Sîx bibire!
Ji ses sala ve û ta roja îro rojhilata navîn û bakurê Efrîqayê ketine nav tevlihevî û nakokî û ser û cengên giran de, sedem jî ew e, ku desthilatdarên van dewletan ji bilî dewleta Isra,îlê, bi sitemkarî û bi rêvebiriya xwe ya çewt, dewlet û milet ji maf û azadî û gesepêdan û weberhênan û pêsketinê bê par histibûn, hemû aliyên van nakokiyan di van ses salan de kaxezên kevn û nû danîne ser masa sedsala bîst û yekê, tolhildana berî sed û hezarê sala ji hev hiltînin, her tîre û miletek li van herêman dixwazin berevaniyê di ber mafê xwe de bikin, herweha ev rejîmên li van dewletan jî berevaniyê di ber desthilat û cih û berjewendiyên xwe de dikin, hin kom jî hene tenê doza kursî û desthilatdariyê dikin, ji ber ku di pirojeyên wan de pirsa maf û azadiya miletan tuneye, ji lewra min di destpêka van nakokiyan de digot, soresên bê piroje û xwendin û amadekirin, ne sores in, sores bi dehê sala dirêj dikin ta ku bighêjin armancên xwe, careke din ez dibêjim, ev ne sores bûn, ev berxwedan û serhiladan in, li dijî tepeserkirin û sitemkarî û ne wekhevî û bêpariyê.
Ta demeke kurt tenê du aliyên van nakokiyan hebûn, yek milet bû, û yê din jî rejîm bû.
Pistî ku agir bi herdû aliya ket û tiliyêd destêt wan hêdî hedî disewitîn, gelek ji pispor û sirovekar û rêzanvanan digotin: ‘ Yê ku kare vî agirî vemrîne tenê dewletên mezin û xwedî çek û lesker in, ew tenê dikarin me ji van rejîmên sitemkar rizgar bikin’. Lê ez bi xwe ne bi vê nerînê re bûm, ji ber ku ev dewletên mezin tucaran pistgiriya maf û doza van miletan ji xwe re nekiribûn piroje, tenê ew hevalbendên rejîman bûn, û kengî rahijtin û guhertina rejîmekê dan be çavên xwe û berjewendiya wan wilo xwest, wê çaxê xwe dikin xwedî û bavê belengaz û bindestan.
Di van pênc ses sala de tenê me soz û fort ji van dewletên mezin bihîstiye, lê çareyên astiyane û avakirina baweriyê di nav herdû aliyê nakokiyê de ji bo lihevkirinê di gotarên wan de tunene.
Di dawiyê de ji du aliya bûn sisê, ji sisiya bûn deh, ji deha bûn sîh, ji sîhî bû sed, ji sedî bûn sêsed, ji sêsedî bûn hezar, ji hezarî bûn sê hezar û ji van hemiyan dewletek hate avakirin, navê kirin dewleta Islamî.
Bi avakirin û ragihandina vê dewletê re, zana û nezanên herçar parçeyên cîhanê mîna balindyên Elbabîl û leskerên kesnedî bûn xwediyên vê dewletê. Ev dewlet bi saw û tirsa xwe bû mîna Ejdehayê çil serî yê herî mezin li cîhanê, her endamek ji vê dewletê bi tawankariya xwe mîna serserî Baba Hesen ne (Elîmam Elî bin Ebî Talib), bê pirs û bê hejmar serê mirovên bêguneh jê dikin, di nav avê û agir de wan qir dikin, û bi têwerkirina keviran wan dikujin, û wan di bin çal û kocalan de vedisêrin, bi hatina van gura re rastiya olekê hate xuyanîkirin, ku ev ol bê xwedî ye, û yên ev dewleta Islamî avakirine, ew tenê xwediyên vê olê ne, û bi hatina van jî zana û bîrmendên vê olê li cîhanê hatin hetikandin.
Di encama van pêc ses salan de, soresên rûmet û azadiyê bi dolar û dînar û euro û kaxezan li ser maseyên bazirganiyê bi erzanî hatin firotin, di ber vê sorersê de pêsî dest hatin sewitandin, pasê serî hatin jêkirin, avayî hatin bombedûmankirin, ta ku agir gihijte bejin û bala biçûk û mezinan, lesker û bajarvanî, hisk û ter jî pevre hatin sewitand.
Di bin vê dîmenê de rejîm û miletên van navçeyan ketin nav bobelateke mezin û bê çare de, ta roja îro herdû alî dikin hawar û dixwazin jê rizgar bibin, lê çareserî nema di destê herdû aliya deye, dora wan bûye dojeh, û delîvên bazdanê jî nema hene.
Rewsa herî wêran di Sûriyê û Iraqê de ye, hêzek derbas dibe û yek jê dikse, bêyî ku rejîmê van herdû dewletan nerîneke xwe li ser van destêwerdanan bidin, vê rewsê Xwedê jê xwe Seidê Mihemedê Oso anî bîra min, carekê yekî jê pirsî:’ Seîd ez dixwazim têkevim koma we ya dîlanê de, tu çi dbêjî?’ Seîd lê vedigerîne û weha jêre dibêje:’ Hima Xêro derket û tu ketê.’
Di vê rewsa aloz de, gelo kî dikare xwe ji nav vî agirî rizgar bike, û rahêje kilîta çareseriyê û agirê vî serî vemrîne? Ji bo ku em derbasî qûnaxa astî û aramî û avakirinê bibin.
