Nivîsar

DERHÊQ SE SERRÊ VÎSTAN DI

Rakotis ini waxt di, se
serr cuya pê aqilîyayis, delalê mi…

Nîe,
mi nitersinen waxtog ez tedi cuyena,
ez merdim qaçax nîya.
Se serra ko ez têdi cuyena feqîra,
rezîla gird yê se serrona,
bîe ters a,
gird
û mêrxas a.

Semêd ini waxt di amayis dinyaya,
çay mi geri nikerd.
Ez sar se serrê vîston a
û ina semed ra sarri berza ez.
Mi rî besa ina se serr,
perog mi ini waxt di tedi ca guret,
per rast di ca guretis serfîrazîya, û
xwiverdayis semêd yow dinyaya newî…

Se serr cuya pê delalê mi…

Nîe,
herçî ra vîyer û hêvêr. eyî
ko merên,eyî ko yên dinya,
se serrê vîstan di sinî ko von,
kamog pêyn îdî biwîy, wiyayis yin weso,
sowê mi pê hewar û qêrîna resay fecîr,
sê çiman tu yê zelal,
Hatça yê mi,
gon sê ruesnayê ruêja biberîqîyên…
12. 11. 1941

DERHEQA QURNA BÎSTAN DE

Razan di vê waxtê da,
hisyarbûn ji sed salê sûnda, delala min…

Na,
dema ku ez têda dijim min natirsîne,
ez ne merivekî qaçaxim.
Qurnq min xizane,
rezîlê mezin yê sed salane,
bê tirse,
mezin
û mêrxase.

Ji bona ku ez di vê demê de hatime dinyayê,
tucaran gilî nekieîye min.
Ez ji xelkê qurna bîstanê me
û ji vê yekê serbilindim jî. Ji
bona min bese,
alîya ku min di vê demê têda cîh girtîye,
ango hêla rast da cîh girtin serfîrazîyekîye
û berxwedan ji bona dinyayekî nû…

Sed sal sûnve delala min…

Na,
Ji bilî her tistê, ji berê ewil. Yên
ku dimirin, ewên ku tên dinê,
di qurna bîstan de fena ku dibêjin,
kesên ku di dawîyê de bikenin, kena wan xwese.
Seva min bi qêrîn û hewarê gîhist berbangê,
fena çavên te yên zelal Hatça ya min,
wê weka ronahîya rojê biberiqînin…
12. 11. 1941

Xwendevanên delal, ev helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ye û min wergerandîye ser zazakî, kurmancîyê.
Hêvî dikim bixwînin û pê keda min sa bin. Heyanê careka dinê bimînin di nav asitî û aramîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button