ZIMAN, ZARGOTIN Û ÇEND PIRTÛKÊN F. TÎMAR

W. BERRAQ
(mamostayê kurdî-fransizî)
Pergala çandî ya neteweyekîji bîr û dîroka hevpar, lîteratura devkî û nivîskî, zargotina hevbes, muzîka li ser rîtm û awazên xweser û resen pêk tê. Ev stûnên bingehîn in. Huner, sembol, teknîk û avadanî jî di nava para çandê da cî digirin.
Bê ziman, ev hêmanên bingehîn;wek wêjeya devkî û nivîskî, zargotin û muzîk ûwd. bêruh û bêcan in.
Bê ziman, ev pergal/sîstem nikare bijî, biafirîne û xwe bidomîne. Bi mirina wî jî, ji holê radibe.
Îrlandî ji bo girîngîya zimanî dibêjin : « Gan tanga, gan tîra ! » (Bê zar û ziman, nabe nistiman ! )
Ziman evçend girîng e ku, navê ziman û neteweyan ji heman peyvê ne :japon+î, swed+î, înglîz+î, kurd+î ûwd.
Ziman, bi taybetî ji bo miletên bindest sahestûn e, eger ew nebe, xwenasîna neteweyî/siûra millî xesareka mezin bi ser da tê, hildiwese û ji navê radibe.
Dewletên serdest ên dagirker û kolonîst bi vê yekê bas dizanin, lewma jî, bi her awayî ji bo tunekirina zimanê(n) bindest çi ji wan hatîye, kirine. Zimanên bindest berbend kirine, nehistine ku ew bi serbestî bên axiftin û nivîsîn. Her çi awayên berlêgirtine hene, wan ew bi kar anîne.
Hindek gel, di dîrokê da, xwedan zimanekî hevpar nebûn. Yek ji wan Norwej heta sala 1814an di bin hukma Danîmarkê da bû. Pasê bû dewleteka xweser di bin sîwana Swedê da. Berîya sedsala 20î da zimanekî yekgirtî li Norwejê nebû. Helbestvan Ivar Aasen û romannivîsar Wergeland li hemî deverên Norwejê gerîyan û ji zaravayên herêmî, rêziman û ferhengek amade kirin û zimanekî nivîskî û neteweyî li ser vî hîmê çêkirin.
Rewsa jeografîk û neteweyî ya Kurdistanê ji Norwejê cuda be jî, (Kurdî xudan çend zarava ye ku her yek êdî bûye wek ‘zimanekî’) lê ev karê berhevkirina peyv, gotin, biwêj, stiran, kilam, çîrok, metelok li seranserê Kurdistanê û amadekirina ferhenga kurdî-kurdî ji erkênpispor û sazîyên zimanê kurdî ye jî.
Kar û xebatên ji bo parastin, vejîyandin, pêsxistin û zengînkirina ziman û zaravayên kurdî, yek ji misogerîya hebûn û nasname û jîyana miletê kurd bi xwe ye.
Di destpêkê da, ev kar û xebat bi piranî, bi rêya wesanên rêxistinên neteweyî û di sert û mercên zor û zehmet û giran da hatine kirin. Gelek caran jî nivîskar, wesanger, aktîvîstên kurd, ji ber van xebatan ji alîyê hêzên dewletên dagirker û kolonîst va hatine desteserkirin, zulm û tadayên nedîtî li wan hatine kirin.
Di van demên dawî da jî, xemxurên zar û zimanê kurdî van xebatan ges dikin û bi pêsda dibin. Derfetên dema niha di warê radyo, televîzyon, tora çapemenîyê bi gistî û di qada sosyal medyayê da, ji berê pirtir in. Lê dîsa jî, ev ji bo vejîn û parastina zimanê kurdî têrê nakin ; bi taybetî zarokên Kurd, xasima jî li para mezin, li bakurê Kurdistanê, bi zimanê serdest perwerde dibin û ji hînbûn û xwendina bi zimanê kurdî bêpar in. Anku di rewsa niha da, sîyaseta asîmîlekirinê ji berê jî bi hêztir û xurttir li ser zarokên Kurd tesîr dike.
Hemî zimanzan di vê bawerîyê da ne, ku kurdî zimanekî kevnar û gelekî zengîn e. Ji bo berdarî û zengînîya Kurdî wenda nebin, yek ji xebatên girîng jî berhevkirin û çapkirina xeberosk, pêkenok, çîrok û dastan û metelokan,kilam û stiranan, biwêj, gotinên pêsîyan, tistonek, lava-du’a û nifiran e. Ev hêmanên sereke yên zargotina kurdî ne. Lê bi mirina kal û pîrên Kurd bi hezaran gotin û biwêjên Kurdî jî dimirin.
Nivîskar Mamosta FETTAH TIMARjî, bi vî karê hêja rabûye û pistî xebateka dirêj 5 pirtûk di warê zargotina kurdî da amadekirine û ew dane çapkirin.
Fettah Tîmar li gelek deverên Serhedê gerîyaye û metelok, serpêhatî, çîrok hildane ser teybê û ew tomar kirine. Dengbêj û çîrokbêjên ku wî guhdarî kirine, di sîn û sahîyan da, di sevbihêrkên civatan da, ev hunera xwe pêskês kirine. Yek ji wan pîremêr Hemîdê Newo ye ku mixabin çend sal berê koça dawîn kirîye. Herçend wî jîyana xwe ji dest dabe jî, bi saya serê wî ev çîrok, xeberosk û metelok, dastan, nifir, dua û mamikên ku wî gotine, ji ber mirinê xilas bûne. Ev bermahîya sedan salan e. Mamosta Fettah Tîmar bi tomarkirin û nivîsandina van berheman xebateka pir hêja kirîye.
Mamosta Fettah Tîmar di van pirtûkan da, bi zimanekî zelal, bi sentaksa resen a kurdî ku her kurmancîzanek dikare pir bi hêsanî jê fam bike, nivîsîye. Ji alîyê rêzimanê va, herçend piranîya Serhedê edatên ‘bi, li, ji’ ûwd bi kar nêinin jî, wî bi baldarî, ev pistguh nekirine. Sentaksa kurdî ya pak û rast bala meriv dikisîne. Wî di neqilkirina van berheman da, ne tenê bi awayê ku wan çîrokbêjan gotîye, lê bi hostayî ew honandine û kirine nav refên edebyata kurdî.
Bêguman meriv dikare li ser van pirtûkên gencîneya kurdî û li ser zargotinê gelek tistan bibêje û binivîse. Lê ev ne çarçove û naveroka vê nivîsara pir kurt e.
Hêvîdar im ku xwendevanên Kurd evpirtûkên giranbuha ku F. TÎMAR amade kirine
-ÇÎROKÊN SERHEDÊ (serhev 2 cild) -390 Rûpel
-MESELE Û METELOKÊN KURDÎ (Biwêj û Gotinên Pêsîyan, tistonek,D’ua û Nifir)280 rûpel
-ÇÎROKÊN (li ser)LAWIRAN-134 Rûpel
-PÊKENOKÊN MELAYÊ MESHÛR -160 Rûpel
bixwînin û ew jî ji zargotina zengîn a Serhedê haydar bibin. Divê ferhengnasên Kurd jî , peyv û gotin û biwêjên devera Serhedê ku di van berheman da hatine gotin û nivîsîn, bi tevî mînakan, wan derbasê ferhengên dijital bikin, daku xwendevanên dîtir jî ji wan sûdekê wergirin.
W. Berraq