Helbestek ji Cegerxwîn
EZ NIZANIM ÇI BÊJIM
Heval, ez bilûrvanim
Dengê saza hozanim
Ji wê ez dilgiranim
Ez nizanim çi bêjim
Ez bilûra Marks’im
Dengê rista bêkesim
Ji hêvîyan avisim
Ez nizanim çi bêjim
Ez daxwaza Xanî me
Rewsa neqsê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Arê dilê Cizîrî
Tava tora Herîrî
Ez nûjenim bi pîrî
Ez nizanim çi bêjim
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim
Ez Musa’yê Hesar’im
Ji we tevan dilsarim
Lê ez bi we nikarim
Ez nizanim çi bêjim
Çiman hemî nabin yek
Lesker nakin lek bi lek
Kanin ew birca belek
Ez nizanim çi bêjim
Hirç ketine nava rez Gur ji hawîr têne pez Ji xew rabin em bi lez Ez nizanim çi bêjim
Çine ev êl û esîr?
Ne beg maye nejî mîr
Ji dijmin re bûn gizîr
Ez nizanim çi bêjim
Sêxên bi cibe û sas
Xwe ji olê dane pas
Hemî bûne gornebas
Ez nizanim çi bêjim
Ey xorto ko ji nû tê!
Ê ko di nav zikê dê
Yan ji di pista bavê
Ez nizanim çi bêjim
Ji bo we ez vê sazê
Xwes lê didim bi gazê
Bi daxwaz û nîyazê
Ez nizanim çi bêjim
Ev daxwaza me pir kûr
Mûsa, min ev bire Tûr
Îsa, min ev kire nûr
Ez nizanim çi bêjim
Ez miletim, ez mirov
Sedê bîsta neman hov
Dirêsînim bo we tov
Ez nizanim çi bêjim
Ji bo we min gelek hist
Hin dîwan û hin nivist
Gol ji avê bûye mist
Ez nizanim çi bêjim
Sivik çû bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min
Ez nizanim çi bêjim
Serî sipî bûye pûs
Per sikestî qereqûs
Ez dinalim li Merûs
Ez nizanim çi bêjim
Perçe bûnr lek bi lek
Hemî bazên qerbelek
Kengê karin bibin yek
Ez nizanim çi bêjim
Dipeyivin pir qelew
Ji dijmin re çêlekew
Çawan serî dixin xew
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gîhaye bi hestî
Ez nizanim çi bêjim
Xwendewarên kurên kurd
Em li qada xwe zigurd
Besin kul û xem û derd
Ez nizanim çi bêjim
Hemî destan bidin hev
Xebat bikin roj û sev
Ji dil dibêm, ne bes dev
Ez nizanim çi bêjim
Weke hevin ev û ew
Win guh medin tev derew
Milet sîyar bû ji xew
Ez nizanim çi bêjim
Milet tenê dikarî
Xwes hilgirî vî barî
Ristê bikî hevparî
Ez nizanim çi bêjim
Win dixwenin ji bo çi?
Ma nabînin li her cî
Cihan ber bi pês diçî?
Ez nizanim çi bêjim
Dijmin li her cî û sop
Xwedî tang û xwedî top
Li me dikin qope ‘ qop
Ez nizanim çi bêjim
Nabînin dijminên xwe
Her tist birin ji bo xwe
Li min sor bû kiloxe
Ez nizanim çi bêjim
Dibin destan hezar sal
Dane dijmin qad û mal
Berdin sopa bav û kal
Ez nizanim çi bêjim
Bav û kalên me nezan
Pez berdane bê sivan
Xanî bûbû bilûrvan
Ez nizanim çi bêjim
Ne ez xanim, ne Xanî
Ne Zerdest, ne Manî
Li xwe kir bargiranî
Ez nizanim çi bêjim
Ne gernasim, ne egît
Ez Sêxmûs’im bê mirîd
Lê dilewkim wek berîd
Ez nizanim çi bêjim
Di ristê de çi merdim
Dil bi kul û bi derdim
Xwîna sehîdên kurd’im
Ez nizanim çi bêjim
Ronikên xwisk û diya
Ez axîna sêwîya
Ez gazinên jinbîya
Ez nizanim çi bêjim
Ez hêvîyên girtîyan
Jana dilê birçîyan
Serma lasên bêcîyan
Ez nizanim çi bêjim
Ez dixana napalim
Xwîna sînga delalim
Hawarim, nalenalim
Ez nizanim çi bêjim
Ez dengê wan hêjaran
Ketim sax û zinaran
Ez ew benê sêdaran
Ez nizanim çi bêjim
Heq bi zorê di jînê
Ez dilbije evînê
Çi te ji vê girînê?
Ez nizanim çi bêjim
Keko ez Cigerxwîn’im
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim
Ez nizanim çi bêjim
Xwendevanên delal ev helbesta jorîn ya helbestvanê gelê me yê hêja Cegerxwîn e. Gelekî ji vê helbestê hez dikim û lewra min ji kitêba wî ‘ RONAK ‘ Dîwana çaran li jor nivîsî. Ev pitûk ji alîyê wesanên DENG hatîye çapkirinê. Navê helbestê : ‘ Ez nizanim çi bêjim’ e. Lê di eslê xweda zanîna xwe û rewsa gelê kurd tîne ber çavên xwendevanan. Çi di vê helbestê da nehatîye zimên ku? Çawa ku xelkê me dibêje tilîya destê xwe birîye ser hemû ês, xem û kulan. Hêvî dikim ku cîwanên gelê me ev helbasta bixwînin û jê fêyde hilînin. Heyanê careka din bimînin di nav aramî û xwesîyê da!
Suphi Aydin