Karên rovîyan ÎBO ÎBO, BISEKINE !
Waxteki li Xarpitê (El Ezîzê) bi navê Behrî mehamîyek (awûqat) hebû. Behrî Beg ji hêla Dêrsimê, gelek jêhatî, bi nav û deng bû.
Rojekî agir bi mala wî ket. Qanaxeke du qatî bû. Di demeke kurt da agir xwe li malê pêça, xurî bilind bû. Behrî Beg û jin û zarokên xwe ji malê derketibûn, li zuqaqê bûn.
Di dema sewatê da xelkê beyanî û nas û dost jî li dora malê kom bûn. Yek ji wan Hemal Brahîm bû, ango Îbo Îbo çawa ew rewsa hanê dît, berê xwe da dêrî, hewl da êrisî hundir bike, hin tistan ji agir xilas bike. Behrî beg bi milê wî girt û got:
‘Îbo Îbo, bisekine! Lao tu çi dikî?..’
‘Ma Behrî beg, wexta sekinandinê ye, mal disewite!’
Behrî Beg kenîya û got: ‘Lao bisekine, Îbo, bila mal bisewite, ne can, tistek nabe!’
Îbo ji ken û rehetîya Behrî Beg tistek fêm nekir, serê xwe hejand û got: ‘Hella hella, mala wî disewite, ne di bîra wî da ye ’
Mesele ji bo Hemal Îbo pir dereng ronî bû: Mala Behrî Beg maleke kevn bû, bi sîgorte bû û Behrî beg ew bi destê xwe sewitandibû. Da ku ji sîgortê perekî bas bistîne, xanîyekî teze çêke. Berî sewitandinê jî tevdîrên xwe girtibû, pilî pirtîyê hundir malê biribû cîyekî din
Hûn hûn bin, wexta we sewatek usa dît xwe nekin cîyê ehmeqan; berî ku xwe bavêjin êgir, piçek li ser bifikirin. Çi di jîyana rojane da, çi di sîyasetê da
6 Heziran 2015
C E M A L Î