Nivîsar

DARISTANÊN NAREWANÊ DE

Di nava berfa daristanê narewanê de
dimesim ez di nava sevê da.
Dilsarim, xemgiranim ez,
destên te digerim kane destên te?

Fena ronahîya hîvê ye rengê berfê,
vê sevê da çîzmên min giranin,
fîtika ku di dilê min da tê kutandin,
min daweta kîjan alîyê dike?

Welatê min, an jî sitêr,
an jî xortanîya min ji min dûrin?
Di nava darên narewanê da
sebaqekî xanîyê zer û germ.
Dema ku ez li wê derê derbaz bim, kesekî:
Apo keremke were malê bêje min re.
Têkevim nava malê û silav bidim wan,
yên ku di vê gavê da li wir besdarin.

Ji gor hesabê salnameya kevn,
vê sibê destpêkir buhar.
Sunda hatin leyîstok,
Yên ku min ji bona Mehmed’ê xwe sandî bû.

Bêeyar mane zemberega wê.
Sû ketîye wusa disekîne kamyonet.
Nikarî di nava legenê da bide sobayî kirin.
Kartoya xwe ya sipî Mehmed’ê min.

Berf pake û him jî gelekî barîye,
nav berfê de dimesim giran, giran.
Seva berê seat deh û nîvê da,
Mirîye Berut, nasekî min bû.

Xalîçeyekî wî ya gewr li cem mine,
yek jî pirtûka wî ya bi îmza kirî.
Li ser destan belav dibin kitêb,
Hîn sed sal narize xalîçe.

Li bajarê xwe yê bi heft girê da,
hist min gula xwe ya xam.
Ne tirsîn ji mirinê serme,
ne jî fikirandin li ser mirinê.

Tistê herî ecêb hêza me ye,
jîyana me mêrxasîyekî ye:
Em dizanin emê di rojekî da bimirin,
bêsîk di rojekî da bimirin em.

Welatê min ji min dûre,
an jî xortanîya min, an jî sitêr?
Kurê Bayram, lawê Bayram,
ji mirinê wêdatir heye tistekî?

Sevê nava berf û darên narewanê de,
dimesim ez nav daristanê de.
Di nava tarîyê da derûdora xwe,
Fena ronahîya rojê dibînim ez.

Neha ez xwe li vir çerx bikim,
rêya peyane, xeta tirenê û deste.
Ji bîstûpênc kîlometran va,
diberiqe fena hîvê Moskova…

14.Adar. 1956
Moskova ‘ Peredelkino

Xwendevanên delal, helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye, min wergerandîye ser kurmancîyê. Hêvî dikim
hûn wê bixwînin û pê keda min qayîl bin. Heyanê careka dinê bimînin di nav asitî û aramîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button