ji kurdistane, ne ji Sengale ji Kurdistane biqete Ezdi ji zanin, dinya ji zane, ku heza pista Ezdiyan netewa wan-gele Kurd e, wekate wan Kurdistan e.
Gereke hukumata herema Kurdistane hema ji bo xireta netewi, bo bi morali dermankirina birinen Komkujiye u rehetkirina ve esa xezeb hema roja ewlin da ew soz bida Sengalyan
Ya binçavkirna fermandareki Heza Parastina Sengale, Endeme Encimana Navendi ya YNK e Heyder Seso? Çawa ez ji ragihandina medya neziki desthilatdariya Herema Kurdistane ya fermi te gihistim ew pirsgirek ji dijitiya navbera herd hezen Hereme yen deshilatdar PDK u YNK e te. Binherin malpera Avesta kurd net: ‘Heyder Seso bi fermi hat girtin’, RUDAW : ‘ Girtina Heyder Seso peyameke siyasi ye’, ‘Parlamêntara YNK e: Heyder Seso Ocelane Ezdiyan e’, ‘Heyder Seso te berdan’ Meriv gereke lap nezan be ku ve listike te dernexe. Heyder Seso zilame YNK e ye bi biryara wan (helbet pere Bexdaye ji, ku didine çekdaren Ezdi yen koma wi rola xwe listiye) hezeke, çawa PDK dibeje ‘ ji dervayi hemu çarçoweyen yasayi’ bi nave ‘Hesda Seibi’ ava kirye u gihistiye milisen Sie’. Ew bi dile PDKe nine u ji alye Hezen Asayisa Dihoke va Heyder binçav kirine. Hezeke Kurdistani ya deshiletdar ra Heyder ‘Ocelane Ezdiyan e’, qehreman e, heza din ra sûcdar e Gelo nedibu herd hez bi hevra bigihistana encemeke pase ev heytehol rakirana, ku xelk nekirana nava sasiyan.
Pase ap: Qasim Seso PDK eyi ye, birazi: Heyder Seso YNK eyi ye. Ezdiyen feqire malweran ji, yen bin konen neylon da bi nemir-neji jiyana xwe didominin listokin navbera herdu heza u herdu terefa da
Niha YPG Sengale da meclisa u dibistana ava dike, PDK wana red dike u dervayi qewl u qanuna dibine Sibe we çawabe?
Nav ezdiyan da se girup ava bune, se girupe diji hev, Gelo sibe ev yek nebe sebebe birakujiya Ezdiyan?
***
Facebook hinek geveze u sextekara ra buye meydana nemaquliye, ciye listina ser hest u hizren civake, geleka Facebooke da edi tu moral u hidude isanetye ji nehistine.
Ke radibe ve bexweye da hespe xwe dajo: xwendi-nexwendi, zane-nezan, qenc-neqenc
Hidud u kultura rexnegirye heye. Rexnegiriye da gereke wijdan, isaneti u maqulti hebe.
Rexnegiri hineka ra buye xeyset.
Rexnegiri ne behurmetkirin, reskirin e. Rexnegiri cureki pevgiredana ye.
Rexnegirya be moral u beredayi hasa genare ji gemartir e
Temya min e, rexne da fesal bin. Ber we evd e.
***
Dewye da: Gereke Ezdi ji qenc bizanbin di ve qerebalixa çebuyi da tu kareke Ezdiya tune u di bin defa qelp u sextekara da reqas tu pirsgireke çareser nake.
08.04. 2015
Eskerê Boyik