Nivîsar

HEVPEYVÎNEK BI LASERÊ REXNEKAR RA

Nasekî min ê ji Dêrikê, ji min xwest ku bi hevalekî wî ra hevpeyvînekê bikim û ji rojnameyê ra bisînim. Min gotê “bas e, çima nebe” ?
Roja qewla me, camêr hat û pistî hevnasînê, me dest bi pirs û bersîvan kir.

+ Kekê Laser, tu çi karî dikî ?
– Ez rexnekar im.

(Kêfa min zehf hat, cara yekê bû ku rastî Kurdekî dihatim ku karê rexnekarîyê dikir. Peyvên ‘rexnevan’ û ‘rexnegir’ jî hene , lê, ji ber ku wî digot ‘rexnekar, lewma ez jî ‘rexnekar’ dinivîsim.

+Gelekî bas. Herhal tu fîlmên hunerî yên sînemayê, berhemên wêjeyî weka helbest, roman û çîrokan, an jî nîgar û tabloyên wêneyan rexne dikî, ne wusa ?

– Na, heyran, ez wana rexne nakim. Ji xwe, ne wan temase dikim, ne jî dixwînim.

+ Lê, te got ‘rexnekar im’ ?
– Erê wele, ez rexnekar im, û ti kes jî nikare mîna min rexneyan bike.

+ Bas e, tu rexne li çi û li kê digirî?
– Ez rexne li partîyan û li Kurdan digirim !

+ Kîjan partî û kîjan Kurdan?
– Wele,hema kîjan partî, bi ber bayê min ket, wan rexne dikim.

+ Yanê çilo?
– Hema wilo !

+ Gelo çi yên wan rexne dikî? Bername û rêznameyên wan, wesan û beyanên wan, çi li xwesa te nayê(n) ?
– Wele, bernameyên wan, hemî weka hev in. Rêznameyên (tuzuk) xwe jî, pir hûrik dinivîsin, êdî bêberçavk jî nikarim wan bixwînim.

+ Min bas fêm nekir, li çi yê wan rexne digirî?
– Wele, rexneya min a esasîn ev e: van partîyana çima sorisekê bi ser naxin û Kurdistaneka serbixwe ava nakin?

+ Gelo ev hêz û partî evçend xurt û bihêz in, xudan çek û lesker in û rewsa tê da ne, dihêle ku zûbizû bi ser kevin.?
Rewsa herêmê û helwesta dewletên mezin çawa ye?
– Na ev partî ne ewqas bihêz in.

+ Bas e, gelo tu jî naxwazî hêza wan xurttir bikî, xebatê bi wan ra bikî, kesên derdora xwe bi rêxistin bikî?
– Ma ev hevpeyvîn e, an ez hatime tu min rexne bikî?!

+ Na, keko, xwe aciz neke!
Divê berî her tistî rexnekar jî, ji pirs û rexneyan sû nekevin, sil nebin û nexeyidin !

Bi van gotinan, hevpeyvîn bi dawî bû.
Lê ji ber ku min soz dabû rojnameyê ku vê heypeyvînê bisînim, diwesînin, nawesînin, êdî bi kêfa wan e !

Rizgar Amedî

Balkêş e ?
Close
Back to top button