DÎSA LI SER XÊRÊ BE
Kitêbên dawî bi xêr bisînin ji min re.
Balafirê bask sikestî,
bila bi selametî dakevê meydanê;
doktor bi devkên derkeve der ji emelîyatê,
çavên zarokê kor bila bibînin ronahîyê;
gava tê gulle berdanê bê rizgar kirin partîzan:
nameya ku deh salin negîhistîye sûna xwe
têvî çîvîkan were di berbangekî da;
bila tim li ser destan da be pirtûka helbestvan;
êdî sabibin evîndar ji hevdû,
him jî divê dawet, dîlan were saz kirin;
bila tu kes naksîne hesretê êdî,
ji nanê, gulê, rojê û azadîyê.
Kitêbên dawî bi xêr bisînin ji min re.
Ji ber ku ez bawerim,
wê ev doza me ya qehreman,
fena ku li wir hatîye bi dest xistinê,
çare nîne wê dawî bi xêrê bê girêdan.
1940
HONC XÊR SER BO
Kitabon pêynî yin xêr a yên giredayis bisawên mi rî.
Teyareya per sikitî,
wa selametî binis meydan;
doktor pê zerra wesa bivêj emelîyat ra,
çim qijog nivînayn wa vîn ruesnayî yê;
helag yen kistis wa xelas bibo partîzan:
mektûbog des sêrro niresaw herûndê xwi,
wa yow fecîr sêr sibay di tor mîlçikona bîyer;
tim sêr deston di bo kitab helbêstwan;
wa hin yowbînan sa bî wastî,
him zî vêyve, guvend bîyer guretis;
wa qe çow zî hin monc hesretê,
hesretê nan, yê gul, yê ruêj û yê azadîyê.
Kitabon pêynî yin xêr a yên giredayis bisawên mi rî.
Çunke ez pê înan kena ko,
ger ina dawayê ma ya qehreman,
sinîg ija ameya guretis,
çare çîn pêynî yey gon pê xêrê bîyer giredayis.
Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye. Min wergerandîye ser kurmancî û zazakîyê.
Hêvî dikim xwedevanên wê ji wergera min qayîl bin. Heyanê careka dinê bimînin di nava asitî û aramîyê de!
Suphi Aydin