Di dawiya salên heftêyî de ji sedsala bîsta, demjimêr heftê biyanî ez û hevalên xwe yên sagirt diçin dibistanê, bi rê de em pêrgî hevalekî xwe hatin, pistî silavan me jê pirsî: Ha Serîf, tê vê biyaniyê bi kû de herî?
_ Ez li pirojeya avayiyên nû di navbera gundê Hilko û tara Zenda de dirim koncalan dikolim, di paydoza dibistanê de hûn jî dikarin bi me re kar bikin.
Pistî mehekê, paydozê dest pêkir, ez û du hevalên xwe çûn nav wan avahiyan, me hevalin din jî li wir dîtin, û Serîf weha ji me re got: Hûn dikarin vê koncala min bikolin, min mitro û sêt santîm jê kolaye, tenê çil santîm jêre maye ku bibe du mitro, heger we temam kir, vî SÎXÊ du metro derbasî xwarê wê bikin, ku sîx hemû derbas bû, wê çaxê koncal temam dibe, pasê ez ê çil û pênc kaxezên Sûriyê bidme we’.
Em pêre li hev hatin, lê me hîn tucaran koncal nekolane, li gor sîreta Serîf û heval û karkerên li wir, gerek e em avê berdin binê koncalê, ji bo axa wê nerm bibe û kolana wê jî hesantir bibe, lê ji ber ku em ne sarezayê wî karî bûn, me bêtir av berdida ser dîwarê wê, pasê me dev ji wir berdida û em diçûn tara Zenda û me di xerafa Rizgo de avjenî dikir.
Pistî demjimêrekê dudo em vedigeriyan ser karê xwe, hevalê min Merwan dadiket binê koncalê û ew axa ku ji dîwarê wê hatibû xwarê derdixist, û dûra min bi qazme qorek ji xwarê wê dikola, û ji ber ku binê wê pir hisk bû û kolana wê pir zor bû, careke din me av berdida binya wê ji bo axa wê nerm bibe, û cardî jî me av li dîwarê wê dikir, û em diçûn nav ava xerafa Rizgo avjeniyê.
Pistî me têr avjenî dikir, em vedigeriyan ser karê xwe, me cardî ew heriya li binê koncalê derdixist jor û hinekî dikola, û pasê me sîx berdida binê wê, li gor pîvana sîxê du metro di wê roja pêsî de, tenê me ji sê santîma ta pênc satîmetran kolabû, ango koncala me hîn wek xwe maye.
Ew roj derbas bû, roja dudiya me careke din bi wî sêweyî kar kir, lê berhem tunebû, roja sisiya jî wek roja pêsî bê berhem bû.
Li gor dirêjbûna SÎX ta roja çara me ji deh ta bîst santîmetira kolabû, lê hîn bîst santîmetroyên din mane, karker û hevalên me yên din nêzîkî me koncalên du metro kûr û metro û nîvek pan di du rojan de kolana wa temam dikirin, lê ji ber ku em ne sarezayê wî karî bûn, me serê xwe xistibû nav bobelateke mezin de, û me nema Karîbû xwe jê rizgar bikin, li ser vê derengbûna karê me, ez û hevalê xwe Merwan ketin gengesiyeke dirêj de, dawî min jêre got: Ya bas ew e, ku em SÎX bibirin, tu dibê çî?
– Yaw wê bi me bihisin, ê min tu pîsê min pê tuneye.
– Bas e, ka bi min re were! Ez ê SÎX bibirim.
Me SÎX bir ber hesinbir û min ji Merwan re got: bibir!
Me bîst santîmetir ji six birî, pasê em hatin ber koncalê, me dî hosteyê dartiras û sagirtek pêre hatin nêzîkî koncala me, wî li rewsa koncalê pirsî, û min sîx daxist xwarê, sîx tevde derbasî koncalê bû, hoste got: De bas e hinekî din dora wê rast bikin, û herin koncalekê din bikolin.
Hosteyê dartiras bala xwe neda dirêjbûna sîx, lê sagirtê wî Mihemedê qut metroya pîvanê ji ber xwe derxist û sîx pîva, û ji hoste re got: Hoste, ev ne ew sîxê du metroye.
Hoste lê vegerand û got: Tist nabe, bera hinekî din binya koncalê paqij bikin, û bes e! Ev îro çar roj in dikolin, bera herin koncalek din bikolin.
Bi birîna wî sîxî û bi gotina hoste em ji wê bobelatê rizgar bûn, û pasê me li wir dest bi karê ser cebala û girêdana hesin û dartirasiyê û lêkirina bilok û kelpîça û seyandina dîwaran kir, ew birîna wî sîxî dergeheke nû li pêsiya me vekir, û em derbasî nav cîhana avayiyê kirin, û pasê me dikarîbû bi sarezayî û hesanî wan karan bikin.
Vêca her mirovek, yan komelak, ya dezgehek, yan partiyek, ya jî dewletek bixwaze miletên li Rojhilata navîn û bakurê Efrîqyayê ji van bobelatên mezin û aloz rizgar bike, gerek e wek min û hevalê min Merwan SÎX bibirin, ji bo em karibin dawiyê li vê wêrankirin û kustinê bînin, û ji bo ku pasê miletên wan welatan derbasî qûna avakirin û gesepêdan û weberhênan û karê pîsesazî û zanistiyê bibin, bes tenê pêdiviya wan bi yekî heye ku SÎX bibire.
Bawerê Omerî
[email protected]
Bawerê Omerî