Roja ala kurdî
Her miletek di cîhanê de xwedî dîrokeke taybet e, bi çand û kelepûr û zimanên xwe wêneyeke pir reng didin xak û welatê xwe, ew bi sîmbol û direfs û navûnîsanan xwe di nav miletan de didin naskirin.
Miletê Kurd jî yek ji wan mileta ye, yê ku bi direfs û ala xwe ji hezarên salan ve di cîhanê de hatiye naskirin.
Ev jî berhemên xwezaya Kurdistanê ya pir bedew û rengîn e,
Di dîroka kurdî de ya berî ji dayikbûna Isayê pêxember, navûnîsanên wan di rêya tîtalkirina olî de mirov didît, wek: Ezman, roj, rengê sipî, rengê sor û rengê kesk.
Bi demê re hêdî hêdî ew nîsan dibûn besek ji çand û kelepûra kurdî yên pîroz, û li ser avahiyên dewlet û mîrgeh û sahinsahiyên kurdî û bi destêt soresgerên Kurdsiatanê dihate hildan.
Ji lewra Kurdan ji demên kevn de ‘ala’ xwe ji wan tîtalên olî û xwezayê afirandine û ‘ala kurdî ya rengîn’ ji xwe re kirin nîsan û direfs.
Helbet ew ‘al’ di gelek çerx û qûnaxan de derbas bibû, heya ku giste vê sedsala bîst û yekê.
Gelek ji helbestvan û rewsenbîr û û rêzanvanên Kurdan ev ‘ala kurdî’ pesin dane, hemû jî li ser rengên wê yên bingehîn rawestiyane, ew jî ev in:’ Ala kurdî ji jor ber bi jêr ve, ser hev: Sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.
Di nav miletê kurd de ‘ala kurdî’ direfsek pir pîroz e, Kurd di hemû cejn û sahiyên kurdî de û bi taybet di ‘cejna Nûrozê’ de vê alê ber bi eznman ve bilind dikin, û ji bo hildana wê li ser gund û bajar û çiyayên Kurdistanê bi deh hezaran keç û xortên Kurdan canê xwe kirine qurban û bûne pakrewanên wê û xaka Kurdistanê.
Her çendî, ku hildana ‘ala kurdî’ di gelek perçeyên Kurdistanê de qedexeye jî, û rejîma tirk, îran, iraq, sûriyê, ermenistanê û ezerbeycanê wê napejirînin û hebûna wê didin mandelê, malbatên Kurdan li kîjan deverê bin çi bi eskere û çi bi dizî wê di malên xwe de bi dîwarên malê ve dadliqînin.
Ji lewra ev al mîna zimanê kurdî bûye nasnameya gelê kurd li Kurdistanê û cîhanê, û bi rengên wê neteweya gelê kurd têt naskirin.
Bawere-Omeri@hotmail.com
17.12.2019z ‘ 2631k
Bawerê Omerî