Nivîsar

KÛÇIKÊN AXÊ

Kûçik heywanên gelek bas in; heya kûçikên kûçe û kolanan jî, eger kes wan neêsîne, kesî aciz nakin.

Lê hertim usa nabe. Hin kes kûçikên xwe xirab perwerde dikin, berdidin xelkê.

Waxtekî ez li gundekî mamoste bûm û ji dest kûçikên usa har min gelek kisand. Bi taybetî ji dest kûçikên ber derê axê gund…

Dema ji mal diçûm mektebê dihatim, êrisî min dikirin wekî min parçekin. Min xwe dida ber siya dîwarekî û bi çoyekî xwe diparast, heya ku ji Qonaxê yek derkeve bêje ‘ost ost!’ û wan dûrxe.

Bona vê yekê min gelek caran rîya xwe diguhart, ji wî alî gund dizivirîm, diçûm. Lê rojên zivistanê, berf û baranê da ew jî gelek zehmet bû.

Da ku ji belayê wan kûçikan xilas bim, min rê olaxên dinê cêribandin; min nan da wan, carina hestî avête ber wan. Min destê xwe dirêj kir ku ser û stûyê wan bixurînim, ango bi wan sabim. Hûn zanin, kûçik ji van tistan gelek hez dikin…

Lê deha! Tistê han jî pere nekir. Wana destê min gez kirin.

Ez hêrs bûm û min got: ‘Gelo van andêrana ji min çi dixwazin? Êdî ez çi bikim ku ji belayê vana xilas bim?’

Jineke pîr ku ji wir dirbaz dibû, dengê min bihîst û usa got:

‘Ew kûçik usa hîn bûne, Miellîm Efendî. Divê tu jî wek wan li ber derê Axê çarling bî, bikî hewtehewt û êrîsî hat û çoyan bikî! Hingê têkilî te nabin…’

Helbet min ewtist nekir û bi vî awayî çû, heya ku tayina min derket, ango ciyê min hat guhartin û ji wî gundî çûm.

Dema miellim bûm usa bû; lê li sîyasetê tayîn tune, divê tu derdê hanê bikisînî!..

28 Gulan, 2015

C E M A L Î

Balkêş e ?
Close
Back to top button