Ser û berdana ji buhistê
Bêjeya buhistê ji du kîteyan pêk têt, yek jê bu, yan bûn e, ya din jî hist, yan jî histî û histin e.
Ji wateya van herdu kîteyan tête xuyakirin, ku kesekî bûjenek û tistek aniye û afirandiye û li cihekî histîye, ango tistek bûye û li cihekî histine.
Bi gelemperî ew bûjena, ku hatiye afirandin dibe, ademîzad be, lawirek be, darek be, sitlek be, av be, yan jî mestek ax û kevirek be. Pirê wan jî ji zindîlokên bas û nebas pêk hatine.
Ew zemîna ev tuxum li ser çêbûye- û bi hejmara xwe pir bûne- û dîmenên wê yên sipehî û xwesik mirov matmayî dike; ademîzadan navê wê kirine ‘Buhist’.
Ligor nerîna oldaran ew cih, cihê bêkar û tiroleyan e, cihê hemû tistêd berê ‘Xwedayên wan’ ji buhistiyan re amade kirine.
Oldar dibêjin:’Buhist cihê herî xwes e di gerdona me de, em ê kilîta dergehê wê bidin we, tenê çaxê hûn bi ya me û rêbaza ola me bikin- hûnê herin wê buhista bêdawî, ya jî agirê dojehê li hêviya we ye.’
Herweha ev derewîn ji mirovan re weha dibêjin:’Ji bilî Xwedê û pêxember û peyrewên wan kesekî din cihê buhistê nas nake.’
Tevî ku Xwedê û pêxemberê Ereban ji Misilmanan re gotiye ‘Buhista Eden’ heye, lê kesek ji oldaran li ser ranaweste û napirse bê ka ev buhist li kû ye û li kû dikeve?
Di nerîna min de, heger ew li nêzîka Mekê û Medîna Munerwer, ya jî nêzîka Sam û Orselîmê ba, wê oldaran sibê nîvro û êvarî serê me pê gêj bikirna, lê ji ber ku cihê ‘Buhista Eden’ li Kurdistanê ye- û bi taybet li dora bajarê Rûhayê ye, ji wan re ne pir giring e, ku serên xwe pê bêsînin.
Di vê baweriya bê bingeh de, mirov mejiyê xwe ji sedî yekê bi kar tine.
Ew kesên rêveberiya van olan dikin, pirojeyan bi navê Xwedê û pêxemberên wî amade dikin û davêjin nav nezanan.
Derbasbûn û xwegihandina buhistê jî yek ji wan pirojeyên wan e, ew dane bawerkirin, ku buhistek heye. Lê li kû ye, kî çûye û lê bûye mêvan û li wan vegeriyaye. Ta niha zanistiya ramyarî nikare vê bûyerê bi rastî bighîne ber destêd mirovan.
Di nerîna min de ya rast ew e, ku mirov ne bi dû xewin û sîberan de hisê xwe bikar bîne. Ji xweza û jîngehê mirov dikare nas bike, ‘bê buhista wî li kû ye?’
Hemû tistêd ji mirovan re li ser zemînê gerek û pêwist in, hene, ji wan: Dehl û daristan, mêrg û çîmen, çiya û zozanên bilind û xemilandî, jin û mêr û keçikên bedew, gul û bilbil, lawir û tirimbêl, têldengî û bêtêlk, gemî û balafir, zêr û elmas û betrol, zîv û sifir û hesin, genim û ceh û mêw, ava sor û sîrîn û tahl, hingiv û sîranî û gezo, meya sêv û tirî, meyxane û çayxane, cihê evîn û evîndariyê, cihê lîzk û govend û sahiyan, zemîna xwes û ezmanê sayî.
Vêca çi miletê, ku deramet û abûriya wan dewlemend be- û ev tistana li welatê wan hebin- ew welat ‘Buhista wan ya rengîn e.’
Lê hemû miletên belengaz, yên ku ev tistên ji jiyanê re pir giring in- û di welatên wan de tunene; ew her kêlîk û demjimêr û roj di xewnên xwe de vê xwesiyê dibînin.
Wê çaxê keysbazên sermayedar û older bi rola xwe ya kirêt radibin- û wan di rêka olê re germ dikin, ji bo pariyek nan û ava sîrîn, meya sêv û tirî vexwin û gostê sor û xwes bixwin- û evînê bi jin û keçikên bedew yên dîlgirtî bikin. Di dawiyê de jî ji bo bibin ‘Buhistî’ mîna gurên har bi êrîs û ser berên wan didin welatên xwes ji bo talan û wêran bikin.
Miletên ji berê de welatê wan buhist e, berevaniyê di ber xwe û xaka xwe de dikin. Berûvajî wan siftî, miletên pirê welatê wan beyaban e, xwe ji bo vê ‘Buhistê’ didin kustin, mîna: Ereb, Faris, û Tirk û hinek miletên Ewropayê û dagirkerên din
Mehna wan jî bo vê talan û dagirkirinê, ew e, ku Xwedê ji wan xwestiye van nebawermendan talan bikin û bikijin.
