Nivîsar

NAMEYEK JI BONA JINA MIN

Canê min!
Di nameya xwe ya dawîyê de:
‘ serê min diêse,
dilê min bûye sersem’
dibêjî;
‘wê te bixeniqînin,
ezê bê te çawa bijîm?’
dibêjî;
‘bê te jîyan nabe!’
Tuyê bijî jinika min,
fena dûmanekî res belav dibe,
serpêhatîya min li ber bayê;
tu yê bijî xwiska dilê min ya por sor,
ji salekî zêdetir najo di qurna bîstan de,
êsa mirîyan.
Mirin
Di dara sêpîyan de mirîyekî.
Ji mirinekî wusa re
tu car razî nabe dilê min.

bawerke canê min;
ger destên asiqekî bê guneh
yên resik û bi mûyîn fene pîrikekî
bavêjê bendê ji qirika min,
wê beyhûde binêrin
da ku bibînin çavên sîn de tirs
li Nazim’ê!
Ezê
tarîya berbangê ya emrê xwe da
hevalên xwe û te bibînim
û tenê
êsa sitranekî nîvî histî
bibim bin erdê.
Jinika min!
Dil pak,
reng zêrîn,
çav ji hingiv sîrintirê min;
çira nivîsî min ji te ra
daxwaza wan ya dardakirina min,
hîna dawe di destpêkêdaye
bawer bike fena salxamekî
nafirînin serê min.
Tu were guh nede van gotinan.
Ev gotin îhtîmalekî dûrin.
Ger hene pereyên teji min re tûman û fanîle bikire,
dîsa jana sîyatîk ketîye nava qorên min.
Ji bîra xwe neke,
pêwîste ku timî tistên bas bifikire
jina girtîyekî.
33. 11. 11
Ji hepisxana Bursa’yê

Xwendevanên delal, vê carê jî ji bona xwendinê helbesta jorîn ya Nazim Hîkmet’ê ku min wergerandîye
ser kurmancîyê nesir dikim. Heyanê careka dinê bimînin di nav asitî û aramîyê de!

Suphi Aydin

Balkêş e ?
Close
Back to top button