Z E W A C (*)

Hezkirina jin û mêr ji hevdu qanûneke tebîyî ye. Di saya vê hezkirinê da zarok çêdibin, neslê mirovan berdewam dike. Her usa jî ev hez tamekê dide jîyanê.
Zewac, wek sazîyeke civakî, li ser vê bingehê ava bûye.
Di civaka mirovan da zemanê berê zewac, heya malbat tunebû. Pistra malbatên fireh çêbûn, pistî wê jî malbata mêr û jinekê û zarokên wan
Ango malbat di qonaxeke civaka mirovan da derket. Çawa Engels dibêje, tevî derketina milkê sexsî û dewletê
Zemanê berê, di dema civaka komûnal da milkê sexsî tûne bû û ji hevdu hezkirin jî hîn ne bûbû wek pêvendîyeke milkî. Mêr ne ji bo jinekê bû û jin jî ne ji bo mêrekî bû.
Lê di zeman da malê zêde, milkê sexsî û dewlemendî çêbû. Hin kesan erd, pez û dewar, zêr û zîv, heya mirov (wek kole û carîye) kirin milkê sexsî.
Evîndarî berhemê hezkirina jin û mêran e. Li zemanê berê ku pêvendîya mêr û jinan hîn bi gelek qeyd û sertan ne hatibû sînorkirin û gelek serbest bû, evîndarîyên usa mezin, yên usa dilsewat wek ya Leyla û Mecnûn, Ferhad û Sîrîn, Parîs û Helena, Romeo û Julyet tunebûn. Lê pistî sînorkirina pêvendîyên jin û mêran çêbûn.
Kilamên azadîyê berhemên bindestîyê ne. Evîndarîyên mezin jî berhemên pêvendîyên qedexekirî
Iro jî, di civatên modern da, ku pêvendîyên jin û mêran gelek serbest e, êdî çîrokên usa dilsewat çênabin. Mêr û jina ku ji hev hez bikin dikarin bizewicin, yan jî bi hevra bijîn. Her usa jî, dema ji hevdu aciz bin, dikarin hevdu berdin.
Lê zewac? Gelo zewac di jîyana mirovan da çi rolê dilîze?
Li ser zewacê gotin pir in. Gotineke balkês ev e: ‘Zewac wek kasa hungiv e; mêsên (vizikên) der dixwazin bikevin hundur, yên hundur dixwazin derkevin derê…’
Gotinek din jî li ser zewacê ev e: ‘Keçikek berî zewacê tenê mêrekî dixwaze, lê pistî zewacê hertistî ’
Tolstoy çîroka xwe ya bi nav û deng, ‘Kroyçer Sonat’ li ser pêvendîyên jin û mêran nivîsandîye û di warê xebatê da mêran wek xulamê jinan nîsan dide. Dibêje: ‘Kar û xebata mêran ji bo jinan e! Binêrin, ew tistên ku li camekanên dikanan da raxistî ne, sedî da nod ji bo jinan in.’
Dîsa dibêje: ‘Jin li xwe dikin, xwe dixemilînin, wek malê ji bo bazarê.. Da ku mêr bi wan qayîl bin ’
Belê, rayê Tolstoy li ser jinan gelek giran e û sik tune jin ji van gotinan gelek aciz bin, bi taybetî ewên femînîst
Tolstoy ne tenê nivîskarekî bi nav û deng, her usa jî kont bû, ango xwedî erdekî fireh û gelek dewlemend bû. Lê pirî caran, nizanim ji bo çi, rebenî ji mala xwe direvî û bi rêyan diket. Di kalîya xwe da li ser textê îstasyonekê mir.
Di zemanê me da li ser heqê jinan axaftin û tevger xurt e. Berî hemûyan, gilî û gazinên jinan ji mêran gelek zêde ye. Di nav mêran da jî kesên heqnas, wek pistgirê jinan ne kêm in.
Gelek jin teda dibînin. Gelekê wan tim di mal da ne, wek ‘dîlê mitbaxê’ ne. Jîyana wan bi çêkirina xwarinê, cil sûstinê, paqijîya malê û mezinkirina zarokan derbaz dibe. Waxt û firsend nabînin ku tevî kar û barê civakê bin û di warê aborî da bê mecal in. Hin caran mêr li wan didin, teda dikin.
Rewsa jinan bi taybetî li welatên sundamayî bi vî rengî ye. Lê ev yek gune yê kê ye? Tenê yê mêran e, yan yê sazîya kevnare ye?
Her usa jî, yê ku ji zewacê gilîkar in, gelo tenê jin in?
Herin li dinyayê bigerin, li halê jin û mêrên zewicî binêrin û ji wan bipirsin: Gelo kî ji halê xwe razî ye?
Çawa gotibû sair: ‘Carek tilya xwe lêxe û hezar ax û wax bibihîse ji kasê faxfûr…’
Tu jî yek bipirs û guh bide hezarî!
Pirs û derdên zewacê carina ji serhiskî û diltengîya, ji neheqîya alîyekê, carina ji du alîyan pêk tê. Te dît xûyê wan li hev ne hat Carina tistê ku yek jê hez dike, yê din jê xû dike. Tistê ku li yekî (yekê) xwes e, li yê din tahl e
Lê gelek caran jî pirsên zewacê ne ji serhiskî û diltengî, yan ji neheqîya mêr û jinê ye. Heya dibe ku herdu alî jî mirovên nerm û heqnas bin. Lê carina di zeman da ji hev bêzar dibin.
Ne rojek e, mehek e û salek e; emrekî dirêj Her roj di nav eyni malê da, di nav eynî cilê da rû bi rû
Ango zewac kasa hungiv be jî mirov jê bêzar dibe; roj tê dibe cila ji derzîyan…
Melek jin in yan mêr in, ez pê nizanim; li ser vê meselê nîqas heye Dibe ku ew jî wek me du cins bin. Lê dibêjin xwedê carê du melek zewicandin. Çend meh sunda Cebraîl sande cem wan û li halê wan pirsî. Cebraîl dema nêzî malê bû, dengê ser û pevçûnê hatin guhê wî. Tistê ku dît pê gelek ecêb ma. Herdu melekên jin û mêr bi pêsîra hevdu girtibûn, serê hevdu dikirin û îfrît ketibûn navbera wan, ku wan li hev bînin!..
Xortên teze, nebe ku hûn ji gotina min bitirsin, ji zewacê posman bin, jê birevin Na na, ya xwe bikin. Ji xwe ez çi bêjim jî hûnê dîsa ya xwe bikin Zewac kasa hunguv e, dikisîne!..
—————————————————————
(*) Ev nivîs min di sala 2001 da, ango bist sal bere nivîsandibû, lê çap nekiribû. Di kîlera min da mabû (Di bîranînên xwe, Cîldê 4’an da behsa wê dikim.) Îcar rast hatim û min got çima çap nebe?..
Kemal Burkay