Nivîsar

SERXWEBÛNA MIRÎSKAN

Li welatê me Xerza,
Dîkek hebû sehreza.

Rokê ev çû nav dîka,
Ji wan re go hêdîka:

Rabin bêjin miriskan,
Bes xwe bidin eniskan.

Dîk û mirisk bûne kom,
Berê xwe dane cem bûm.

Lesker tevda bûne lek,
Hin çeleng û hin kulek.

Berê xwe dane çolê,
Tevlî koç û tev êlê.

Teyra dî ko nagehan,
Hatî leskerkî giran.

Tev de firîn ji malan,
Berê xwe dane balan.

Ew jî li hev bûne kom,
Yekî rabû gote bûm;

Ey padîsahê teyran,
Wey serbilindê Tûran.

Rabe ser xwe tu mîro,
Ji bo me bêje îro;

Ev leskerê bê jimar,
Gelo heye jê zerar.

Bûm kenî û gote wan;
Ba kin bazê pehlewan.

Hudhud rabû serefraz;
Wî çû bi lez gote baz:

Go rabe ey tu bazî,
Seh te îro dixwazî.

Baz çû cem seh li banî,
Destê xwe l’ser hev danî.

Go ey xwendekarê min,
Zû li min ke barê min,

Bûm gote bazê bazê xwînxwar,
Bi lez rabe here xwar.

Bazî rabû weka sêr,
Firek da xwe hate jêr,

Bazê terî bi resî,
Hate cem dîkê pêsî,

Destê wî girt û hejand,
Nitqek jê ra dirijand.
‘ Olan sen nerelisin?’
( kuro tu ji ku yî? )
Go em xelkê Bedlîs in.

‘ Sizin burda ne îs war?’
( îsê we li vir çi ye? )
Dîk xeyidî lê da dar.

Bazî sehda xwe anî,
Dîk ji darê xwe danî.

Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.

Baz go kîye ser lesker?
Go tu nizanî ey ker,

Ez im pasa, ez im mîr,
Ez im sahê cihangîr.

Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ew jî wekî wî.

Tevan go pasa û mîr,
Kesî ne go ez eazîr.

Nefer bûne yûzbasî,
Heta gîha ê pasî.

Bazî rabû çû banî,
Li ber destê bûm danî.

Tilûr tev lê bûne kom,
‘ Qale ya ey-yuhel qewm’

Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.

Bûm go bazê dilawer,
Gelo kîye ser lesker.

Go tev pasa û mîr in,
Bê wezîr û gizîr in.

Bûm hêdî rabû ser xwe,
Taca xwe da serê xwe.

Go bi taca serê min,
Kes nîne hemberê min.

Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.

Hatin teyrên dubirak,
Ba kirin kund û qirak.

Go hon werin binêrin,
Ka em îro çi mêrin.

Dîka xwe da enîska,
Bû qirqira mirîska.

Go fermana we rabû,
Koma we’j hev bela bû.

Ê ko kustin ê ko man,
Hatin gundan bê goman.

Wan ji weka me kurdan,
Destê xwe j’ ber xwe berdan.

Elok û tutik û qaz,
Tev de bûne belengaz.

Tev de ketin koxê res,
Çîroka me ji we re xwes.

Wek seydayê Cegerxwîn,
Hemû bûne dilbirîn. ,

Xwendevanên delal, ev helbesta Cegerxwîn min ji dîwana yekan, SEWRA AZADÎ , ji wesanên DENG girt û dixwazim bibêjim ev helbest rewsa gel û welatê me yê çar hêlan gelekî bi zelal tînê ber çavan. Çawa ku Seydayê Cegerxwîn gotîye; ‘ Hemû pasa û mîr, yekî ne go ez wezîr.’ Ev helbesta jorîn ne çîrokê teyr û tûran e, lê rastîya rewsa cîvata û sîyaseta me kurdan tîne ziman. Cegerxwîn hatibû Elemanya Federal û li bajarê Bremen’ê da jî mabû. Ez gelekî caran diçûm cem wî û min jê ra qise dikir. Carekî ez çûm cem wî, ji min re go: derva hewa çawa ye? Min jê re go; berf dibare. Wî go, hela bi zazakî bibêje berf dibare. Min jî jê re go; Vor varena! Hêrs ket wêy tu çira nabêjî berf dibare, tu dibêjî; vor varena. Rehmetî Kurmancîhez bû û dixwast herkes weka wî biaxive. Tabî min jê re got, te min pirs kir û min jî bersîva te da! Zazakî berf dibare; vor varena ye. Du re dît ku ez jî hêrs bûme, li min dinêrî û dikenîya. Min gelekî caran ji navbera wî û hîn hevalan da wergerî dikir ku, wan kurmancî ne dizanîyan. Ezê di rojekî da bi dirêjî behsa bûyerên weha bikim.

Xwendevanên ezîz, hêvî dikim hûn ev helbesta jorîn bixwînin û li ser halê xelkê me yê reben hinekî bifikirin, gelo emê kengê bibin xwedîyê welat û azadîya xwe? Heyanê careka din, bimînin di nav aramîyê da!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button