OTOBOSA PASÎN
Nîvê sevê ye, otobosa pasîn radibe.
Bîletçî bîletên xelkê dibire.
Ne xeberekî nexêr dipê min li malê
ne jî zîyafeta reqîyê heye.
Xerîbî li benda min disekine.
Ber bi xerîbîyê dimesim bê tirs
û bê keder.
Gelek jî nêzîkê min bû tarîya mezin.
Ji dinêya rehet, bê tesqele
dikarim binêrim êdî.
Ji bêbextîya hevalekî re metel namînim êdî,
gava destê min dihêjîne, fena ku bi kêrê min dixîne.
Ez ji daristanên pûtan derbaz bûm
min ev darên daristanê bi bivirê birî
çiqas jî rehat hatin hilwesandin ev dar.
Ji nûve fikirîyame ez li ser ramanên xwe,
sikir ku rast derketin piranîya wan.
Ne ez tucaran wusa bi serê xwe bûm,
ne jî ewqas azad.
Gelekî jî nêzîka min bû tarîya mezin.
Ji dinêya rehat, bê tesqele
dikarim binêrim êdî.
Ji kar û barê dikarim serê xwe hildim êdî,
tê hisê min carna gotinekî dewra berê
gotinekî
bîhnekî
esareta destekî
gotin bê hîlleye
bîhn xwese
esareta destê ya evîndara min e.
Min xemgîn nakin êdî dawetên bîranînan.
Gilîyekî min jî tuneye ji bîranînan.
Jixwe êdî qet tu tistekî re jî nemaye gazincekî min,
di dil da nemayê gazincekî min
ka ewê bê westan fena diranekî mezin biêse jî.
Gelek jî nêzîk bû li min tarîya mezin.
Ne xulamê Nazirê me ez
ne jî ji katibê re çepikan lêdixim.
Bi tasan ronahîyê dirêjînim li ser serê xwe da,
tava rojê dinêrim bê çav alûbûnê.
Û dibe ku guneh be jî,
him jî derewên herî xwesik
nikarin min bixapînin êdî.
Bi gotinan êdî nabim serxwes ez,
ne bi gotinên xelkê û ne jî yên min.
Wusa ye dilê min,
gelek jî nêzîka min bû mirin.
Dinê, dîsa ji her demê zêdetir rinde, dinê.
Dinê fanîla û derpîyên min bû,
min dest bi xwe tazî kirinê kir.
Ez pencereyekî tirenê bûm,
vê gavê bûme îstasyonek.
Ez hundirê nava malê bûm,
vê gavê bûme derîyekî bê mefte.
Neha hîn jî zêde hez dikim ez mêvanan.
Û germahî ji her waxtê zêdetir zere,
berf jî ji her demê paqijtire.
21 Tîrmehê 1957
Pirag
Xwendevanên delal, ji bona xwendinê wergera ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê nesir dikim. Heyanê careka dinê bimînin di nav xwesî û qencîyê da!
Suphi Aydin