Ji bajarê ku dengê xwe winda kirîye
FENA KEREM’Ê
Hewa fena qersûnê girane!
Biqêr
biqêr
biqêr
biqêr
diqêrim.
Banzdin gazî ji we dikim
werin
bihelînin
qersûnê…
Ew ji min re dibêje:
Tuyê bi vê dengê xwe bibî xwelî lo!
Fena
Kerem’ê
bisewitî
bisewitî…
‘derd
gelekin
him jî derd
tunin’
Guhên dilan
kerrin… Hewa fena qersûnê girane
Ez ji wî re dibêjim:
Ezê çengekî xwelî bim
û fena
Kerem’ê
bisewitim
bisewitim.
Ger ez nesewitim
tu nesewitî
em nesewitin
wê çawa
bên çirandin tarî
ronahî be her der…
Hewa fena erdê avîse.
Hewa fena qersûnê girane.
Biqêr
biqêr
biqêr
biqêr
diqêrim
Zû bikin werin
gazî ji we dikim
rabin bihelînin
ev qersûnê…
Gulan, 1930
Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye kurmancîyê. Hêvî dikim ev wergera min qayilbin û bixwînin. Çawa ku hûn jî pê hesîyane ‘hewa fena qersûnê girane’ di van rojande. Alîkî da jana Coronayê ketîye nav dinyayê û merivan dikuje, hêlekî da jî meriv bixwe hevdû dikujin. Ser, talan û zordarî li ser welatê Ukrayna û li ser welatê me da jî berdewame. Xirîstîyan jî fena Misilmanan xwîna hevdû dirêjînin. Çawa ku Nazim Hîkmet di helbesta jorîn da banga helandina qersûnê dike, em jî banga asitî û azadîyê dikin ji bona hemû gelan. Newroz weka her salê hat pîrozkirin. Emê hêvîya rojên serfîraz û aramîyê nesekinin, berxwebidin, dijî zor û zulmê bêdeng nepên.Bi qasê hêz û zanîna xwe xebat bikin ku rojekî berê bigîhêjin armanca xwe. Newroza we pîroz be! Heyanê careka din bimînin di nav xwesî û rindîyê da.
Suphi Aydin