HILBIJARTIN Û TOTIKÊN ( PAPAXANÊN) YEKÎTÎYA KURDAN-2-

HILBIJARTINÊN 2015’YAN Û HAK-PAR
Me di dema hilbijartinên 2015 yan de her bi vê daxwazê bi belavok û bangewazîyek berfireh,daxûyan
‘werin em HAK-PAR Ê bikin platformek demokrat û welathiz’
Lê, nehate hisaba wan, xwe nedane ber.
Me li gel wan çend civîn û hebdîtin pêkanîn. Yek ji wan got’ qeweta me tune, em nikarin helmeta hilbijartinan bidomînin,lewraye emê endam û terefdarên xwe azad bihêlin, deng didin kî, serbestin.’
Me got qenebe rabîgênin ku HAK-PAR navnîsanek netewîye, dengê xwe bidin.Wê yekê jî, nekirin.Lewra dengê xwe nedane HAK-PAR Ê.
Ev yek bizanîn an nezanîn bidizî pistevanî kirina HDP bû, bikêrî HDP hat.Di halek de ku, HDP bi bernameyek ‘Turkîyatî’ derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tistek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan.
Di halek de ku, HDP bi bernameyek ‘Turkîyatî’ derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tistek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan. Mixabin ku bi vî rengî dengê ‘parêzgerên me yên Kurdperwer,geyistin HDP ya ( yek welatxwaz,yek alxwaz,yek dewletxwaz, Turkîyadar) ‘Tek vatan’ ci û ‘Turkîya cî.
Ew dost, niha rabûne dîsa banga helmata’ Bloka Kurd’ dikin.
4- Di dema hilbijartinên 2015’yan de,dema ku me banga hevkarîyê li wan kir û her wiha weftande ( dawetî) platforma netewî,rêxistinek /partiyek din) din jî got, ’em li dijê parlamana Turkîyê ne.Karê me bi van tistan tuneye. Hevalê me çi bixêr bibînin wê dengê bidin wê derê.’ Bi vê sedmê nehatin bo yekîti û hevkarîyê.
Ev yek ji, bizanîn yan bi nezanîn; bidizî pistevanî kirina HDP bû, bikêrî HDP hat.
Yê wan ji nîha heman kilamek li ser zimanê wane: Yekîtîya netewî.Yekiti, ha yekiti.
5-Di sîyaseta Kurdên bkur de,Çend gurub û rêxistinên din jî hene ku seyr û ecêbin.Ev Camêrên han, vaye p^nc sale ku endamê DTK ‘a yê ne. Di lîstê HDP’ê de cîh girtin û her yek yek du parlamenter jî wergirtine. Niha jî ji wir cûda nebune.Niha jî parlementerê wan HDP çiqas icaze bide ewqas tevdigerin.Karûbarên xwe, irada xwe vîna xwe,dilê xwe, bîr û raya xwe,helwest û daxwaza xwe ,hêvî û ûmuda xwe bi HDP’ê ve girê dane.Tevger û sazumana xwe kirine bin bandora HDP,roh û canê wan di bin îpoteka HDP’ê deye,lê behsa yekîtiya milli dikin.
Erê camêrno, kurdhezno,ka carê ji DTK’a yê veqetin, pasî doza yekgirtin û yekîtiya Netewî bikin.Wiha nabe.
Di halek de ku, HDP bi bernameyek ‘Turkîyatî’ derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tistek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan. HDP bi bernameyek ‘Turkîyatî’ derketibu hember hevwelatîyên Kurd û ji bo dehatîya Kurdan tu tistek bi rumet ne xistibu nav helwesta siyaseta xwe a hilbijartinan. Mixabin ku bi vî rengî dengê ‘parêzgerên me yên Kurdperwer,geyistin HDP ya ( yek welatxwaz,yek alxwaz,yek dewletxwaz, Turkîyadar) ‘Tek vatan’ ci û ‘Turkîya cî.
Ew jî , niha rabûne banga’yekîtîya Kurdan’ dikin.
Dirastîyê de pêwiste ku em bêjin :Herçend ev dostên me,damezrêner û rêveberên HAK-PAR Ê yên berê; ev rayedar û siyasetmedarên hêja,partî û rêxistînê biserxwe damezrandibin jî, mixabin ku rêxistin û partîya wan ji çend bajar û nawendek rêkûpêk a Amedê zêdetir nebuye.Ji alîyê licneya bilind a hilbijartinê ve wek bessarvan nehatine naskirin, dadigeha destûdar a Tûrkîyê va bi fermî vei wek partîyek resen nehatine nasandin.Heq û mafê besdarvanîya hilbijartina wek destkevtî wernegirtine.Wan sert û mercan nekarîne ku bînin cî.Yanî, di eslê xwe de partî jî bin, lê li gor yasayan Tûrkîyê,ew hê nebune ‘partî’ku bikaribin werin jimartin.
