Nivîsar

14 NISANE: ROJA SINGER

Her sal roja 14’ye Nisane Roja Jenosîda Enfale û salvegera dalikandina Serokê Rexistina Azadi Xalid Beg’ê Cibrî û hevalen wi ye.

Kurdno:Xalid Begê Cibrî Qehreman û rayedare Kurd û her wiha jenosîda Enfale hergîz jibîr nekin.

Serokê Rêxistina AZADÎ Xalid Begê Cibrî û hevalên wî roja 14’ye nîsana sala 1925’an,her weki 183 hezar sehîden Enfal,ketin nav karwanê sehîdên Kurdistanê.

14 NISANA SALA 1925’AN:ROJA SINGER

Dema Mistefa Kemal di tengasiye de bu; hewcedare Kurda bu.Ew dem, digot “ev welat welaté me û Kurdan e.”

Pistî peymana Lozané , hertist guherî;édi Kurd hatin inkarkirin û berumetkirin.

Welat bu welate” nijada Turk”

Mistefa Kemal jî bu “Atatürk” yani “babeturk”

Atatürk, di destura sala 1924 an ( Teskilata Esasîye) de;ziman û heban a Kurdan qedexe kir.

Di halek de ku Ataturk soz dabu ji bo nasîna xweserîya Kurdan, li ser siza xwe nema û qulibî.

Kurd lewraye ku li himber red û inkar û bébextiya Kemalistan bedeng neman.Rewsenbîr û welatparézén Kurda, lihev civîyan û di bin serokatiya Xalit Begé Cibrî de “Réxistina Azadî ” ava kirin.

Kemalist ji tevger û tevgiredana Kurdan aciz bun.Zanin ku rewsenbir û pesengen Kurd dev ji doza rizgariye bernadin.

Lewra jibo tirsdayina rejilerden Kurd,Xalit Begé Cibri û Yusuf Ziya Beg digel 4 hevalen wan li Bedlisé bi réyek bédad û behiquq hatin idam kirin.

Xalid Beg û heveslen xwe Tu car stuyé xwe ne tewandin,

Fikr û armanca xwe ya netewi û xebata ji bo azadiya Kurdan bi mérxasi parastin.

Wan ji bo rumet û xiret a gelé Kurd jiyana xwe jidest dan.

JI BO KURDAN IRO,ROJEKI SÏMGER û XEMGINE.

Ez bi rezdari wan yad dikim.

Tekoseren Kurd namirin

Latif Epözdemir

Balkêş e ?
Close
Back to top button