Nivîsar

Navenda Dîaspora Kurd li Swêdê

Navenda Dîaspora Kurd li Swêdê
(Kurdish Diaspora Center- Sweden)

Li ser pêsniyaz û bi pistgiriya serok Mesûd Barzanî , platformeke mîllî ya kurdên derveyî welat tê avakirin. Heta niha bi rêvebirîya Taher Hewramî li çend welatên Ewropayê navendên Revenda Kurd hatine avakirin. Û îro 21.11.2020 li Stockholmê jî di civînekê de komîteyeke rêvebir a demkî (heta komcivînê) hat destnîsankirin. Ev komîte dê bi serweriya Ismail Kamil de ji bo komcivîna gistî amadekariyê bike.
Ez vê gava nû gelek giring dibînim.
Di civîna berê, ango ya roja 31ê cotmeha de min jî wek gelek hevalan derbarî vê projeyê de dîtin û pêsniyazên xwe bi kurtî anîbûn ziman.
Axaftina ku min di civînê de pêskês kir ji jêrê ye.

Ji bo civîna Dîaspora kurd

Stockholm 31.10.2020
Berî hertistî divê ez bêjim; ev civîn û civînên weha ji bo mobîlîzekirina dîaspora kurdî gelekî pêwîst in.
Ev destpêka han gaveke nû û dîrokî ye.
Ji ber ku ev hewldana nû bi biryar û bi pêsengiya fermî ya Baregehê Barzanî û bi navê birêz Mesûd Barzanî çêdibe, ez wê yekser wek ”projeyeke neteweyî/mîllî” dipejirînim.
Û ez bi dilxwesî pêswazî li vê xebata han dikim. Serkevtinê ji bo we amadekarên civînê dixwazim. Destêxwes hevalno!

Hevalên hêja,

Em hemû jî dizanin, dîaspora kurdî xwedî potansîyeleke mezin e. Eger ev potensiyela mezin bi rê û metodên rast bête mobîlîzekirin, dikare di xebata azadkirina herçar parçêyên Kurdistanê da bibe pistevaniyeke xurt û roleke mezin bilîze.
Belê ez vê gava nû wek tistekî nû û dîrokî bi nav dikim, lê divê em kar û xebatên ku heta îro li dervayî welat hatine kirin û tecrubeyên wan jî ji bîr nekin. Ev 40 sal e ez bi xwe di nav da me û dizanim ku kurdên dîasporayê cî cîyan kar û xebatên gelek bas kirin, di her warî de… lê mixabin bi qasî ku pêwîste rola xwe neleyîstin, yan jî nikaribûn bilîzin. Loma ev gav hêvî û kelecaneke nû dide kurdên welatparêz.

Hevalên hêja

Niha dixwazim bi kurtî çend dîtinên xwe derbarî vê projeya we da pêskês bikim. Dibe ku ez li vêderê tistekî nû û cuda nebêjim. Lê dîsan jî dixwazim giringiya hin tistan li gor têgihîstina xwe îsaret bi hoyên serkeftina vê projeyê bikim.
1-Berî hertistî divê plan û bernameyên xebatê li gor realîteya her welatekî bidin pês xwe.
2-Bona vê jî rewsa disporayê li welatên cuda, yek bi yek rast bên analîzkirin û li gor zurûfên wî welatî bername bên çêkirin
3- Eger kesên di warê xwe da ne pispor û ne sareza bin û pêsengiya kar û xebatên dîasporayê bikin, evê li sûna karê zirarê bide.
4- Eger întibayeke wisa bidin civaka kurd, ku ne ew bi xwe, lê hindekên dî dê ji Kurdistanê bên, bi pakêtên hazir çêkirî, karê çandî, dîplomasî û çêkirina lobîyê bikin, hingê mirov dikarin ji vê xebatê sar bibin û dûr bisekinin.

5- Divê plan û bernameyên ji bo dema nêzîk û dema dûr
bên amadekirin.
6- Divê kesên pispor, jin û ciwan jî besdarî karê organîzekirin û rêvebirinê bibin û bibin pêseng û motora kar û xebatên serkevtî.
7-Divê hemû dorberên cewaz yên civaka kurd, wek:
Xebatkarên kultur û ferhenga kurdî, xwendekar û akademîsyen, karsaz, xebatkar, pisporên teknolojiya internetê, kesên siyasetmedar, bi kurtî hemû kurdên welatparêz û dostên kurdan cihê xwe di vê projeyê da bikaribin bibînin.
8- Divê medyayeke dîasporayê ya xurt hebe.
9- Divê dorberên siyasî, komele, rêxistinên heyî jî xwe di van karan da bibînin, pistgirîya van xebatan bikin, lê bi wî sertî ku nav û siya hîç partiyeke siyasî û rêxistineke siyasî nekeve ser saziyên milli yên dîsporayê.

Di dawîyê da dixwazim tistê herî giring li gor bîr û raya xwe ya sexsî bêjim: Kar û xebata ji bo zarok û ciwanan!
Di vî warî min digel çend hevalên kurd û swêdî 12 sal berê hewldanek kir, lê mixabin projeya me eleqe nedît wê wextê.

Li ser projeyeke pênc mamosteyan ya berî 12 salan:

Di sala 2008an da, me 5 mamosteyan (3 kurd û 2 swêdî) komeleyek ji bo organîzekirina kampên ciwanan çêkir, daku her sal 50-60 zarokên kurd û swêdî yên 13-16 salî, bibine Kurdistana Basûr û ji wir jî komek ciwanên kurd bînin Swêd û ji bo wan 2 hefteyan kampan vekin. Li ser çand, dîrok û cografya Kurdistanê ûhwd.wan perwerde bikin. Me ji bo vê projeyê tu pere û mias nexwestibû, tenê cihê razanê, xwarina zarokan û parastina wan…
Me projeya xwe pêskêsî hukumeta Herêma Kurdistanê kir, lê mixabin bersiveke erênî wernegirt.

Hevalno, hesab bikin ji wê wextê heta niha 12 sal derbas bûn. Salê 60 zarok, Ev ne hejmareke hindik e. Ew dikaribû zêdetir baya. Îro dê tenê li Swêdê 600-700 ciwanên kurd û swêdî, yên ku li ser Kurdistanê hûrgilî agadar û zana hebûna. Ew zarok in yên ku li vî welatî û li welatên din dibin siyasetmedar, diplomat, hunermend, akademisyen û karsazên pêserojê. Eger em gazinan dikin ku îro ciwanên me nêzîkî xebat û çalakiyan nabin, ev kêmasîya herî mezin e.
Ez careke din ji we re serkeftinê dixwazim!
Gelek spas ji bo ku we gudarîya min kir.

Haluk Agrîn

Balkêş e ?
Close
Back to top button