Nivîsar

Ji bo tifaqê

Di berê da gelek edet, xeyset, rabûn-rûnistandinên maqûlî yê bi qîmet li nav gelê Kurd da hene û heta îro jî têne xweyîkirin. Hê sedsalên navîn da zanyar, nivîskar, rojhilatzan, dîplomatên biyanî yên bi nav û deng hatine Kurdistanê, yan navê ra derbas bûne ser wan edetên kurdaye gelêrî ecêvmayî mane û bi hewaskarîke mezin der heqa wan da kitêbên xwe da nivîsîne. Yek ji wan edetan jî ewe, ku dema dilsarê yanê neyarî dikete nav malbetan, êl û esîran, hinek rîspî, evdên li nav civakê da naskirî, mirovên qedirgiran, xêrxwez, zanê bi rûmet, oldarên bêteref radikirin navberê ku çareserîke xêrê wê bêtifaqyê ra bibînin, aliya li hev bînin, nehêlin xûn birije.

Niha ev hal Basûrê Kurdistanê da çê bûye.

Eger bi xêrxwezî, bi sidqê paqij ji bo kara netewî vê bêtifaqyê û dijîtiyê bê nêhêrandin ew sexsên navên wan li nav vê bêtifaqiyê da tên gotin, payê pirê sexsyetên welatparêz, bi qîmet, rûmet û hêja ne. Wan temamya jiyana xwe daye ji bo azadiya welatê xwe, dijî dijminê gelê xwe têkosyane.

Bi rastî dilê mirov ser teva jî diêse.

Wusane vê navê da tistekî ji hev nefemkirinê yê sexsî, girûpî, hizbî heye, ku herd alî li vê tengasya welêt da rabûne dijî hev. Wusane herd alî jî di nava sasiya, neheqiya û nerastiya da ne û ji hev serwext nabin.

Kurdistan ne milkê bavê tu hêzê nîne, îro hene, sibê tunene, Kurdistam weletê kurdan e. Îro bextê 40 mîlyon kurd li ser mêzînê ye.

Ev sans destê kurda çû, sanseke wa dibe sed salî jî çê nebe.

Hemin xêrnexwezên der û hundur çiqas bêjî hene, ew jî her tistî dikin ku ev alozî çiqas here gur û kûr bibe.

Nava kurda da jî wek netewê din xetê sor nînin, ku jibo xatirê kurdîtyê pêl nekin ê. Kurd ku hev bêsînin pêlî li ser her pîrozayê kurdîtyê dikin.

Di dîrokê da eyan e timê neyar û xêrnexwezê Kurda ji Kurda aktîvtir û aqiltir tev geryan e, her cara dema sansekî serketinê ya xêrê kurda ra çê bûye ew sans bi destê kurdan vala derxistin e, heta Kurd ser xwe da hatine, sebebê malwêranya xwe hisyane êdî dereng bûye, mala xwe bi destê xwe xirab kirin e.

Iro jî sîtûasyake wa çê bûye.

Navberê da ziyan gihîstye welat û gelê kurdî sade.

Gelê Kurd bi qehremanî serê hebûn-nebûnê dimesîne…

Partiya û serok jî ketine qirka hev.

Bi xûna xelkê kurd, bi qurbanya bi hezara sihîdan Basûrê Kurdistanê li ber derê çareserbûna xewna kurdaye dewr-zemana sekinye.

Ber çavê meye heçar perçê Kurdistanê da niha çi diqewime, heçar dagerkirên « birayên » kurdan yê bawariyê çawa dijî kurdan tev digerin,li hev diçin-tên, peymana girê didin, « kûta » davêjin li ber hinek « Kurdan » ku bi destê wan neyartiyê di nava deshilatdarya kurdî da kûrkin.

Heta qazvanên dagerkiran jî dijî azadya kurdan in…

Heta qazvanê dagerkira jî vê bêtifaqiya nava kurda gur dikin.

Lê Kurd ?

Sebebê vê malwêranyê kêne ?

Ji kîjan kurdî jî bipirsî zane.

Zane, lê kê guh dide xelkê Kurd ?…

Ji TV kurda, medya deshiletdar, ya partiyên çekdar agirê bêtifaqyê dibare…

Yek fikireke xêrê nabêje…

Medya kurdî da bêterefbûn nîne, an gerekê alyê sora bî, yan alyê mora bî… Bi dilê wan neaxivîyî kes deng nade te, kes te nabihî, xeteke sor diksînin dora te…

…Xulese dibe pêsnyara min sade be, lawikên deshilatdar, partîvan û siyasetmedarên Basûr yê « gewre » hukumdar li ser pêsnyara min bikenin, lê ez borcê xweyî dîrokî dibînim vê pêsniyarê bikim.

Pêsniyara min ewe, dewsa dagerkir bêne navberê, bi cûrê xwe hêzê kurda li hev bînin, pêwîste bi edetê me kurda ji heçar perçê Kurdistanê, ji dervayî welêt weke 10-15 sexsyetên nav civakê da bi hurmet, bêteref rakin navberê belkî çareserekê vê malwêranyê ra dibînin.

Û ji biryara wan gelê Kurdê rastiya bêtifaqyê bizanbe.

07.09.2016

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button