Helbet ev yek ne sûcu, ne qîsûre û ne jî tawanek bêbexsan e
Ev yek girêdayê yasa û desturên dewleta Turk a dijî azadî û demokrasîyê ye.Lewra li gor yasa lazime jinîvî yek zêdetir rêxistin li wilayetan ; ( 41) û ji sîsîyan yek li wan bajarêken ser bi wan wilayetên,bajarok werin damezrandin.( minak ji bo Stenbol digel rêxistina Bajarê mezin,lazime 13 jî bajarok ûqezayên Stenbol werin damezrandin kû Stenbol bikaribe wek bajar daxilê hilbijartina bibe,eger na,partîkyek çend deng bigre ne giringe,ew dengê çî sûdek nadin rêxistina navbir.Her bajarek ya hindik bi 17 kesan her bajarokêk ya hindik bi 7 kesan tê damezrandin. Ji her kesek ku bi bikaribe bibe rêveber ê wilaywt an qezayê,lazime wêneyek,qaxizê paqijîyê ( qeyda sabiqa), ikametgaha wî navçeyî,telefon, navnîsan,dereca xwendinê, îs karê xwe divê beyan bike, rêxistina dewletê a herême jî lazime van agadarîyan qebul bike, ew jî nebu Licneya Bilind a Hilbijartînan jî,bi resenî bipejîrîne.Pistre jî lazime hemu rêxistinên damezrandî,ewil qeza û pasî bajar,li pey hev, di navbera 45 rojan de kongreya xwe çêkin.her wiha 41 wilayet jî bi vî siklî kongreyên xwe temam bikin pês 6 mehan ku roja hilbijartinên gelemperî a seranser û a herêmî hatiye dîyar kirin.
Eger partîyek karî ku ji van hemu asteng û pêsbirîyan, ji van deverên nedemokrat û jivan tengasîya borî, wê demê jî lazime ji sedan deh %10 bi ser bend û beraja seranserê Turkîyêve bikeve ku bikarib parlamenteran li gor denghênana xwe bide hilbijartin.%10 bend miqabilê ya hindik 5 milyon deng e.
Beramber evqas asteng û pêslêgirtinan;HAK-PAR dibêje gelî dostan, welatparêzan, hêzên netewî,Kurdno; ev asteng û serdên zext tê wê wateyê ku dewleta Turk naxweze Kurdên bijare û welatperwer basdarê Meclîsa wan bibin.Ne qabile ku,bi tena serê xwe, her yek jime; ji van asteng û devaran bibore û ji gelê Kurdistanêre bibe navnîsanek milli û demokratîk.
Serencam, em wekî HAK-PAR ‘ê dibêjin:
HAK-PAR her wekî do,platformek demokratîk e, bereyek azadîxwaz û nistimanperwer e.
HAK-PAR Kurde û Kurdistanîye.
Hemin ku niha HAK-PAR gelek nêzîkayî li van destkevtîyan kirîye, heqê basdarbuna hilbijartinan bidest dixe; werin, hê ku mecal û fersend heye, hêku dem û zeman heye;li ser kursîyê partîya xwe a berê runin û ka we li ku derê divê, bi bername û rêbaza xwe,bi reng û awaza xwe, di lîsteyên HAK-PAR ê de cîyê xwe bigrin.HAK-PAR bi vî rengî derge û derîzana xwe jî were her tim vekirî histîye.Fermo werin,biceribînin,emê li ser soz û qerarê xwe bin, bes ku hun kerem bikin werin.
Werin em hêzên xwe yên ekonomîk ( diravî),civakî û sîyasî bikin yek. Bila partî û rêxistinên we,dicîyê xwe de bimînin.Me navê ku ew werin daxistin.Berevaci ew her yekek ji pincara vî welatîne,reng û dewlemendî û saristehîya gelê Kurdistanê nin.
Werin em HAK-PAR Ê bikin platformek demokratik û netewî,ku her kes tê de xwe bibîne, xwe îfade bike,xwedî li maf û berjewendîyên Kurd û Kurdistanê derkeve.Sêwaza herî rasteqîn û mehqûl û bawerpêkirî, ev yeke.
Lazime ku careke din bêjim: Ev sekin û rewsa berê, bi zanîn yan bi nezanîn, bidizî pistevanî kirina HDP bû, ev yek, bikêrî HDP’ê hat.Werin careke din nekevin vê dafîkê,avê nekêsin asa HDP.
—Wê bidomine: BESA SISÊYAN: TENCEREYA HDP’Ê DISA DIKELE.—-
Latif Epözdemir