ÇÎYA Û WARÊN GUNDA ME
Qet tu caran naçe ji ber bîra min, rindîya mêrgê warê me Qiringuel ê. Ev mêrg di binê konê mala me da destpê dikir, mêrgekî gelekî mezin bû, der û dora wê da jî gir hebûn. Di wê zemanê da mêrên gundê me bi hevra ketibûn lercê, gelo kê ji wan carekî seraserê wê mêrgê bê westan banzde û bê sûna destpêka lercê. Lê xên ji birayê min Hesen’ê kesî nekarîbûye dora wê mêrgê bêsekan banzde. Di wê mêrgê da kerîyên pez, çêlek û golik, qefleyên hesp û cahnîyan têda dileyîstin û diçêrîyan. Lê dîsa çêreya xwe weka xwe teze û bi kulîlkên reng bi reng va tije dima. Qiringuel, zozanê gundê me yê rind û xwesik, kes nikare bi gotinan bedewîya wî bîne ziman, tu çiqas pesna wê erdê bidî jî dîsa kêmasîya te hebin. Pêwîste meriv di dawîya heyva gulanê da here Qiringuel û berzîyên herêma gundê me bi çavên serê xwe bibîne. Nav û sohreta warê me Qiringuel ji xwe mintiqayê me da belav bûye, serê mêrgê da kanî, kanîyê da ava sar, di nav mêrgê da tu bona dermanêkî bigerî jî kevirekî têda nabînî. Dora mêrgê qasê ses km erd rehet heye û bi rindîya xwe di heremê me da deng daye.
ÇÎYA Û WARÊN GUNDA ME
Çîya û warên gunda me bilindin
Gelî û mesîl tevda bi rengin
Mêrg û kanî ku avînin
Gul û nêrgîz pel hêsînin
Xelefî girê xwe bi pale
Hesarek berda enisk daye
Girdpîl serda meyîl daye
Kela ji xwe ra rû vedaye
Warê Qiringuel hêsîn û dûze
Mêrgê Çeqer çeqelik rûze
Mêrgê Sêynan pal û xûze
Wan av sare nola bûze
Çîya û warên me zozanin
Hozê kêrîyan lê diçêrin
Çît û perde konên resin
Rewsa sênîyan gelek xwesin
Bilûrvano bilûrê pifke
Kar û berxan dor xwe komke
Gul pirin zozan berhevke
Bêrî û koçeran sake
Dengê bilûrê gelek xwese
Hozê mîyan pê dimese
Çît û perde konên rese
Kalîna berxan gelek xwese
Ez Simko yê Sercanî me
Ji war û senîyê xwe dûr mame
Bestewanê axîna xwe me
Wan hesretan ku kal mame
Hîn caran di warê me da baran dibarîya, zemînê erdê kona me sil dibû. Rojên hanê da em zarok diçûn ser giran û me bi dasê kunkor diçênî û dianî, nav konê de li ser erdê radikir, palas diavitin ser û dosek jî ser palasê da radikirin ku em ji ribayê erdê sil nexwes nekevin. Ev kunkor kulfeta malê ji nexwesî û erdê sil diparast. Kîjan sev baran bibarîya, hewa dibû sar û em di nav cilan de ji sermayê dicirifîyan. Di mêrgê warê me da evqas zêyde gîha dibû ku, pez, dewar, ker, hesp çiqas têda biçêrîya jî nediqedîya. Lewra mezinên me ev gîha bi tirpanan diçênî û dikirin patîl, keran, an jî hespan bar dikirin dianîyan gund. Warê Qeregol’ê yê gundê Kurr jî nêzîka warê me bû. Ava kanîya warên wan jî sar bû û gava wan bar dikirin diçûn gund, xelkê gundê me tirpanên xwe digirtin diçûn ev gîhayê warên wan jî diçênîyan û dikirin patîl, keran bar dikirin, dibirin gund. Dema berê da ji ber zêydê barîna berf û baranê gîha gelekî zehf bû û bi çêrandina pez û dewarê nediqedîya.
Ji jorê warê gundê Kurr da jî cîhekî dûz hebû, jê re digotin; Meydanek. Ev der hîn cîhekî gelek rind û hîn jî te digot ma ev cîhê weha dûz xusûsî ji bona bazdana hespan hatîye çêkirinê. Di eslê xwe da ev cîh di dema berê da gol bûye, ne mêrg. Dema ku berfa Hesarek’ê dihelîya ev dûz bi wê avê berfê dibû tije û dibû gol, lê di havînê da jî av zûha dibû, îcar jî dibû mêrg. Di orta Meydanek’ê da qasê tonekî giran kevirekî hebû. Xelkê ji wê kevirê re digotin; Kerrayê Hz. Elî, ango kevirê Hz. Elî. Li ser wê kevirê da jî cîhê çar tilîyên mirovan hatibû çêkirinê, em zarok diçûn me çar tilîyê xwe dikir nav wê kevirê. Gava me bi kevirên piçûk li wê kevirê dixist, dengekî gelekî ecêb jê dihat, weka tîîînngg. Kevirekî weha hîna kesî di nav mintiqayê me da nedîtîye. Helbet tu alaqaya ev kevirê bi Hz. Elî ra tuneye. Jixwe Hz. Elî qet nehatîye welatê me. Ez dibêjim, ev kevir hîn kesan li cîhekî anîye û li wir danîye.
Bi gora gotinan, di nava ev meydanê da Kafiran govend girtine û Hz. Elî jî ji çîyayê Hesarek’ê ev kevir avîtîye wan. Ji çîyayê Hesarek’ê heyanê Meydanek’ê qasê hest, neh km erd heye, ev kevir jî qasê tonekî girane, gelo çawa quweta merivekî dikare ev kevira ewqas giran li serê çîyayê bavêje wê dûzê? Helbet di gundê me da gelek meriv henin ku ji vê rîvayetê bawer dikin, lê di eslê xwe da ev gotin ne raste û bingeha xwe jî tuneye.
Xwendevanên delal, ev gotar û helbesta jorîn ji bîranînên bavê min rehmetî Îsmaîl Aydin hatine girtin. Heyanê careka dinê bimînin di nava rehetî û aramîyê da!
Suphi Aydin