Nivîsar

Gaveke jîr, lê pir dereng hat

Em hemû dizanin, ku jîngeha girstêrka em li ser dijîn, ber bi demên wêrankirin û kujere ve diçe. Sedemên wê jî ew in, ku hîn jî berpirsên dewletan birêve dibin li vê pirsa pir giring ne miqatene.

Sermayedar û dewlemendên cîhanê û rêvebirên dewletan ev rastiya han avêtibûn pist guhên xwe, heya ku ew hestiyarî gihiste devê deriyên wan.

Wan heya niha bi vê zanebûna xwe ya bilind, nikarîbûn biçin li ser girstêrkeke din bijîn, tevî ku hîn jî hewildanên wan bo bighêjin wê armancê hene û li ser jî kar dikin (jiyana li ser girstêrka Heyvê û Behramê û…).

Wan di hemû ragihandin û gotarên xwe digotin:’ gerek e em jîngehê biparesin û alavên teknîkî yên nû ji bo vê yekê peyda bikin.’ Lê li ser zemînê wan nikarîbûn vê yekê pêk bînin, tevî hinek hewildanên pir hindik di wî alî de.

Vêca dema wan dîtin, ku wê sergo û germbûn û seqaya zemînê û kêmbûna bayê paqij û bilindbûna co2 û ava oqyanosan, yên ku hêdî hêdî bilintir dibin û wê pêsî ziyan û hestiyariyekê li ser wan û malbatên wan bikin, û pasê li ser hemû ademîzadan, xwestin bi pilan û gaveke jîr çareseriyekê ji vê bobelata, ku bi ser wan û hemû ademîzand û lawir û jîngehê de hatiye, bibînin.

Ji lewra wan di rêka keçeke Siwêdî re, ya ku navê Greta Tintin Eleonora Ernman Thunberg e û di 3.1.2003 li Stockholmê ji dayik bûye, di sala 2018 an de bangek ji bo parastina jîngehê li ser girstêrka em li ser dijîn di avahiya neteweyên yekbûyî de belavkirin.
Herweha wan ango (sermayedar û dewlemendên cîhanê û rêvebirên dewletan) di sala 2019 -2020 an de careke din di rêka GretaThunberg û gelek çalakvanên din re, yên ku endamên tevgera parastina avûbayê ne, careke din doz li hemû berpirsên dewletan di korbenda Davosê de li dewleta Siwêsrayê kirin, ji bo jîngeh û avûbaya girstêrk û zemîna me biparêsin.
Bêguman, ev hizir û piroje niha ya çend dewletên pîsesazî bûn.

Di vê babeta pir giring de pirs ew bû, bê wê bi çi sêweyî û awayî û çawa dest bi parastina vê jîngehê bikin û nexwesiyan li ser zemînê kêm bikin?
Heger her dewletekê bi tena xwe pilanek denîba û ligor wê kar bikira, dibe ku hevwelatiyên wê ji pirojeyên weha re ne amadebana- û dibe ew û dewlet tûsî gelek kêse û qeyranan bibana.

Ji lewra wan pilanek pir guncaw û lihevhatî daxistin rojevê. Ew jî nûçeya belavbûna vîrusa Korona bû, ya ku sawa wê tirsê dixe dilê hemû kesî de û xwedêgiravî mirov pê dimre.

Bi vê nûçeya bi saw ji dewleta Çînê dest bi vê sanoyê kirin.
Pêsî alavên ragihandinê li hemû cîhanê amade kirin, pasê hemû dewletên li cîhanê ne bi kêfa xwe pabendiya xwe li dijî vê resavê mirinê ragihandin.
Heger hat û serûk û berpirsên dewletekê bibêjin:’ Em pabendiyê bi vê daxwaza navdewletî nakin, û ev nûçeya vîrusa Korana hemû derew e.’ Wê demê dibe ew dewlet û berpirsên wê tûsî êrîseke leskerî ya navdewletî bibin, ji ber ku pilan û piroje hatiye danîn û ne bi kêfa ti dewleta ye ku wê rawestîne, ya jî li dij derkeve.

Bi nerîna min belavkirina vê resava Koronayê li ser alavên ragihandinê ji bo ademîzadan, ji aliyekî ve tirsa ji mirinê bû, û ji aliyê din ve ji bo pabendiyê bi vê pirojeyê bikin û jîngehê pê biparêsin, û ya herî giring ji dewletan re ezmûna mabûnê bû, û yek ji daxwazan herî giring ji vê pirojeye ew e, gelo di paserojê de wê ev dewlet karibin hevwelatiyên xwe ji nexwesiyên girantir û hestiyartir biparêsin, ya na?