Di wî serî de hisk û ter disewitînin; zarok û kal û pîran dikujin; zorlêkirinê li jin û keçên xwesik û qeseng yên dîlgirtî dikin.
Ew welat û gund û bajarên bi xwe buhist in; têtin talan û dagerkirin.
Bera xwedanê wan didin- û yên ji ber zordariya wan xwe rizgar bike; li welatên biyanî mîna parsek û penaberan dijîn.
Dawî bi wê dagerkirinê re gefdar û mêrkuj; ferman û xap û derewên older û Xwedayên xwe cîbicî dikin.
Tevî ku ew nizanin bê cihê ‘Xwedê û buhistê’ li kû ne. Van hovan sûnd xwarine, ku ji bo ‘Xwedayê’ Ew pê bawer in- navê ola xwe di cîhanê de bilind bikin- û mirovên bêguneh serjê bikin û bikujin. Û heger ew bi xwe bêne kustin, wê ji pakrewanên buhistê bêtin hejmartin.
Bi wan kiryaran bawer dikin, ku wê Xwedê û pêxember û sêx û rêberên wan li vê cîhanê û cîhana din ji karê wan qayil bin. Û bawer dikin jî, ku ji sedî sed wê dergehê buhista sermedî û jiyana bêdawî ji wan re bête vekirin; û li wir heftê perî jî li benda wan hovan in.
Di vê babetê de, tê bîra min, rojekê em li sîngeha hevalekî min rûnistî bûn. Li bin kon Xwedê jêxwes ‘mele Isma,îlê pêjo’ yê jêre digotin:’ melê Boblaniya’ Ew ê ku bi xwe ne nîv mele bû- û xelkê gelek caran tinazî û qesmerî û henekên xwe bi derew û peyvên wî dikirin.
Li ser çûna buhistê dipeyivî û digot:’ Çi kesê ji bo Xwedê û qenciyê kar bike, ew ê here ‘Buhistê’- û hemû hêviyên di dilê wî de li wir hene- li wir feriste berdestiyê ji wî re dikin- û Xwedê ji her yekî re heftê horî terxan kiriye- û mirin jî di buhistê de tuneye- mirov timî li wir xort dimîne.’
Di wê sîngehê de tenê wî li ser xwesiya buhista di sere wî de bû dipeyivî û bi taybet, ya ku Xwedê ji mêran re terxan kiriye.
Wê çaxê ez rabûm û min bi dizî weha gote Xwedê
jêxwes Cemîlê Hecî Esed ‘Bavê Mizgîn’: Bavê Mizgîn! Ka ji kerema xwe ji mele Isma,îl bipirse, bê wê rewsa jinê di buhistê de çawa be? Ji ber ew tenê li ser xwesiya, ku Xwedê ji mêran re terxan kiriye, dipeyive.
Bavê Mizgîn yek nekir dudo û pirsa min ji mele kir.
Hemû kesên li sîngehê bi wê pirsê keniyan û melê Isma,îl ê nezan û canbaz weha bersiv da:’Jina çê, wê here buhistê û çênabe kesek nêzîkî wê bibe û destêd xwe bighînê, ew ê li benda hevjînê xwe bimîne heyanî hevjînê wê ji dojehê derkeve û here buhistê.’
Bavê Mizgîn lê vegerand û got:’ Ê mele Isma,îl, bi Xwedê ev ne rast e, ma ne zanyarên olan dibêjin, her gunehek azarê wê heftê sal e di nav agirê dojehê de, de yabo! Ka bi min re bihejmêre! Ku hevjînê wê jina çê deh guneh kiribe, ma ne wê hefsed salî di dojehê de bimîne. Wê çaxê heya hevjînê wê ji dojehê here buhistê. Wê yên li dora wê jinê felaketan bi serê wê de bînin, Mele!’
Belê, mele Isma,îl bi wan raman û nerînên derew û bê bingeh ziyanên mezin dighandin civata kurdî. Me dûrî ‘Buhista welatê me’ dikir- û rêka buhista derew sanî me dida.
Ji lewra xwediyê vê durûtiyê û van nerînan; nifsekî qahf seqet û pir nezan bi dû xwe de dihêlin û civatan dixin nav resî û tariyê de.
Jixwe daxwaza sermayedar û oldaran ew e, ku milet di nav xewn û sîberan de bimînin- û ticarî rêka rast û dirust sanî belengazan nekin, ji bo wan timî dûrî xwendin, pêsketin, avakirin, azadî û rizgariyê bihêlin, da ku karibin bi hesanî welatê wan dagir bikin.
Di pirensîpên dagirkeran de yek tist tenê heye pir eskere û zelal e. Ew jî dema çete û zordar û tawankar û xwînmij, por incik, rih gemar û rû kirêt welatên din dagir dikin- û kal û pîr û zarokekan dikujin û dibêjin:’ Em ê di rêka vê dagirkirinê û kustinê re herim ‘Buhistê’ û ew wê herin ‘Dojehê’.’
Ev bingeh û kiryarên bê dad û nihad bersiva gelek pirsan li cem mirovên xwedî pirensîp dide- herweha wateya guncaw di nav buhista derew û ya rast de jî dide.
Bawere-Omeri@hotmail.com
Bawerê Omerî