Agirê Newrozê li Bajarê Bottropê jî ges bû

Hevalti Bottrop
Cejnanetewî, Newroza pîroz li bajarê Bottropê /Almanya jî hate pîrozkirin. Sahîya Newrozê roja 22 Adara 2013 an ji saat 18:00 pêva hate destpêkirinê. Malbatê kurd tevî zar û zêçên xwe, bi kinc, sal û sapikên xweva, bi ruhekî kurdewarî besdarî sahîyê bûn. Her çiqas gelek sahiyên herêmî hatin pêskês kirin jî, dîsa sahiya Newroza Bottrop bi dil û hestekî kurdewarî bi bernameke dewlemend hate pêskês kirin.
Partî û rêxistinên alman mînanî hertim mêvanê Newroza Bottropê bûn. Partiya Sosyal Demoqrat (SPD), Partiya Xiristiyan Demoqrat (CDU), Partiya Komunist (DKP), Partiya Keskan (Bündnis 90/Die Grünen), Partiya Çep (Die Linke Partei), Rêvebera Cîwanên sosyaldemoqrat (JUSO), DPWV, Caritas (DêraKatolikan), Diakonî (Dêra Efangeliyan) û gelek kesên xwe serbesdarî newrozê bûn û newroza kurdan pîrozkirin. Taybeti yeke besdariya wan hebû, kuji her partî û rêxistinê çend kes hebûn.
Dîsa, îsal mêvanên me ji Kurdistana Basûr jî besdar bûn. Berpirsê pêywendiyayê Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê her usa reveberê kitabxana Bedirxan berêz Enwer Mihemed Tahîr û endamê Cîvata Parêzgeha Dihok, serokê Yekitiya Nivîskarên Kurdistan tayê Dihokê berêz Hesen Silêvanî jî mêvanê Newroza Bottropê bûn. Gelek kesayetiyên di jî besdarbûn. Wek Dr. Ali Tarhan, Dr. Fikret Yildiz, rojnamevan Seyidxan Qirij, siyasetmedar Murat Dagdelen, parêzer Stephan Urbach û wd.
Saet 19:00 an da agirê Newrozê hate bilinkirin. Hemû mêvanên kurd, alman û koçberan tevî zarokên xwe li dora agirê newrozê cîhê xwe girtin bi çepikan, zilqitan û kilamên govendê va dilxwesiya xwe eskerekirin. Berpirsiyarê pêwendiyanyê HEVALTÎ Bottrop, Sêx Zedo Baedrî gelek caran ji seragirê Newrozê rabaz da û cosa besdaran lê zêdekir.
Ji pistî agirê Newrozê bernamê di salonê da berdewam kir. Komika zarokên KOMKAR Duisburg, koma sazbendan (sazjenan), hunermendê dilbirîn yê ji Kurdistana Rojava, Beyrem, hunermendê cîwanSero, hunermenda ciwan Mizgîn Kiliç, hunermend Metin bi kemença xweva, hunermend Tarik bi tenbûra xwe va her yekî ji yê di serkeftîtir programên xwe pêskêskirin.
Lê, li vê derê divê bê gotinê ku malbatên kurd bi xwarinên xwe va dîsa alîkariyeka gelekî qedirbilin dane vê sahiyê. Em wek rêveberiya HEVALTÎ Bottrop gelek sipas dikin. Ji bo alikariya KOMKAR Duisburg taybetî sipas, ewan gelek kar hilgirtin ser milê xwe.
Lêborîn: Em ji malbata Ülbegî lêborînê dixwazin. Roja sahîya me nas û dostê hêja,kurdê dilsoz Hecî Xêroyê Emînê Huso çû ser dilovaniya xwe, rehma xwedê lêbe. Me nikaribû hemû mêvan agadar bikirana, ji ber vê jî alîkî mê xemgîn bû. Kurd dibêjin: ‘Sîn û sahî birane’. Em hîvî dikin Husoyê Emîn, Turgay, Harun me fehm bikin.
Bottrop`ta Newroz coskusu
Dema Nû – Bottrop
Bottrop`ta yapilan Newroz coskulu geçti. Açilis konusmasi yapan Fettah Xoca, aralarinda çok sayida Almanlarin olmasini memnuyetle karsiladigini bildirdi ve tüm katilimcilarin Newroz’unu kutlayarak, Almanca, Türkçe ve Kürtçe kisa bir konusma yapti. Daha sonra, alkislarla sahne alan, KOMKAR Duisburg saz kursu kisa fakat güzel bir dinleti sundu. KOMKAR Duisburg çocuk folklor ekibinin sahne almasi katilimcilarin büyük bir ilgi ve alkislarla çocuklarin folklor gösterisini izlediler.
Her yil oldugu gibi bu yil da disarida yakilan ates gecenin en coskulu anlari oldu. Sanatçi Mizgin Newroz atesi yandigi andan itibaren birbirinden güzel kilamlar söyleyerek, atesin etrafinda uzunca bir süre halaylar çekildi.
Geceye katlan sanatçilarin güzel bir program sunmasi, ve Newroz gecesine katilan tüm gençlerin bekledigi Mizgin yogun alkislarla sahne aldi ve birbirinden güzel zazaca ve kurmanci kilamlarla katilimcilara Newroza yakisir bir gece yasatti. Etkinlik Fettah Xoca’nin geceye katilanlara yaptigi teskkür konusmasiyla bitti.
Dengê Kurdistan