Di van rojan de xuyaye, ku ji sedî not û neh ji dewletan pabendî bi vê bangê kirine, tevî ku ziyanên abûrî jî têde hene. Hemû dewlet dibêjin:’ Em li hevwelatiyên xwe miqatene, û me hemû pêdiviyên tenduristiyê û parastinê li dijî vê resavê amadekirine.’ Herweha her roj zaniyariyên nû di vê derbarê de di alavên ragihandinê de belav dikin.

Di van rojan de tistên herî bi rêk û pêk, yên ademîzand ji aliyê tenduristiyê sûdeyê jê digrin, ew e, ku hemû alavên hatûçûnê û dezgehên din (Balafir, gemî, sahmendîfer, kemyon, otomobîl, tirimbêl, û karxayên mezin, dibistan, mêjgeh, firosgeh, yarîgeh, holên sahî û meyxaneyan û derbaskirina sînoran…) nêzîkî mehekê ya jî pirtir wê bêtin rawestandin û girtin, û bi vê gava jîr re jîngeh paqij dibe- nexwesî kêm dibin û dawî bi vî awayî jî girstêrka me tête parastin.

Min bixwe ji çil salî ve ji dost û heval û gelek berpirsên Kurd re digot:’ Gerek e di mehekê de rokê, ya jî her ses mehan heftiyekê hemû ademîzad çixareyan neksînin û hemû karxaneyan û alavên hatûçûnê rawestînin, takû jîngeh paqij bibe û nexwesî jî kêm bibin.

Wê demê kesekî guh nedida vê daxwaza min, lê niha ev daxwaza min pirên dewletên li cihanê pêk tînin, û ji ber ku ev kar di berjewendiya hemû aferîdeyan deye li ser vê girstêrka me, ez bi vê pirojeyê gelekî kêfxwes im.
Di nerîna min de gereke di paserojê de hemû karkerên li cîhanê, ji devêla penc û ses rojan kar bikin, tenê çar rojan kar bikin, ji bo nexwesiyên wan kêm bibin- û timî tenduristiya wan bas bimîne- û bi wê jî jîngeh paqij dimîne.

Ji bilî vê jî gerek e, sermayedar û dewlemendên cîhanê û dewletên pîsesazî ji îro de dadgeheke navdewletî li cîhanên damezirînin, ji bo wan dewletên dagirker û kesên, ku gund û bajaran bi tank û topan û balafirên cengî diseweitînin- û daran ji binî ve dibirin û sûnwaran wêran dikin- û ziyanên mezin dighînin jîngeha welatan siza bikin.

Helbet di pêsiya van rejîman de, yên ku gerek in bêne sizakirin, rejîma fasist ya li Enqerê ye û ya Elba,isa fasist li Sama serîf e.

Ev piroje (resava Korona), dewletên mezin û bi hêz û bandor danîne, di vir de xuyaye, ku rola oldaran têde tuneye, ev jî gaveke pir jîr e, ev jî tekez dike, ku older bi xwendina pirtûkên û nifir û laveyan xwe nikarin ne ademîzad û lawiran ji nexwesiyan biparêsin û ne jî jîngehê paqj bikin. Ji lewra wê gelekî bas ba, ku di paserojê de mêjgeh bi carekê timî bihatana girtin, ji ber ku ne niha û ne jî di pasrojê de ti sûde ji wan tuneye.

Bi rastî gerekbû, ku berî niha dest bi vê pirojeya han bikirna, jixwe wê bêtir cihê xwe bigirta, dema van dewletan karîbana bi derbaskirina vê pirojeyê re, çareseriyên rêzanî û astiyane jî ji bo hemû maf û kêse û pirsên miletan li cîhanê bidîtana û serên ku hene jî rawestandana.

Wê demê wê zora hemû nexwesiyan bibirna û ji sedî sed wê jîngeha vê girstêrka me jî bihate parastin û paqij bima- û hemû ademîzad û lawir jî wê bi tenduristeke bas sad bibana.

Bawere-Omeri@hotmail.com
21.03.2020

Bawerê Omerî

Balkêş e ?
Close
Back to top button